Şemî, 6 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Garcia: Di pêvajoya hevdîtinan de pêwîstî bi vîzyoneke demdirêj heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kearney: Divê Tirkiye vê derfeta ku Kurdan pêşkêş kiriye bibîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahçelî: Aştî ne çûkekî yek bask e, wê baskê duyemîn bê çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêçîrvan Barzanî: Divê aşitî neyê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferans: Modela entegrasyona demokratîk ji bo aştiyê zemînek xurt pêşkêş dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2 şehîdên HPG’ê merasîma sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêya Silêmanî-Kerkûkê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Protestoyên navçeya Xebatê dîsa destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Apo dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li ser Elewî, Durzî û Xiristiyanan li Rihayê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rageşiya li gundê Lacanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Konferansa Meclîsa Îştar di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Dersimê li dijî fuhûş û torên hişbirê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji girtiyên jin re her tişt ‘qedexe ye’: Heya mûcing jî tê desteserkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tora 8’ê Adarê: Di 11 mehên dawî de 53 jin li Başûr hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Ewropayê dê konferansek lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê jinan li ser dîroka felsefeyê nîqaş kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li Îmraliyê êşkenceyeke dermirovî tê pêkanîn
Rojane

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li Îmraliyê êşkenceyeke dermirovî tê pêkanîn

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nerazîbûn nîşanî derewa Wezareta Edaletê ya “Li Îmraliyê tecrîd tune ye” da û got ku li Îmraliyê tecrîdeke dermirovî tê pêkanîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Gulan 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û malbat û parêzer bikarin biçin serdanê di 7’ê kanûna 2023’yan serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê (ÎHÎK) dabû. Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a girêdayî Wezareta Dadê ji serlêdanê re bersiv da û îdîa kir ku Abdullah Ocalan ê 38 meh in agahî jê nayên girtin ji mafên xwe sûdê digire û tecrîd nîne.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê derbarê bersiva têklidarî tecrîdê de daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Buroyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di serlêdana birêz parlamenteran de geşedanên ji sala 2011’an ve û agahînegirtina 38 mehan hatiye pirsîn lê di bersiva Wezaretê de nirxandin bi sala 2023’yan hatiye sînorkirin.

Cezayên dîsiplînê yên di sala 2023’yan de hatine dayîn û hatiye gotin ku ji ber van cezayan hevdîtinên bi malbatan re hatiye astengkirin. Lê belê ev cezayên disîplînê ji ber çi dane, çima 3 mehan bi awayekî periyodik (15’ê adara 2023, 26’ê hezîrana 2023-27’ê îlona 2023) hatine dayîn û çima pêvajoyên darizandinê yên dîsiplînê ji parêzeran veşartî tên meşandin nayê vegotin.”

Parêzeran îşaret kirin ku ji bilî her 3 cezayên dîsiplînê, cezayê dîsiplînê yê di 28’ê kanûna 2023’yan de hatiye dayîn jî di bersiva wezaretê de cih negirtiye.

‘3 SAL IN TI KES NIKARE BIÇE ÎMRALIYÊ’

Buroyê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Di bersiva wezaretê de hatiye îdiakirin ku “Ji bo ku qala tecrîdê were kirin divê têkiliya girtî ya bi parêzer, malbat û girtiyên din re bi temamî ji holê bê rakirin.’ Wezareta hewl dide sînorên dawî yên pêkanîna tecrîdê diyar bike. Di sala 2023’yan de yek parêzer û endamên malbatê nîne ku di sala 2023’yan bikare biçe Îmraliyê. Weke di sala 2022’yan de û di sala 2024’an de berdewam dike.

* Birêz Ocalan ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve di sala 2019’an de (2’yê gulana 2019, 22’yê gulana 2019, 12’ê hezîrana 2019, 18’ê hezîrana 2019 û herî dawî 7’ê tebaxa 2019’an) ji bilî 5 hevdîtinên parêzeran nêzî 13 sal in yek hevdîtina parêzeran pêk nehatiye. Ji 6’ê cotmeha 2014’an ve ji bilî 5 hevdîtinên bi malbatan re (11’ê îlona 2016, 12’ê çileya 2019, 5’ê hezîrana 2019, 12’ê tebaxa 2019 û herî dawî jî 3’yê adara 2020’an) hemû hevdîtinên malbatan hatine astengkirin.

* Birêz Vesî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar ji roja birine Îmraliyê ve zêdetirî 9 sal in yek hevdîtina parêzeran pêk nehatiye. Birêz Aktaş û Konar ji sala 2015’an ve tenê 3 caran, birêz Yildirim jî tenê 2 caran karîne bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Daxwazeke wan ên hevdîtinê yên din nehatiye qebûlkirin.

