Bi pêşengiya TêkoJIN’ê wê 11’ê Gulanê bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî – Serbixwe Azadî” meşek bê lidarxistin.
Komîteya Amadekar a Meşê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de, ev tişt got: “Rêber Apo pirsgirêka Kurd weke pirsgirêka jinê dinirxîne û li gorî wê nêz dibe. Ev pirsgirêk weke pirsgirêka Rojhilata Navîn jî tê zanîn. Li ser vî bingehî jî tê zanîn ku Rêber Apo gelekî mirî zindî kir. Weke jinên ciwan ên di encama polîtîkayên dijmin de hatine Ewropayê, em azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dibînin û em ê li ser bingehî têbikoşin. Lewma em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz ê li başûrê Elmanyayê dijîn û jinên ciwan ên têkoşer dikin; bi têkoşînkirinê em rêxistinbûneke hîn xurtir biafirînin. Em di çarçoveya felsefeya Rêber Apo de xwe rêxistin bikin û xwe bigihînin serketin û azadiyê.”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku meş wê roja 11’ê Gulanê di saet 15.00’an de li Marîenplatzê were kirin.