Yekşem, 1 Hezîran 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Saît Zengîn pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Paketa dadgeriyê ya 10’emîn pêşkêşî Meclîsê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hamît Geylanî li Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ESP Amed: Bila girtîgehên bi tîpa bîrê bêne girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Erdogan destûra bingehîn a nû wê bi rengê ‘hevpeymana civakî’ be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gelê Mexmûrê li dijî dorpêç û binçavkirinan meşeke girseyî li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan bi merasîmeke girseyî hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Tirk êrîş dike, gerîla xwe diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Pêvajo bi gavên beramberî hev dikare bimeşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Hamût Geylanî peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê du kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Jin dê vê pergalê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamenterên Jin ên Kurd biryarên ‘yekîtiya jinan’ û ‘avakirina torên rêxistinê’ girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Werîşe Mûradî nebaş e: Tedawiya wê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi komxebatan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirov bi vîna xwe dikare ji her astengiyê bibihure

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna aştiyê de pêşengiya jinê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo Festîvala Ciwanan a Şehîd Hasan Kiziler banga tevlîbûnê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Fîman a Jinan a Nûjiyan di roja xwe ya 3’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stranên li ber windabûnê berhev kir: Em hişê çandî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê Rojên Çandên Kurdî ya 2025’an destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wênesaz Hezer: Divê hunermend di pêvajoya nû de cih bigirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Almanyayê pêşbirka çîrokan a ji bo bîranîna Fevzî Ozmen

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Mandela û Ocalan: Şeva dirêj heya berbanga azadiyê
Rojane

Mandela û Ocalan: Şeva dirêj heya berbanga azadiyê

Prof. Dr. Mohamed Rifat El-Îmam di gotara xwe de ya bi ser navê “Mandela û Ocalan: Şeva dirêj heya berbanga azadiyê” diyar kir ku yek ji bo azadiya gelê xwe ku ji bindestiya zaliman rizgar bike û yê din jî jiyaneke azad ava kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Endamê Encumena Misrê ji bo Karûbarên Derve û Dekanê berê yê Fakulteya Hunerê li Zanîngeha Damanhour a Misrê Prof. Dr. Mohamed Rifaat El Îmam bi sernavê “Mandela û Ocalan: Şeva dirêj heya berbanga azadiyê” li ser jiyana Serokê Efrîkaya Başûr Nelson Mandela û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotarek nivîsand. Prof. Dr. Mohemed di gotarê de ev bang li her kesî kir: “Em ji kampanya ku li Efrîkaya Başûr ji bo azadiya Mandela hatibû lidarxistin ders derxin. Ji lew re pêwîst e ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin. Ji bo vê pêwîste li her derê xebat bê meşandin.”

Gotara Prof. Dr. Mohamed Rifat El-Îmam wiha ye:

Bêguman di roja me ya îro de du taybetî di kesayata du lehengan de xwe daye pêş, yek ji bo azadiya gelê xwe ku ji bindestiya zaliman rizgar bike. Ya duyem jî avakirina jiyaneke azad e. Herdu şervanê azadiyê Efrîkaya Başûr Nelson Mandela û Rêberê rewşenbîr Abdullah Ocalan in. 

Her çend herdu Rêber di cih û dem de ji hev dûr bûn jî li ser jînenîgarî û rêwîtiya wan bifikire, dê di nexşeya wan de wekheviyek ku ji hêla xuyanî û materyalê ve hema hema yek e bibîne. Ji bo ceribandina pêbaweriya van gotinan, em li ser jiyana wan û qonaxên tekoşîna wan digirin, di vê maneyê de em di vê pêvajoyê de gelek nîqaş dikin da ku hizrên wan belavî cîhanê bikin.

Dikare bê gotin ku koka herdu rêberan, yanî Nelson Mandela û Rêberê rewşenbîr Abdullah Ocalan vedigere gundan. Mandela li gundê Mvez ê Transkeî ji dayik bûye û li wir xebatên xwe daye meşandin. Ocalan jî di heman demê de li gundê Amarayê ya Xelftiya Rihayê ji dayik bûye.

Derdora nifûsa Mandela ji piraniyên reşik ên derbider, bindest, hindikahiyên hindî û spî yên desthilatdar ên zalim pêk dihat ku tu maf ji piraniya reşik re nas nedikirin. Jîngeha mirovî ya Ocalan (Apo) ji piraniya Kurdên Başûrê Rojhilatê Tirkiyeyê pêk dihat, bi cureyên tirkmen, tirkên misilman, asûr, suryan û ermen ên xiristiyan.

