Sekretera Giştî ya WMO’yê Celeste Saulo diyar kir ku sala 2023’yan li Latîn Emerîkayê û Karayîp bû “saleke ku karesatên avhewayê yên rekor” pêk hatin.
Par li herêmê 67 karesatên meteorolojî, hîdrolojîk û avhewayê qewimîn. Ji sedî 77 jê bûyeran bi bahoz û lehiyan re têkildar bûn.
Li gorî raporê, di nav van karesatan de bahoza Otis jî heye ku havîngeha Acapulco ya Meksîkayê wêran kir û herî kêm 45 kes mirin.
WMO’yê zêdebûna van bûyerên giran bi El Nîno û guherîna avhewayê ve girê dide. El Nîno fenomenek hewaya xwezayî ye ku bi germbûna rûyê okyanûsa li Pasîfîkê ya tropîkal re têkildar e û bi gelemperî ji du salan heya heft salan carekê pêk tê.
Li herêmê rekorên germahiyê jî hatin tomarkirin. Li Bakurê Meksîkayê bi pileya 51.4 germahiya rekor hat jiyîn. Li Emerîkaya Başûr ya Navîn jî germa dijwar çêbû û li gelek deveran daristan şewitîn.
WMO’yê diyar kir ku bilindbûna asta behrê her ku diçe leztir dibe û cemed dihelin. Qeşaya Echaurren Norte ya li Şîlîyê di navbera salên 1975-2023’yan de bi qasî 31 metre av winda kir.
WMO’yê daxuyand ku peydakirina karûbarên hewa û avhewa li Latîn Emerîkayê û Karayîpan “nebes” bû û bi vê yekê re bal kişand ser zêdekirina fişara li hember guherîna avhewayê ya di sektora tenduristiyê de pêk tê.