Wezaretê diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de 77 Fîlîstînî di encama êrişên artêşa Îsraîlê de hatine kuştin. Li gorî heman çavkaniyê ji 7’ê Cotmehê dema destpêkirina şerê li Xezeyê û vir ve di êrişên Îsraîlê de 36 hezar û 731 kes hatine kuştin.
Hate ragihandin ku li Şerîda Xezeyê 83 hezar û 530 kes jî birîndar bûne.
BOMBARDÛMAN DEWAM DIKE
Bombardûmana hêzên hewayî, deryayî û yekîneyên topan ên Îsraîlê li seranserê Şerîda Xezeyê dewam dike.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, artêşa Îsraîlê tevî kampên El Mahazî û El Bûreyc ên li navenda Şerîda Xezeyê, ji bo bombekirina bajarokê El Karara yê li nêzî Xan Yûnûsê û bajarê Rafahê top bi kar anî.
Artêşa Îsraîlê jî li ser Telegramê daxuyaniyek da, operasyonên li van herêman piştrast kir û got, “Bi dehan terorîst hatin bêbandorkirin, cihên çekên wan û binesaziya terorîstan a li herêmê hate îmhakirin.”