Duşem, 27 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar: Binpêkirinên mafan û zext zêde bûne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Ahbap de operasyona pêla çaremîn: 13 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Gulistan Dokû: 18 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Balûken: Nabe ku çareseriya mayinde bi çek danînê were sînordarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Em ê bi têkoşîna xwe azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Piştî êrişa Îranê agir bi çiyayê Heybet Sultan ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewata li Pênciwênê hate vemirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê komxebata derbarê zewaca temenê biçûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li dijî tiryakê bang kir: Têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êşkence li Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Erkol kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewata li Pênciwênê nayê vemirandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Barê herî giran ê qirkirinê li ser milê jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê li dijî bijîşkê ku derbarê ‘sunetkirina jinan’ de parvekirin kiribû nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Gulistan Doku: Divê berpirsyar hesab bidin û edalet pêk bê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a DBP’ê: Jin kirdeya damezrîner a aştî û civaka demokratîk in

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Mîne Karakaş: Em Kurdî li her qadê bi kar bînin
Kurdistan

Mîne Karakaş: Em Kurdî li her qadê bi kar bînin

Hevberdevka Enstîtutiya Zimanê Kurd a Amedê Mîne Karakaş diyar kir ku ji bo têkbirina polîtîkayên asîmîlasyonê divê Kurdî li her qada jiyanê bê bikaranîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Gulan 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevberdekva Enstîtuya Zimanê Kurd a Amedê Mîne Karakaş anî ziman ku ji bo tinekirina zimanê Kurd bi sedan sal in polîtîkayên asîmîlasyonê tê meşandin û banga xwedîderketina li ziman kir.

Êrîşên li ser zimanê Kurd li her qada jiyanê dewam dikin. Mirovên ku bi Kurdî diaxivin dibin hedefa êrîşên nijadperestiyê, rojname û kovarên bi Kurdî weşanê dikin têne qedexekirin, bi hinceta Kurdî konserên rojnamevanan têne qedexekirin. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk têkoşîn jî dewam dike.

Hevberdevka Enstîtuya Zimanê Kurd a Amedê Mîne Karakaş ji ANF’ê re axivî û got, “Polîtîkayên asîmîlasyonê zêdeyî sed sal in bi rêk û pêk li hemberî Kurdan tê meşandin. Ji sala 2016’an û vir ve piştî ku saziyên perwerdeya Kurdî hatin girtin, rêjeya axaftina bi Kurdî di asteke cidî de kêm bû. Ev rewş ne tenê di sala 2016’an de bi vî rengî bû, nêzî sed sal in polîtîkayeke asîmîlasyonê tê meşandin.”

DIVÊ BIBE ZIMANÊ FERMÎ Û PERWERDEYÊ

Mîne Karakaş diyar kir ku armanc ji polîtîkayên asîmîlasyonê ew e ku Kurd bê nasname bêne hiştin û got, “Armanca polîtîkayên asîmîlasyonê diyar e; Bênasname hiştina Kurdan, bêçand hiştina Kurdan. Kurd çiqasî ji zimanê xwe dûr bikevin, wê ewqasî jî ji çanda xwe, ji hebûna xwe, ji hişmendiya xwe, ji civaka xwe dûr bikevin. Dema ziman nebe hûn bê çand in, bê nasname ne, xwebûneke we nîne. Hûn ne xwedî xwebûnê bin hûn ê winda bibin. Armanca ewletê ev e, dixwaze wê bêyî tiştekî bihêle. Weke saziyên ziman bi salan e em li ser van mijaran dixebitin. Saziyên me li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê karekî cidî dikin. Bi taybetî me giranî da ser zaravayê Kirmanckî ku li ber tinebûnê ye. Ji salên 2000’î û pê ve bi pêşketina teknolojiyê re polîtîkayên asîmîlasyonê jî giran bûn. Dema ku mirov bala xwe didin ser polîtîkayên dewletê dibînin ku kreş êdî li gundan jî hatine avakirin. Armanc ji vê yekê ew e ku zarokên me yên çar salî jî zimanê xwe dûr bixînin û asîmîle bikin. Armanca me jî ew e ku Kurdî bibe zimanê perwedeyê, li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî. Heta ku nebe zimanê perwerde û fermî zehmet e ku em wî zimanî rizgar bikin. Eger hûn zarokekî di biçûkaniyê de bi zimanê dayikê perwerde nekin, piştre zehmet e ku li cewhera xwe vegere, zimanê xwe hîn bibe.”

EM XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN

Mîne Karakaş destnîşan kir ku ji bo pêşvebirin û belavkirina zimanê kurd divê têkoşîneke topyekûn bê meşandin û got, “Li kolanan, li malê, li kar divê em bi zimanê xwe biaxivin. Li malê divê em bi Kurdî bi zarokên xwe re biaxivin. Zarokekî bi zimanê xwe yê dayikê mezin nebe, ti carî nikare li qadeke jiyanê serketî be. Ev rewş bi rengekî zanistî hatiye ispatkirin. Em xwedî li zimanê xwe derkevin. Li her qada jiyanê em zimanê xwe bi kar bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Milîsên HBDH’ê: Em ê li çavkaniyên aboriyê yên şer bidin
Nûçeya Pişt re Kedkarên çapemeniya azad bi endamên DAÎŞ’ê re di heman nezaretxaneyê de hatin ragirtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Bi êrîşên li ser Elewiyan û propagandaya reş re hewl didin QSD’ê bikşînin nav şer’

Celal Firat nerazîbûn nîşanî komkujiyên li hemberî Elewiyan da û got, "Bi êrişên li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Nasnameya şehîdên Elkê hate eşkerekirin

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li Elkê şehîd bûne, eşkere kir û got: “Bîranîna hevrêyên me…

Ji aliyê Stêrk TV

YJK-E’yê ji bo meşa Kolnê ya 8’ê Mijdarê banga tevlîbûnê kir

YJK-E'yê ji bo meşa 8'ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê banga tevlîbûnê kir,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Piştî êrişa Îranê agir bi çiyayê Heybet Sultan ket

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şewata li Pênciwênê hate vemirandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê komxebata derbarê zewaca temenê biçûk

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

TJA’yê li dijî tiryakê bang kir: Têkoşînê mezin bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?