Li gorî encamên fermî yê referandûma roja Yekşemê, nêzîkî ji sedî 85 Cenevreyî qedexekirina “pêşandan an jî lixwekirina” sembolên nefretê li qadên cemaweriyê erê kirin.
Qedexeyek bi vî rengî jixwe di asta federal de bi pêşnûmeya di meha Nîsanê de ji aliyê parlamenterên Swîsreyê ve hatibû qebûlkirin, di rojevê de bû. Di pêşnûmeyê de bang li hikûmetê dike ku ji bo li qadên cemaweriyê yên ji her kesî re vekirîne bikaranîn û nîşandana sembolên Naziyan an jî sembolên din were qedexekirin divê bi qanûneke taybet bingeheke qanûnî bê avakirin.
Lê belê ev pêvajoyeke ku demeke dirêj jê re divê. Ji ber ku qedexeyek di asta federal de ji bo ku were cîbicîkirin divê li parlementoyê were dengdan.
Li gorî ajansa çapemeniyê ya Swîsreyê Keystone-ATS, Cenevre bi vî rengî bû kantona yekem ku qedexekirina sembolên nefretê li destûra xwe zêde kir.
Guhertin ji bilî democratique du center (UDC, rastgirên tundrew), ku partiya herî mezin a Meclîsa jêrîn a federal e, ji hêla hemû partiyan ve hat destekirin.
Pêşnûme ji aliyê nûnerê UDC’ê ve hat pêşkêşkirin ku bapîrê wî sirgûnî kampa komkirinê ya Mauthausenê hatibû kirin. Di encamê de UDC îdîa kir kune gengaze kue lîsteyeke sembolên qedexekirî bê çêkirin û ji ber vê yekê bang kir ki roja Yekşemê dengdana ‘na’ bi kar bînin.
Li kantona Cenevreyê, ji çaran sê (zêdetirî 76%) jî biryar da ku qanûna xwekuştinên bi piştgiriya malahuzurê pêk tê, were betalkirin.