Şehadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) di salvegera 28’an de ye ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersimê çalakiya fedaî kir. Gerîlaya YJA Starê Newroz Dersîm têkildarî girîngiya çalakiya fedaî ya Zîlan axivî.
Newroz Dersîm di destpêka axaftina xwe de di şexsê Zîlan de Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê bi bîr anî û got, “Kurdan di dîrokê de gelek caran serî hildan, ji bo parastina mafên gelê Kurd gelek pêşeng rabûn, lê belê yekî mîna Rêber Apo yekemcar rabû. Rêber Apo ew lîder e ku jinê dike esas û azadiya civakê di azadiya jinê de dibîne. Weke ku tê zanîn di Gulana 1996’an de êrişek li dijî Rêbertî hate kirin. Bi wesayiteke bombebarkirî hewl dan sûîqestê li Rêbertî bikin. Piştî vê êrişê hevala Zîlan bi metirsiyê dihese. Baş fêhm dike bê ev êriş tê çi wateyê û 30’ê Hezîrana 1996’an di dilê dijmin de çalakiyeke fedaî dike.
Çalakiya hevrê Zîlan çalakiyeke tenê leşkerî nîne, di heman demê de çalakiyeke îdeolojîk û siyasî ye. Di nava vê çalakiyê de kêfxweşiya ji jiyanê heye, hilanîna tola ji sîstema baviksalar a hezaran salî heye. Vê çalakiyê careke din nîşan da bê jin çiqasî xurt in. Di heman demê de ji bo xwedîderketina li Rêber Apo banga li jinan bû. Çalakiya hevala Zîlan bersiveke şênber a li dijî modernîteya kapîtalîst û hêzên komploger bû. Bi vê çalakiyê ji dijmin re hate nîşandan ku bi rê û rêbazên nû yên artêşa jinê wê derbên çiqasî mezin li dijmin bê xistin. Hêzên hegemonîk ji dema damezrandina tevgera me û vir ve êriş dikin û hewl didin tevgera me tine bikin. Heta ku Rêber Apo û fedaiyên me yên mîna şehîd Zîlan hebin ev tevger naqede, wê hîn bêhtir mezin bibe. Dijmin li gel komplo û êrişan wê nikaribe bi ser bikeve, ji ber ku rastiya şehîdan hêz û wêrekiyê dide me.”