Duşem, 20 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Tehranê malbatê girtiyan çalakiya protestoyî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeteriya li ser jiyana rojnamevan Huseyîn Aykol didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hevserokan daxuyaniya ‘Demîrtaş’: Divê bi lez bê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hiqûqa dijminatiyê xistine meriyetê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abya Yala Civaknasiya Azadiyê ya Rêber Apo rastî eleqeyek mezin tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Muxatabê sereke yê pirsgirêka Kurd Rêber Ocalan e, ne DEM Partî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Taksîvan tevlî çalakiya ji bo Rojînê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girseya gel sersaxî ji malbata gerîlayê HPG’ê Yaşar re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan ji bo Rêber Apo meşiyan: Heta azadiyê em ê têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiyên ji bo şehîd Çiyager Amara û Zemanî Sûrûç didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di şewta Pîremegrûnê de ciwanek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê bi girseyî serdana şîna şehîd Têkoşîn Cûdî û Rêzan Serdem hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kombûna Jinan a Zenûbiya: Êrîş nikarin îradeya me bişkînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Dayikên Aştiyê: Rêber Apo divê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darazê Îranê cezayê 38 qemçiyan li Ateş Şakeremî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Em bêrêziya li hemberî Rêber Apo qebûl nakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiya 30 salan cara sêyemîn hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji xwendekarên zanîngehê ji bo Rojîn Kabaîş meşa edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê Festîvala Şehîd Bawer Agir dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Spanyayê bi pêşangehekê işaret bi têkoşîna YPJ’ê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra destana ‘Dewrêşê Evdî û Edûlê’ şîrove kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Ne diyar e ka Îmralî bi kîjan hiqûqê tê birêvebirin’
Rojane

‘Ne diyar e ka Îmralî bi kîjan hiqûqê tê birêvebirin’

Endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol di paneleke li Rihayê hatî lidarxistin de, axivî û got ku ne diyar e ka Îmralî bi kîjan hiqûqê tê birêvebirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê, ji bo balê bikişîne tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin bi sernavê “Nêrîna li tecrîdê ya bi perspektîfa azadîxwaz” li Eywana Konferasna Tahîr Elçî ya Baroya Amedê panelek lidar xist. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol weke axatvan tevlî panelê bûn.

Moderatoriya panele Berdevka Komîsyona Jinan a Şaxa OHD’a Rihayê Mizgîn Kurtoglû kir. Kûrtoglû destpêkê têkildarî tecrîda 39 meh in li dijî Abdullah Ocalan tê meşandin de agahî da. Pişt re endamê Hiqûqa Buroya Asrinê Ozgur Erol têkildarî serenavên tecrîd û hiqûqê axivî.  

Erol ê ji bo Îmraliyê got ku “Yekemîn cihê ku di qada navnetewî de statuya wê û bi kîjan hiqûqê tê birêvebirin ne diyare ye” wiha axivî: “Li Îmraliyê ji roja ewil ve tecrîd tê pêkanîn. Dema parêzer û malbatan xwestin biçin destûr nehate dayîn. Ewilî radyoyeke ku birêz Ocalan tenê bikare TRT’yê guhdar bike dabûnê. Yek qenal pêkanîneke diyar e. Her tim hate xwestin ku çi dikeve hundir çi derkeve were kontrolkirin. Hevdîtinên bi parêzer û malbatan re demekî dirêj in nikarin bên kirin. Ev pêkanîn ji bo girtiyên din ên li wir jî derbasdar e.”

Erol, ê qala cezayên dîsiplînê yên ku dikin hinceta astengkirina hevdîtinan kir, wiha domand: “Birêz Ocalan û girtiyên din her ku diçe pîr dibin. Dema derdikevin sporê bi gotina ‘hûn çima di nava xwe de diaxivin’ cezayên dîsiplînê tên dayîn. Ji bo ku bi van hincetên pêkenok ceza tên dayîn êdî îtîraz jî nayê kirin.” Erol, bi bîr xist ku 39 meh in agahî Abdullah Ocalan nayê wergirtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîda hatiye kûrkirin, rastiya Ocalan ê li ber xwe dide derdixe holê. Meseleya bingehîn ne kûrkirina tecrîdê ye, tecrîda tê kûrkirin nîşan dide ku Ocalan çiqas li ber xwe dide. Rastiya Ocalan ê li dijî wî tecrîd heye, nêzîkatiya pirsgirêka kurd deyne holê. Hinek kes dipirsin ku em çima di her mijarê de qala tecrîdê dikin. Rakirina tecrîdê israra leyîstina Ocalan a rola wî û israra di çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêbazên demokratîk de ye. Divê wiha fêm bikin û bi vî awayî lê binêrin.” Erol da xuyakirin ku hewldanên Nelson Mandela yên ji bo mirovên reş û spî li Afrîka Başûr bi hev re bijîn û Paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dişibe hev û destnîşan kir ku ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn xeteke jiyanê ye.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan bi lêv kir ku dema mijar dibe tecrîd û pirsgirêka kurd hin kesên ku îdia dikin ku demokrat in bêdeng dibin û anî ziman ku ev mijar îşlikên ji agir in. Ocalan, rola hêzên hegemon a di dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a sala 1999’an de bi bîr xist wiha got: “Ji bo ku Tirkiye destûrê nade CPT raporeke ku amade kiriye jî nikare biweşîne. Em dikarin vê bi hêza gel bişikînin. Hiqûqa li Îmraliyê tê pêkanîn derveyî hiqûqa navîn û hiqûqa navnetewî ye. Ji bo ku tecrîd were rakirin li girtîgehan berxwedaneke mezin heye. Hiqûqeke dualî heye. Ev hiqûq di polîtîkayên qeyûman de derdikeve pêşberî me. Hiqûqa li Kepez a Antalyayê û hiqûqa li Colemêrgê tê sepandin cuda ye. Gelê kurd derveyî pergala hiqûqê hatine hiştin.”

Ocalan, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê destpê kir îro belavî her derê bûye û ev tişt gotin: “39 meh in tu agahî nînin. Malbat û parêzer nikarin biçin. Peyama ku ‘Em ê di sedsala Tirkiyeyê de destûrê nedin ku birêz Ocalan rola xwe bilîze’ didin. Aqlê dewletê qebûl kir ku birêz Ocalan muxatab e. Qala asayîbûnê tê kirin. Heke asayîbûnek çêbibe divê birêz Ocalan biaxive. Heta ku ev pêk neyê hûn nikarin têkçûna aboriyê rawestînin. Bi fikrên birêz Ocalan şertên jiyana azad ên herkesê hene.”

Panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN RIHA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Fermandarê hikumeta Şamê mir
Nûçeya Pişt re Rewşa girtiyên nexweş Kûday û Îvrendî giran e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gundê Sepet ê li başûrê Kobanê hate bombekirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Sepet û Girê Berkel ên Kobanê bombe…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Edeneyê kadroyên damezrîner ên PKK’ê Kaytan û Altûn hatin bîranîn

Ji bo kadroyên damezrîner ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li navçeya Seyhan…

Ji aliyê Stêrk TV

Operasyona Ewlekariyê ya li Kampa Holê di roja sêyemîn de ye

Operasyona li kampa Holê û derdora wê ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê hate destpêkirin, di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Tehranê malbatê girtiyan çalakiya protestoyî lidar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Xeteriya li ser jiyana rojnamevan Huseyîn Aykol didome

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Hevserokan daxuyaniya ‘Demîrtaş’: Divê bi lez bê berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Hiqûqa dijminatiyê xistine meriyetê’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?