Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan got, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê xwe dispêre zemîneke civakî û destnîşan kir ku ev rastî bi tank, top, piştevaniya hêzên derve û xayinan tine nabe.
Li navçeya Curnê Reş a Rihayê, navçeya Pinarbaşi ya Kayseriyê û navçeya Guzelyûrt a Aksarayê, li bajarokê Guneykaya yê navçeya Yildizelî ya Sêwasê, bajarokê Buyukkariştiran ê navçeya Lulebûrgaz a Kirklareliyê, bajarokê Perî yê Dersimê û bajarokê Saglik ê Aksarayê wê îro jinûve hilbijartin bê kirin.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Bahoz Cûdî anî ziman ku li dijî polîtîkayên şerê taybet ew dixwazin ciwantiyeke dînamîk, bi hêvî û bi îrade biafirînin û ji bo perwerdekirina civakê bal kişand ser girîngiya perwerdekirina ciwanan.
Serokê CÎK’ê Mele Şevket Çakir diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd berdêlên giran daye û bang li gelê Kurd kir ku li her qadê têbikoşe.
Cotkar Kato ku 5’ê Hezîrana 2016’an li qada Mêrgezer a Cîloyê şehîd bû, yek ji wan gerîlayên azadiyê bû ku bi rengekî herî bi wate jiya. Li pey xwe ala Kurdistanê hişt ku ji bo serketinê li ba ye.