Şemî, 6 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Acar: Ez şahida tevahiya dîroka têkoşîna siyasî ya Kurd im, dixwazim aştiyê jî bibînim!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana Ahmet Tunelî 32 sal in girtî ye, cara çaremîn hat astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê têkildarî ‘mafê hêviyê’ ji Konseya Ewropayê re name şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KESK’ê li ber Wezareta Edaletê banga berdana girtiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bedewî û jiyana Gundê Rizgê yê Binarê Qendîlê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di salvegera 11’emîn a Komkujiya 5’ê Hezîranê de daxwaza eşkerekirina kujeran hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê Parka Şehîd Solîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê piştgirî da banga ‘yekîtiyê’ ya Talabanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Şêx Mihemed Îshaq Feyaz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Avesta: Bi taktîkên mijûlkirinê ne pêvajoyê bi pêş ve diçe ne jî pirsgirêka 100 salî çareser dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di meha Gulanê de 16 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktîvîst Nadîm Mukarreb: Di salekê de herî kêm 61 jin hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji AKD’ê banga ji bo 14’ê Hezîranê: Em tevlî Greva Jinan bibin, li dijî G7 dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mujde Gungor a ku hat qetilkirin li Mûşê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2’yemîn Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gurbetellî Ersoz serlêdan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîs Jinan a DEM Partiyê li dijî Pakêta Darazê ya 12’emîn banga têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-Çand-Ewropayê, Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev Çand-Ewropayê Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja duyemîn a 5’emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn berdewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi coş û girseyî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Armanca me nivîsandina dîrokeke rast e’
Jin

‘Armanca me nivîsandina dîrokeke rast e’

Endama Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê ya Qamişlo Lorîn Hac ji diyar kir di dîroka ku ji aliyê desthilatdaran ve hatiye nivîsandin de her tim jin kêm hatiye dîtin û destnîşan kir ku armanca wan nivîsandina dîrokeke rast e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Endama Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê Lorîn Hac ji ANF’ê re qala xebatên Jineolojiyê yên li bajarê Qamişlo kir û diyar kir ku di xebata Jineolojî de herî zêde mijara hevjiyana azad didin pêş.

Lorîn Hac wiha dest bi dest axaftina xwe kir: ”Ji bo xebata navenda lêkolînan a Jineolojiyê ku li Bajarê Qamişlo tê kirin, li ser bingeha lêkolîn û perwerdeyan tê meşandin da ku bi rêya van perwerde û lêkolînan encamên baş ji civakê re bên pêşkêşkirin û dîrokeke rast bidin nivîsandin. Her tim di xebata me de mijara hevjiyana azad li pêş e ji ber heta ku civakeke azad bê avakirin divê mejiyeke hevbeş bê avakirin. Her wiha jineolojî weke zanist tê naskirin ji ber zanist ne tenê ji civakekê re an netewekê re ye, zanist cîhanî ye.”

Lorîn di dewama axaftina xwe de anî ziman ku zanista Jineolojî di nav xwe de gelek zanistan dihewîne û wiha domand: ”Zanista Jineolojî di nav xwe de gelek zanistên din dihewîne; weke Etomolojî, Erkolojî, Netolojî û hwd. Di vir de gelek mijarên ku tên şîrovekirin hene. Her wiha bi rêya van tiştan em dixwazin bigihêjin civak an jî saziyên xwe. Her wiha di navbera zayenda jin û mêr de aqilek hevbeş were avakirin, ji ber herdû zayend hevdû temam dikin. Ji bo wê jî Jineolojî paradîgmaya hevjiyana azad ji xwe re esas digre.”

