Hewldanên ji bo rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 39 meh in tu agahî jê nayê girtin û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş didome.
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Hiqûqa Civakî beriya niha ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dabûn ji wan re tu bersiv nehatibû dayîn. Li ser vê yekê serî li Baroya Enqereyê dan. Rêxistinên hiqûqê li dijî tecrîda li Îmraliyê ji baroyê xwestin ku bikevin nav hewldanan.
Piştî ku daxwaznameya li Edliyeya Enqereyê hate dayîn daxuyanî hat dayîn. Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Enqereyê Çîgdem Kozan, bal kişand ku nikarin karê xwe yê parêzeriyê bikin û got: “Li ser vê yekê me serî li baroyê da. Beriya niha jî me serî li yekitiya baroyan dabû.”