Duşem, 17 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Modela jiyaneke nû: Entegrasyona Demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, îro bi gava me ya Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE: Ti planek ji bo nû ve nirxandina hebûna hêzên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîn in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 4 bajaran çalakiya xizmên windayan: Têkoşîna me dê heta dawî bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Em ê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş timî edaletê bixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Rêber Apo ji civaka Êzidî zanist û zanebûnê dixwaze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnertiya Kongra Star û PYD’ê piştgirî dan kampanyaya ‘Sûriyeya Demokratîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya şehîd Şiyar Serdar hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tevgera Azadiya Kurdistanê nîşanî cîhanê da ku gelê Kurd aştiyê dixwaze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo serketina pêvajoyê divê Birêz Abdullah Ocalan di aliyê fîzîkî de azad bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Uysal: Astengiya herî mezin a li pêşiya pêvajoyê tecrîda li Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgeha Qerçekê 23 jinên girtî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa YRJ’ê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Zeynep Celaliyan xirab dibe: Mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa YRJ’ê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê hepsê li aktîvîsta Îranî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Romayê festîvala ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Eleqeya ji bo Kurdî kêm dibe: Xwendin divê zêde bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji Mîhrîcana Çanda Kurd re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Serçavan-Rojên Film destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn Azad li Parîsê sala xwe ya 35’an a hunerê bi konsereke bi coş pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Halîde Turkoglû: Di 9’emîn Paketa Darazê de jin hedef tên girtin
Rojane

Halîde Turkoglû: Di 9’emîn Paketa Darazê de jin hedef tên girtin

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû diyar kir ku di 9’emîn Paketa Darazê de jin hedef tên girtin û got, “Em ê destûrê nedin tu paket û vesazkirinên ku faîl diparêze.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû têkildarî 9’emîn Paketa Darazê ya ku AKP-MHP’ê plan dikin pêşkeşî Meclisê bikin, li Meclisê daxuyanî da. 

Turkoglû, anî ziman ku bi pakêta darazê ya ku tê payîn vê hefteyê were Meclisê mafên jinan tên desteserkirin û wiha got: “Hikûmeta AKP-MHP’ê bi salane her tiştê ku dixwaze bike, bi komeqanûnên xwe bi cih tîne û dike.  Bi taybetî dema ku behsa mafên jinan tê kirin, van komeqanûnan dixe meriyetê. Yanî welat bi qanûnên ku ji aliyê Lijneya Giştî ya Meclisê ve hatine derxistin, bi lîstina çarenûsa gel, ciwan û jinan bi van komeqanûnan ve tê birêvebirin. Mixabin welat bi vî rengî tê birêvebirin û destkeftiyên me jinan bi van qanûnên giştî têne desteserkirin. Di nava qanûnên giştî û pakêtên darazê de yên ku heta niha hatine Meclisê, rojekê jî xalek ji bo jinan tê de neanîne. Li vî welatî di nava 24 saetan de 7 jin tên qetilkirin, gelo ji van qanûn û di pakêtên darazê de ji bo pêşîlêgirtina li vê qetlîamê qanûnek parastinê heye? Em dizanin ku tune ye. Em ji vê yekê matmayî namînin. Em li dijî vê têdikoşin. Em dizanin ku 9’emîn Pakêta Darazê ya ku tê gotin wê di demeke nêz de bînin ê jî li dijî mafê jinê ye.”

‘NAVEROKA PAKETA DARAZÊ NAYÊ ZANÎN’

Bi domdarî Turkoglû destnîşan kir ku der barê pakêta dê bê Meclisê de tu agahî nehatine parvekirin û wiha pê de çû: “Li ser naveroka ku ji aliyê çapemeniya alîgir ve hatiye eşkerekirin nîqaş tê kirin. Ev pakêt dê hefteya bê yan jî hefteyek şûnde bigihêje, lê heta niha ne hevalên me yên parlamenter û ne jî komîsyon nizanin naveroka vê pakêta darazê çi ye. Em di warê pêşnûmeyan de diaxivin. Gotinek heye ku bi salan e jin bi yek dengî dibêjin: ‘Qirkirina jinan polîtîk e’. Pêşnûmeya ku ez ê niha vebêjim wê di 9’emîn Pakêta Darazê de êrîşî wê bê kirin. Sedema qirkirina jinan ji ber pêkneanîna yasayên heyî ye. Ev ji polîtîkayên bêcezakirinê yên kujerên jinan. Bi taybetî bi vekişîna ji Peymana Stenbolê rê li ber vê tundiyê hat vekirin. Di paketên darazê de hemû xalên li dijî jinê hatine derxistin ev tundiya tê kirin zêde kirin. Wek Pakêta Darazê ya 9’emîn ku niha weke pêşnûme ji raya giştî re hatiye ragihandin lê naveroka wê tam nayê zanîn.”

Turkoglû wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pakêta darazê hê jî wekî pêşnûmeya nefermî tê zanîn. Di vê pêşnûmeyê de gelek mijarên ku bi taybetî bi jinan re têkildar in hene. Ji vana ya yekem guhertina tê xwestin xala qanûna hejmar 6284 de ye ku yek ji mezintirîn destkeftiyên jinan e. Ev xaleke ku li dijî qirkirina jinan destkeftiyên girîng dihwîne. Lê ji aliyê hikûmetê ve nayê bi cih anîn û her tim tê xwestin ku çawa rê li ber bigirin.