Lorîn anî ziman ku armanca navenda lêkolînan a Jineolojî rast nivîsandina dîrokê ye û wiha pêde çû: ”Lêkolînên navenda lêkolînan a jineolojî li ser esasê derxistina rastiyê tên nirxandin. Di heman demê de xebata me zêdetir li ser mijara jinê ye. Jina xwedawend civakbûyîn li derdora xwe ava kiribû. Her tişt li derdora jinê hate afirandin. Lê mijarên ku desthilatdaran heta niha derxistine pêş, dîrokeke berevajiyê rastiya ye. Li ser wê esasê em hewl didin rastiya tiştên ku em pê hatine xapandin derxînin holê.”

Endama navenda Lêkolînan a Jineolojiyê Lorîn Hac ragihand ku piştî Şoreşa Rojava jin gihişt asta ku rastiya xwe bibîne û got, ”Di civakê de jin rasterast di gelek astengiyan re derbas dibû, ew jî encama hişmendiya ku di nav civakê de hatibû ferzkirin. Ji bo wê jin di gelek qeyd û quralan re derbas dibû. Her tim jin rastî şikandinê dihat, ji ber her tim di ol û hemû qadên jiyanê de jin kêm tê dîtin. Lê piştî şoreşa Rojava jin gihişt wê asta ku hinek rastiyên xwe bibîne û xwe nas bike. Bi taybet piştî ku jinê di qada leşkerî de cih girt û li hemberî DAÎŞ’ê şer kir, bi ser ket. Li kêleka wê zanisteke weke jineolojî heye ku jin tê de xwe pêş bixin. Îro bi dehan perwerdeyên ji bo mêr ji aliyê jin ve tên pêşkêşkirin û di nav qadên siyasî, dîplomasî de cih digirin, di vê warê de jinên Rojavayê Kurdistanê gavek mezin avêtin. Ji ber çiqas têkoşîn û îradeya xwe bilind bikin ewqas azad in. Ji bo wê her çiqas civak me asteng jî bike, em her tim têkoşîna xwe dimeşînin. Ji ber fikira desthilatdariyê mejiyê hevbeş nagire nav xwe. Weke zanista Jineolojî her tim hewldanên me di warê pêşxistina jin de di aliyê xwebûn, hebûn û zanebûnê de tê nirxandin.

Di dawiya axaftina xwe de Endama Navenda Lêkolînan a Jineolojî ya Bajarê Qamişlo Lorîn Hac wiha got, ”Em weke Navenda Lêkolînan a Jineolojî rojane xwe dipirsin, me çi kiriye di nav civakê de? Di nav civakê de çiqas pêşketin hatiye avakirin û gavên çawa di nav civakê de hatine avêtin. Zanista Jineolojî ku îro di nav civakê de belav  bûye, em vê yekê dinirxînin ku berî zanista Jineolojî civak çawa bû û piştî wê çi guhertin çêbûn. Jineolojî wê ji pirsgirêkên civakê re bibe bersiv, ev jî encama wê yekê ye ku dema em mijarekî dinirxînin an jî lêkolîn dikin, em ji koka wê digirin dest.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hilbijêrên Yekîtiya Ewropayê di dengdanê de ne
Nûçeya Pişt re 9’emîn Mihrîcana Kurteçîrok di roja 2’yemîn de dewam dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe amade dike ku biçin Helebê

Piştî daxuyaniya Meclîsa Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Heyeta Îmraliyê wê bi lîderên CHP û EMEP’ê re hevdîtinê bike

Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) wê sibe bi Ozgur…

Ji aliyê Stêrk TV

Mazlûm Ebdî ji bo hevdîtina bi Şara re çû Şamê

Rêveberiya HTŞ'ê ya li Şamê bi piştgiriya Enqereyê ji her alî ve êrişî Kurdan dike.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Jinên Dersîmê bersiv dan Ensarîoglu: “Ev mikurhatine, divê tavilê sûcdar bêne cezakirin!”

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişloyê êrîşa çekdarî: Kesek jiyana xwe ji dest da, 2 kes birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Di meha Gulanê de 16 jin hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Aktîvîst Nadîm Mukarreb: Di salekê de herî kêm 61 jin hatin darvekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?