Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû têkildarî rojeva jinan li avahiya navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê lidar xist. Turkoglû di destpêka axaftina xwe de berxwedana Dayikên Şemiyê silav kir û peyama “Têkoşîna we têkoşîna me ye” da.
Turkoglû anî ziman ku bi biryara Doza Kobanê re wan bêhiqûqî dîtine û got: “Em jin pêvajoyên asayîbûnê yên hikûmetê herî baş dizanin. Desthilatdariya ku piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê têkçûneke mezin xwar, polîtîkayên xwe yên ‘normalkirin û nermkirinê’ bi cezayên ku di doza kûmpasê ya Kobanê de li hevalên me barandin nîşan dan. Her cara ku krîzek hebe behsa normalbûnê dikin. Di dema pandemiyê de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan, dîsa di bin navê normalîzekirinê bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da. Em hemû bi hev re pêvajoya asayîkirina hikûmetê ya piştî karesateke din a erdhejê baş dizanin û di bîra me de ye. Di vê krîza heyî ya kurde jî hikûmetê di Doza Kumpasê ya Kobanê de nîşanî me da ku normalbûna wan ji hiqûqa dijminatiyê serbixwe pêş nakeve.”
Turkoglû da zanîn ku ew nîqaşa asayîkirinê ya hikûmetê ji pêkanînên wan ên berê dizanin û wiha domand: “Em asayîbûna vê hikûmetê ji dijminatiya gelê kurd dizanin. Ji dijminatiya wê ya li heberî sosyalîstên ku piştevaniya gelê kurd û li hemberî jinên têkoşîna azadiyê didin dizanin. Em ji êrîşên wan yên li ser maf û destkeftiyên jinan û vekişîna wan a ji Peymana Stenbolê dizanin. Me ji roja ewil ve got ku ev doz doza kumapasê ya siyasî ye. Me got, dozeke ji bo DAÎŞ’ê ku li Kobanê sûcê mirovahiyê kir a şofandinê ye. Biryara di daneşîna dawî de ev yek bi zelalî nîşan da. Hevalên me ji hemû sûcdariyê der barê Kobanê de hatin beraetkirin. Di çarçoveya plana hilweşînê de, Doza Kumpasê ya Kobanê bi hezaran rûpel îdianameyên ku bi îfadeyên şahidên veşartî hatibûn amadekirin, hilweşiya. Cezayên bi sedan salan ku li hevalên me hatin birîn tu bingeheke wan a hiqûqî tune ye, ev cezayên hatine birîn ji ber siyaseta ku tê kirin e.”
Turkoglû bal kişand ser biryara ku di Doza Kobanê de derket holê û wiha got: “Xwestin gelê kurd û destkeftiyên gelê kurd û Şoreşa Kobanê ya ku bi pêşengtiya jinan hat bidestxistin ceza bikin. Em destûrê nadin vê yekê. Wekî ku Fîgen Yuksekdag got, ‘Gotina dawî dê berxwedêr bêjin’. Fîgen Yuksekdag, Pervîn Oduncu, Zeynep Olbecî, Zeynep Karaman û rêhevalên din, em carek din soza xwe dubare dikin. Soza jinan berxwedan û mezinkirina têkoşînê ye. Dê bi berxwedan û têkoşînê em ê hevdû azad bikin. Em ê ji bo hevalên xwe yên girtî bêtir xwe birêxistin bikin, têkoşîn û piştevaniya xwe mezin bikin.”
‘EDALET NÎNE’
Turkoglû diyar kir ku 22 sal in tundî, zext, dizî, dagirkirin û kumpas ji hêla desthilatdariyê ve tên kirin û wiha pêde çû: “Belê li vî welatî Wezareta Dadê heye lê belê edalet nîne û tenê bêedaletî heye. 25 sal in li ser birêz Ocalan tecrîdek heye û Wezîr dibêje ‘tecrîd nîne’, li hemberî binpêkirina mafên girtiyan bêdeng e. Dayikên 75-80 salî ji ber ku aştiyê dixwazin hatin girtin û gotinek ji devê wezîr derneket, ev yek tê wateya erêkirinê.”
