Di rapora berê de hatibû ragihandin ku 5 hêzên ewlekariya Îranê hatine kuştin. Li gorî bîlançoya nû ya ku Alîkarê Wezîrê Karên Hundir Macîd Mîrahmedî di televîzyona dewletê de eşkere kir, 10 endamên hêzên ewlekariyê mirin.
Mîrahmedî da zanîn ku şeva din êrîş li ser baregeheke pasdaran li Rask û navendeke polîsan li Chabehar, li nêzîkî sînorê Pakistanê, hatin kirin.
Wezaretê ragihand ku di encama pevçûnên demdirêj de 18 êrîşkar hatine kuştin.
Koma bi navê Ceyş el-Adl (Artêşa Edaletê) li ser hesabê xwe yê Telegramê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe. Ev koma a Sunnî, ku di sala 2012’an de hat damezrandin, di salên dawî de gelek êrîş pêk anîn.
Cîgirê Wezîrê Navxweyî Macîd Mîrahmedî hişyarî da ku ji ber “rewşa xirab a hin birîndaran” di nava hêzên ewlehiyê de dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.
Li gorî Mîrahmedî, endamên Ceyş el-Adl “plan dikirin ku baregehên leşkerî bi dest bixin”, lê di şer û pevçûnên bi hêzên ewlehiyê re “tu kes nefilîtî”.
Pakistanê êrîşa roja Pêncşemê şermezar kir û “xema xwe ya li hember zêdebûna kiryarên terorîstî” nîşan da.
Erdên Belûcî jî di navbera van her sê welatan de hatiye parvekirin. Parçeya herî mezin li Pakistanê ye û ji sedî 44’ê xaka Pakistanê pêk tîne. Her çend ew dewleta herî mezin e jî, wekî herêma herî kêm nifûs û xizan derdikeve pêş.