Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevdîtinên bi malbat û parêzeran re pêk bên, di 7’ê kanûna 2023’yan de serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dabûn.
Di serlêdanê de hat diyarkirin ku destûr nayê dayîn Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin bi rêya telefon, faks û nameyan peywendiyan danin; destûra hevdîtina bi malbat û parêzeran re nayê dayîn û têkiliya wan a bi derve re bi temamî hatiye qutkirin.
Her wiha hat gotin ku ji 27’ê tîrmeha 2011’an heta niha tenê di navbera gulan-tebaxa 2019’an de 5 caran parêzeran hevdîtin kirine, hevdîtina herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de hatiye kirin; ji sala 2014’an heta niha malbatan tenê 5 hevdîtinên rû bi rû kirine û hevdîtina herî dawî di 3’yê adara 2020’an de hatiye kirin; di 24 salan de tenê du caran (27’ê nîsana 2020’an û 25’ê adara 2021’an) hevdîtina li ser telefonê hatiye kirin.
Di heman demê de hat gotin ku axaftina Abdullah Ocalan a di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê bi birayê xwe re kirî hatiye qutkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin, ji hevdîtina dawî heta dawiya sala 2022’yan bi giştî 238 serlêdanên parêzeran û 79 ên malbat-vasî hatine kirin lê tevek jî bêbersiv hatine hiştin.
Parlamenteran di serlêdana xwe de xwestin ku Îmrali were ziyaretkirin û malbat û parêzer û şandeyeke siyasî bikare hevdîtinan bike.
Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a girêdayî Wezareta Dadê jî bersiv da serlêdanê. Tevî tecrîda girankirî jî midûriyetê îdia kir ku “girtiyên li Îmraliyê ji tevahiya mafên di rêziknameyê de bi awayekî wekhev sûd digirin.”
Midûriyetê bal kişand ser biryarên DMME’yê û got: “Ji bo qala têgeha tecrîdê were kirin, divê peywendiyên girtî yên bi parêzer û xizmên wan re bi temamî qut bibin.” Midûriyetê îdia kir ku li Îmraliyê tecrîd tune ye û ev îdiaye kir: “Di çarçoveya Giştînameya bi dîroka 22’yê çileya 2007’an û Hejmar 4511’ê; tevahiya girtiyên li girtîgehan ji ji çalakiyên hevpar sûd digirin, hevdîtinên wan ên bi parêzer û xizmên wan re nayên astengkirin, li gorî mewzûatê bi girtiyên din re tev li çalakiyên spor û hwd. ên hevpar dibin.” Midûriyetê her wiha ji bo tespîtên di serlêdanê de îdiaya “bêgingeh in” kir.
Midûriyetê, got ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê di sala 2023’yan de têkildarî hevdîtina rû bi rû ya malbat û parêzeran a bi Ocalan û girtiyên din re 6 mehan qedexeya hevdîtinê daye. Midûriyetê îdia kir ku li dijî vê biryarê jî îtîraz nehatiye kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê beriya niha gelek caran ragihandibûn ku biryarên midûriyetê qala wan kiriye ji wan re nehatine ragihandin.
Midûriyetê her wiha îdia kir ku “Ocalan di sala 2023’yan de ji mafên xwe yên name, faks û hwd. sûd girtiye.”
Midûriyetê diyar kir ku mafê îtîrazê yê girtiyan heye ku li dijî van sepanên saziyan îtîrazan bikin û ev tişt anî ziman: “Îdareya girtîgehê li hemberî biryarên dadgerên xwedî serbixwebûna darazê, xwedî tu derfetan nîne û nikare şîretan bike an jî midaxile bike.”