Turkoglû wiha bal kişand ser çalakiya dayikan: “Ji çar aliyên welat bi dirûşma ‘Ji birêz Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ 3 hefte ye dayik berê xwe didin Enqerê û dixwazin daxwazên xwe ji Wezareda Dadê re ragihiînin. Lê nikarin xwe bighînin wezaretê. Çima? Ji ber ku bi talîmata îktîdarê bi rêya polîsan hewldana dayikan tê astengkirin. Ev yek tê wateya israrkirina şer. Dixwazin ragihandina heqîqetê asteng bikin. Birêz Wezirê Dadê çima hûn ji daxwaza hevdîtina dayikan qebûl nakin, hûn ji çi ditirsin. Netirsin, dayikên ku aştiyê dixwazin zirarê nadin.”
Turkoglû destnîşan kir ku jinên ku li dijî qetilkirin, xizanî, û bêkariyê li ber xwe didin hene û wiha axivî: “Ev jinên ku li ber xwe didin ji wan netirsin. Kesên ku di polîtîkayên tecrîdê de israr dikin ji wan bitirsin. Kesên ku tecrîda li hemberî Birêz Ocalan kûr dike ji wan bitirsin. Ev kes zirareke mezin dide vî welatî. Divê Wezareta Dadê demildest bersivê bide dayikan û daxwazên dayikan bixe meriyetê. Ev yek daxwaza kesên aştîxwez, azadîxwez e.”
QAWÎŞÊN GIRTIYÊN EDLÎ
Turkoglû di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan û got: “Divê dawî li binpêkirina mafên girtiyan bînin. Sîbel Orkmez û Sedanûr Ugur, li dijî xespkirina vîna gel a li Wanê, bertek nîşandan û hatin girtin. Endama Partiya Meclîsê ya Partiya me û endama Koordînasyona Jinan Senem Erîş jî ji ber ku tevlî bernameya bi bîranînê ya şehîdên meha gulanê bû hat girtin. Her 3 hevalê me ji roja hatin girtin heta niha hatin êşkencekirin. Rêbazek din a êşkenceyê xistin meriyetê û hevalên me di koguşên edlî de bi cih kirin. Sîbel û Sedanûr bi dehan caran daxwaza guhertina koguşê kirin lê daxwazên hevalên me hatin redkirin. Di dîrokeke nêz de jî 30 girtiyên edlî êrîşê hevalên me kirin. Her wiha Senem Êrîş jî di koguşa edliyan tê ragirtin. Ev yek rêbazek din a tecrîdê ye.”
Turkoglû daxuyand ku ji ber polîtîkayên şer û tundiyê her roja ku derbas dibe jin xizantir dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rojên borî tedbîrên teserûfê hatin ragihandin. Ev ragihandin nîşaneya îtîrafê bû. Li vî welatî di serî de jin bi xizanî û bêkariyê re rûbirû dimînin. Lê ev tedbîrên ku hatin rêzkirin dê lêçûnên qesrê kêm nakin, ji budçeya jinan kêm bikin. Derdeke desthilatdariyê ya ji bo çareseriya xizaniya jinan nîne.”
Turkoglû diyar kir ku dê li qadê keda xwe û mafê xwe biparêzin û wiha axivî: “Dijminatiya jinan, dijminatiya kurdan êdî li vî welatî asayî tê dîtin. Di 15’ê Gulanê de Wezira Malbatê ‘Plana bi hêzkirin û parastina malbatê’ aşkera kir. Ev plan ne ji bo parasti û bi hêzkirina jinê ji bo qetilkirin û bi hêzkirina malbatê ye. Plana ku li ser dozên weqetandin, zewicandin û welidînê ye.