Nifşek an du, herdu rêberan ji hev veqetandin. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn 4 sal bi taybetî di 4’ê Nîsana 1949’an de Ocalan ji dayik bû.

Mandela û Ocalan perwerdeya xwe ya seretayî li derdora xwe ya gundewarî dîtin, piştre perwerdeya xwe ya amadekariyê li bajarê herî nêz ê herêmê dîtibûn, Mandela li bajarê Hîlîntab xwend û Rêber Ocalan jî li Nizîb a Dîlokê xwend.

Di destpêka ciwantiya xwe de herdu Rêber ji gund û bajarên piçûk ên bi asoyên sînordar derketin û ber bi bajarên mezin ên navendî  bi tevgera civakî û siyasî ve çûn. Mandela li Johannesburgê bi cih bû û Ocalan xwendina xwe ya navîn li Enqereyê qedand.

Di heman demê de mirov dikare bibêje hem Mandela hem jî Rêber Ocalan bi ruhekî mezin ji bo nasnameya gelan ji bin destê desthilatdar û mijokan derînin li ber xwe dan û bi vî awayî tekoşîna xwe bênavber meşandin.

Struktura rewşenbîrî ya Mandela-Ocalan heta destpêka ciwantiya xwe di dema dibistana navîn de bi karaktereke olî bû. Lê dema ku Efrîkî meyla xwe ya olî ya yekem di nav dibistanên mîsyoneriya Protestan de peyda kir.

Di dibistana navîn de herdu xort bala wan li ser Marksîzmê bûn. Dema ku Mandela ji ceribandinên Marksîst ên li Emerîkaya Latîn hez dikir, Apo ji hêla fîlozof Leo Huberman ve bala xwe da edebiyata Marksîzmê, nemaze ABC ya Sosyalîzmê.

Herdu ciwanên bi navê Mandela û Ocalan di qonaxa zanîngehê de beşdarî xwendina hiqûqê bûn, lê dema ku Mandela xwendina xwe qedand û li bajarê Johannesburgê yê aloz de wek parêzer xebitî. Ocalan jî li Zanîngeha Stenbolê derbasî xwendina Zanistên Siyasî li Zanîngeha Enqereyê (payîza 1971) xwend.

PÊŞENGIYA XWEPÊŞANDANA XWENDEKARAN KIR

Di qonaxa zanîngehê de kevirê bingehîn ji bo pêkhatina têkoşînê ya manewî Mandela û Ocalan hate danîn. Li bajarê Johannesburg ê apartheîdê, şoreşgerekî reş li dijî encamên hilbijartina sendîkayên xwendekar ên neqanûnî nerazîbûn nîşan da. Di navenda qirkirina çandî ya li dijî Kurdan de bi taybetî li Zanîngeha Enqereyê, xortê qehweyî li dijî kuştina têkoşerê azadiyê Mahîr Çayan û hevalên wî (Adar 1972) pêşengiya xwepêşandanên xwendekaran kir.

PEVÇÛNA YEKEM A LI HEMBERÎ DESTHILATDARIYÊ

Di destpêka zarokatiya xwe de herdu ciwanên şoreşger li hemberî desthilatiya mêtinger têkoşîneke bêhempa dane meşandin.  Li Johannesburgê Mandela ji bo pênc salan hat qedexekirin û ew ji hêla desthilatdarên spî yên faşîst ve hat xwestin.

Li Enqereyê rayedarên faşîst ên Tirk di Nîsana 1972’an de xwendekarekî zanîngehê yê bîst û sê salî girt û 7 mehan xistinê girtîgehê. Tiştê ku bi heybet e, ger Nîsana 1949’an meha jidayikbûna Ocalan bû, wê demê Nîsana 1972’an meha jidayikbûna şoreşgerî ya Apo ye.

MIROVÊN DILÊ WAN JI BO AZADIYÊ LÊ DIDE

Zextên Johannesburg û girtina Enqereyê bû sedema bilindbûna tevgera têkoşîna Mandela û Ocalan.

Li Efrîkaya Başûr Mandela pêşengiya ciwanên Kongreya Neteweyî ya Efrîkayê kir ku li hemberî stratejiyên apartheîd ên hikûmeta hindikahiyên spî yên faşîst rû bi rû man.

Di heman demê de divê bê gotin ku Rêber Ocalan ji bo naskirina nasnameya gelê Kurd bi rola pêşengtiyê rabû û têkoşîn da avakirin. Careke din bawerî xiste dilê mirovên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide.