* Ji bilî axaftinên bi telefonê yên di 27’ê nîsana 2020’an de û 25’ê adara 2021’an de pêk hatin tu hevdîtinên din pêk nehatine.  38 meh in bi awayekî bi rêk û pêk ji Îmraliyê re name dişînin lê bersivek jî nehatiye.

* Ji 25’ê adara 2021’an ku telefon di nivî de hatibû qûtkirin ve ji wan bi tu awayî agahî nayên girtin.

‘BERDANA VEYSÎ AKTAŞ HATE ASTENGKIRIN’

Ya girîngtir jî tevî cezayê 30 salan ku li birêz Veysi Aktaş hatiye birîn di 28’ê nîsana 2024’an de temam kiriye jî bi biryareke îdarî û keyfî nayê berdan. Di 2’yê gulana 2024’an de îtîraza me ya li dijî biryara Lineya Çavdêrî û Îdareyê ya Îmraliyê ji bo Aktaş ê berdana wî salekê hate taloqkirin kiribû, nehate qebûlkirin. Her çiqas me daxwaz kiribe ku mînakeke biryarê ji me re bê dayîn jî ev daxwaz ji aliyê 3’yemîn Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê ve nehate qebûlkirin. Nakokiyên di navbera vê biryarê û daxuyaniya wezaretê ya ‘hevdîtin nayên astengkirin’ de pêşkeşî rayagiştî dikin. Lê em dixwazin balê bikişînin xisûseke din a girîng.

Xala 59’emîn a qanûna bi hejmara 5275’an serdana parêzer a li girtîgehê bi giştî tê sererastkirin. Dema ku biryara dadgerê înfazê hevdîtina parêzer û girtiyê li girtîgehê qedexe dike jî, li gorî vê biryarê ne pêkan e ku pêşî li wergirtina mînakek ji dosyayekê bê girtin. Tekane sedema vê pêkanînê, ew e ku birêz Aktaş û Îmrali hem li derve hem jî li giravê bê parêzer bimînin. Bi vî awayî dema ku ‘rêgezeke qanûnê’ ya ‘nû’ tê avakirin organên qanûnçêkirinê ji derveyî vê tê hiştin. Ev asteke nû ya pratîka darazê ya li Îmraliyê ye. Di demekî ku nîqaşên destûra bingehîn didomin de dibînin ku destûra bingehîn a nû li Îmraliyê xwe daye nîşandan. Her wiha madeya 59’emîn a qanûna bi hejmara 5275’an  mafê parêzeran bi temamî qedexe nake, di hin şert û mercan de tenê bisînor dike. Lê belê dadgehên înfazê ji rêziknameya qanûnî wêdetir diçin û bi rengê ku birêz Ocalan û muwekîlên din ên bi parêzerên xwe re bi temamî bêpar bihêle bi cih tînin.

Agahînegirtina zêdetirî 3 salan a li Îmrailyê bi awayekî rewşa zêdebûna tecrîdê, teşeyeke dermirovî ye. Êdî aşkere ye ku rejîma zordar û awarte a li Îmraliyê nikare bê meşandin, domandin. Em bang li Wezaretê û daraza Îmraliyê dikin ku dawî li şertên şaşiyên mutleq ên li derveyî rêziknameya hiqûqî ya heyî tên meşandin, dawî li biryarên ku azadiyê xesp dikin binîn, li Serokatiya Meclisê, endamên Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan û parlamenteran û raya giştî ya hêja dikin ku ji bo fermaneke demokratîk û pêşerojeke aştiyane hesas bin û dawî li van pêkanînan bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman ê ji aliyê dewletê ve hate windakirin, pirsî
Nûçeya Pişt re Qurbaniyên Dersimê hatin bîranîn: Serî li asîmîlasyonê tê dayîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên Ciwan ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Yekitiya Jinên Ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek lidar xist.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Gavên ku pêwîstiya xwe bi guhertinên qanûnî nîne divê tavilê bêne avêtin’

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Sûltan Ozcan destnîşan kir ku ji bo pirsgirêka baweriyê ya travma…

Ji aliyê Stêrk TV

Di êrîşa li dijî hêzên hikûmeta demkî de hejmara miriyan derket 5’an

Di encama êrîşa bi mayîn ya li ser rêya Dêrazor-Meyadîn li dijî wesayitekî leşkerî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Garcia: Di pêvajoya hevdîtinan de pêwîstî bi vîzyoneke demdirêj heye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kearney: Divê Tirkiye vê derfeta ku Kurdan pêşkêş kiriye bibîne

Ji aliyê Stêrk TV

Bahçelî: Aştî ne çûkekî yek bask e, wê baskê duyemîn bê çêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nêçîrvan Barzanî: Divê aşitî neyê astengkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?