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ZÎHNIYETA ZAYENDPEREST
Di nîsana 2024’an de 32 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Ev komkujî di nava malbatê de pêk tên. Pêdiviya jinên di nava malbatê de jî ewlehiya canê wan tune ye, ji zagonên wê canê biparêze heye. Pêdiviya jinan ji têkoşîna li dijî zihniyeta zayendperest heye. Ger hun ji dil bin hûn ê maddeyên di Peymana Stenbolê de bi cih bînin. Ger planeke çalakiyê derkeve divê ew jî li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jina be.
Dîsa fetvaneyek ji Diyanetê hat Diyaneta ku deng ji bo tundî û komkujiya li ser jinan dernaxe. Diyaneta plana xwe ya stratejiyê ya 4 salan derxist 2 milyon TL ji bo rêxistinkirina sûcên nefretê veqetqand. Diyanetê bi hinceta parastina malbatê butçeyek li dijî nasnameyên cuda ji bo hedefgirtina wan veqetand. Diyanet fetvaya nefretê dide. Dev ji fetvayên sûcê nefretê berdin. Em vê êrîşa li dijî mafê jiyanê tu carî qebûl nakin. Bila diyanet hesabê jiyana xwe ya luks a ji jiyana zarok û jinan digire, bide.
Doktor S.E. ê li Nexweşxaneya Nexweşiyên Dil a Yedikuleya Stenbolê peywirdar bû di 11’ê Adara 2023’yan de êrîş li hemşîreya nobedar H.Z. kiribû. Piştre hatibû binçavkirin û dawiyê hatibû berdan. Rûniştina biryarê ya dozê di 27’ê Gulanê de wê bê dîtin. Em ê wekî Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bişopînin. Em bang li hemû jinan dikin bila li vê dozê xwedî derkevin.
Yek ji mijareke di rojevê de ye pakêta darazê ya 9’emîn e. Ew ê taslaxa vê pakêtê piştî Cejna Qurbanê were meclîsê. Wexta taslak bê muxalefeta herî mezin em ê jin bikin. Pêşkêşkirina zagona medenî ya bi zagoneke torba bi serê xwe pirsgirêkek e. Birêkûpêkirina her zagona jinan a bêyî rêxistinên jinan û bêyî jinan kêm e, şaş e. Em jin hene û em ne mecbûr in li gor mêr bên pênasekirin.
Yek ji mijara dinê jî tê gotin tê xwestin zagona 6284’an ji bo pêk neyê. Ji bo vê hewl tê dayin. Em rayedaran hişyar dikin. Heger ev agahiyên di raya giştî de derketine pêş rast bin divê ev taslak tu carî ji meclîsê derbas nebe. Em hişyar dikin. Ne hedê tu kesî ye ku derbarê jinan de biryarê bidin. Ew ê jin tu carî dev ji mafên xwe yên hatine qezenckirin bernedin.
WÊ ÎRADEYA JINAN BI SER BIKEVE
Bi baweriya têkoşîna azadiya jinan di hilbijartinên 31’ê Adarê de îradeya jinan careke dinê bi ser ketiye. Li dijî îktidara desthilatdar a mêr li dijî rejîma qeyûman em dibêjin “temsîliyeta wekhev û hevserokatî xeta me ya mor e”. Kesên rêz ji vê îradeyê negirtin li Curnê Reş û Perî yê bi awayekî nêqanûnî hilbijartin betal kirin. Ew ê di 2’yê Hezîranê de li her du navçeyên me îradeya jinan dîsa xwe nîşan bide. Em wekî Meclîsa Jinan a DEM Partiyê xwe ji bo hilbijartinên 2’yê Hezîranê amade dikin. Curnê Reş û Perî yên jinan û ciwanan e. Dem dema xwedîderketina li îradeya xwe ye. Bijî piştevaniya jinan. Jin jiyan azadî.”