Rêberê Efrîkî û Rêberê rewşenbîrê Kurd stratejiya têkoşîna aştiyane, weke komeke îdeolojîk-polîtîk, li dijî dijberên faşîst li dar xistin.  Li başûrê parzemîna Efrîkayê, Mandela mekanîzmayek bêtundî pejirand ku ji ezmûna Gandî ya li Hindistanê îlham girtiye ava kir. Bi mebesta ku bala derdorên derve bikşîne ser xeterî û karesatên polîtîkayên apartheidê. Mandela di nav girseya karkeran de propaganda kir û ji çawaniya rêveberiyê dersên girîng dan. Li navenda paytexta Tirkiyeyê Ocalan bi tevî Hakki Karer, Kemal Pîr û kesên din di berbanga nîvê salên heftê yên sedsala bîstan de manîfesto nivîsandin, Yanî rêya şoreşa Kurdistanê vekirin.

MIZGÎNIYA ŞOREŞÊ

Di heman demê de Mandela ji bo şoreşê gelek gavên girîng avêtin û ji bo gelê Efrîqeya Başûr bû nimûneyeke jiyanî. Her wiha tekoşîna Apoyî gihîşt merhela xwe ya herî bi hêz û di demek nêz de mizgîniya belavkirina şoreşê da ku tevger bibe tevgera gel. Bi taybetî li gelek herêmên bi vî awayî şoreş dane nasîn: Amed, Agirî, Dersîm,Xapût, Dîlok, Riha

TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ

Li hemberî nebûna encamên erênî yên berbiçav ên li ser qadê ji têkoşîna aştiyane, herdu rêber ji tecrubeyên têkoşîna çekdarî îlham girtin û rêxistinên şoreşgerî yên çekdarî ava kirin.

Mandela li başûrê parzemîna Efrîkayê, milê leşkerî AMCA MK damezrand, bi dirûşma Tînga xurt a têkoşînê li dijî polîtîkayên apartheidê bilind kir û li Cezayîrê ku welatê milyonek şehîdan e, perwerdeya leşkerî da.

Apo li Amedê kaniya jiyanî ya Kurdistanê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) damezirand û navenda wê ya giran bar kir Beyrûtê û li wir bi komên çekdar ên Filistînê re perwerde dîtin. Di nîvê Tebaxa 1984’an de PKK’ê li hember Enqereyê yê ku li Mereş, Meletî, Semsûr û Xarpûtê komkujî pêk anîn û rayedarên Tirk li Zindana Amedê bi awayekî eşkere rûyê xwe yê hov eşkere kir, çalakî li dar xist.

HERDU RÊBER RÊYA AZADIYÊ NÎŞAN DAN

Herdu rêber Mandela û Ocalan tûşî zindanê bûn. Ya yekem sê salan a duyem jî çaryek sedsal bû. Piştî Mandela serbest hat berdan, Efrîkaya Başûr ber bi veguherîneke demokratîk ve bir, çanda toleransê ji bo hindikayiyên spî ava kir, tolhildanê red kir û bi vî rengî bi hev re aştî û ewlehiyê pêk anî.

Rêber Apo di Zindana Îmraliyê de ji bo gelê Kurd nexşerêya azadiyê çêkir û rêya gelan ronî kir.

Ez bang li hemû pisporên mafên gelên azad dikim ku weke roja Mandela ya 18’ê Tîrmehê her sal 4’ê Nîsanê weke Roja Aştiyê ya Ocalan bê qebûlkirin.

Her wiha pêwîstiyekî gelek mezin heye ku em ji kampanya ku li Efrîkaya Başûr ji bo azadiya Mandela hatibû lidarxistin ders derxin. Ji lew re pêwîst e ku Azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin. Ji bo vê pêwîste li her derê xebat bê meşandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kantona Cizîrê werza Biharê bi rengên xweşik pêşwaz dike
Nûçeya Pişt re Li Stenbolê 6 kes hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

TEV-DEM: Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê zêde dike

TEV-DEM'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker sûdê ji bêdengiya navneteweyî werdigire û êrişên xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ahmet Însel: Pêdiviya civakê bi têkiliyên rû bi rû hene

Prof. Dr. Ahmet Însel, anî ziman ku aştî û demokrasî ji hev ne cuda ne…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kerkûkê panela 8’ê Adarê hat lidarxistin

RJAK’ê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de bi sernavê “Rola jinan di civaka Kurd de”…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Hevserokê Koma Çep a PE’yê bi fermandarên QSD û YPJ’ê re hevdîtin kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

NADA: Qirkirina li Xeze û Sûdanê divê tavilê bê rawestandin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Nîvê nifûsa cîhanê bi germahiya dijwar re rû bi rû ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Şemiyê aqûbeta Saît Zengîn pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?