Rûniştina doza ku têkildarî qetilkirina Rojnamegerê Ermenî Hrant Dînk ku di dozê de 10 wezîfedarên dewletê dihatin darizandin, pêk hat. Rûniştina dozê ku Dadgeha Bilind ji bo 15 sûcdaran biryara betalkirina qismî dabû, li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran hate dîtin. Sûcdarên girtî Veysel Şahîn, Okan Şîmşek û Gazî Gunay beşdarî rûniştinê bûn û her wiha sûcdarên din jî bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî rûniştinê bûn.
Dozgerê Komarê derheqê Veysel Şahîn, Osman Gulbel, Onûr Karakaya, Okan Şîmşek, Mehmet Ayhan, Hasan Dûrmûşoglû, Gazî Gunay û Alî Oz de ji ber sûcên weke ‘kuştina biqestî’ û ‘binpêkirina qanûna bingehîn’ 2 caran cezayê muebbetê yê girankirî xwest.
Dozgerî derheqê Mûharrem Demîrkale de ji ber sûcê ‘kuştina biqestî’ û derheqê Bekîr Yokûş de jî ji ber sûcên weke ’alîkarkirina kuştina biqestî’ û ‘binpêkirina qanûna bingehîn’ cezayê muebbetê yê girankirî û ji 22 sal û nîvan heya 30 salî cezayê girtîgehê xwest. Derheqê Yavûz Karakaya de jî ji ber sûcê ’alîkarkirina kuştina biqestî’ ji 22,5 sal û nîvan heya 30 salî cezayê girtîgehê xwest.
Dozgerî ji bo Volkan Şahîn, Şukru Yildiz, Mehmet Alî Ozkilinç jî beraat xwest.
Heyeta dadgehê biryara girtina sûcdarên girtî û biryara berdewamkirina tedbîrên sûcdarên di bin kontrola edlî de ne da. Her wiha heyeta dadgehê rûniştina dozê ji bo 16 û 17’ê Tîrmehê paş xist.