FAÎL NAYÊN CEZAKIRIN

Dema ku kiryar sûc dike jî nayê cezakirin. Wateya vê yekê jî îfadeya jinê esas nayê girtin. Guhertina ku tê xwestin ku di pakêta de were kirin, nîşaneya ku tê xwestin çawa rê li ber xala 6284’an bê girtine. Em ê destûrê nedin vê. Di pêşnûmeya nefermî de bi guhertina biçûk a di der barê vê xalê de tê xwestin ku tundiya li ser jinan zêde bikin û hêzê bidin sûcdaran. Erka vê hikûmetê ew e ku qanûnê ku jinan diparêze bi cih bîne, ne qutkirina van qanûnan. 

Li vî welatî jinek bi xwîna xwe kiryarê xwe îxbar kir. Ragîp Canan bi çekê êrîşê Nûrtaç Canan kir. Kiryau 8 sal 12 meh ceza girt lê piştî 2 sal û nîv serbest hat berdan. Ragip gefên xwe yên kuştinê domand û kelepçeya elektronîk 3 caran şikand û biryarên tevdîrê binpê kir. Ligel vê yekê jî ceza nayê dayîn an jî ceza tê dayîn lê kiryar nayê dîtin. Ya herî xirab jî hêj jî gefa kuştinê li Nûrtaç Canan tên xwarin. 

Em carek din bang dikin destê xwe ji qanûna 6284’an vekişînin. Mafê ku me bi têkoşînê qezenç kir nahêlin bê binpêkirin. Heke îktîdar dixwaze sererastkirinek bike divê qanûnên ku jinan diparêz e derxe. Her wiha bi têkoşînê em rê nadin sererastkirinên ku kiryaran diparêz e. 

PAKÊTA NÛ YA DARAZÊ

Di 9’emîn Pakêta Darazê de der barê paşnavê jinan de guhertinek heye. Jinan li Tirkiyeyê bi têkoşîneke 30 salan, her wiha li cîhanê û Ewropayê jî ji bo paşnavê jinan têkoşînek mezin da. Bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo jinan mafekî bingehîn hat qebûlkirin û hat diyar kirin ku jin piştî ku dizewicin jî dikarin paşnavê xwe bikar bînin. Lê belê midûriyetên nifûsê vê yekê qebûl nakin û daxwaza serlêdana darazê dikin. Jin piştî darazê mafê paşnavê xwe digirin. Lê belê di pakêta nû ya darazê de mijara paşnavê wek parastina malbatê, wek reîsa malê mêr derket pêşperî me. 

BI PAKÊTA NÛ RE HEMÛ BAR LI SER MILÊ JINÊ TÊ HIŞTIN

Di nav 24 saetan de 7 jin hatin qetilkirin. Her roja ku derbas dibe xizantiya jinan kûr dibe. Wezareta ku der barê wan mijaran de bêdeng e polîtîkayên teşwîqkirina anîna zarokan li pêş dixe. Ji bo jinan tenê rola dayiktiyê tê armanckirin. Lê belê ji bo mezinkirina zarokan jî tiştek û derfetek jî nayê gotin. Her wiha Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî diyar kir ku ‘Pakêta dayikên ku dixebitin’ amade dikin. Ev pakêta ku tê amadekirin hemû kar li ser pişta jinê dihêle, wezîfeya xwedîkirina zarokan didin dayikan. Ji bo jinan; wezîfeya yekem a jinan zarok anîne dinê, li malê mayîn, paqijkirina malê û xizmetkirina ji bo mêran e. 

Ev yek xwedîkirina newekheviya zayenda civakî ye. Hewl didin ku jinan ji qada cemaweriyê û kar dûr bixin. Heke îktîdar jidil be dê li dijî xizaniya jinan polîtîkayan biafirîne, ji bo heqdesteke hewpar dê bikeve nava hewldanan, li dijî kedxwariyê dê polîtîkayan biafirînin. 

Lê belê em baş dizanin ku hûn polîtîkayên ku xizmetê dide jinan naafirînin. Ji ber ku di bîrdoziya îktîdarê de tunehesibandin û kedxwarî heye. Zêdebûna tundîa li hemberî jinan, qetilkirina jinan, xizaniya jinan, êrişên li hemberî destkêftî û mafê jinan ji ber polîtîkayên îktîdarê pêk tên. Em carek din hişyar dikin; dev ji polîtîkayên serdestiya mêr û tundîa li hember jinê diparêzin berdin. Derbarê maf û jiyanê de em ê biaxifin û biryaran bidin. Bijî têkoşîna jinan.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê MKG: Em ê çapemeniya azad biparêzin
Nûçeya Pişt re PÎK: Li dijî êrîşên dewleta Tirk rabin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Konferansa Jinan a DBP’ê: Divê em ji bo azadiya Ocalan hîn bêhtir têbikoşin

Meclîsa Jinan a DBP'ê bi dirûşmeya “Em jinên bi rêxistinbûyî û azad civaka azad ava…

Ji aliyê Stêrk TV

Şoreş Alan: Em ê têkoşîna şehîdên sêdarê bigihînin serketinê

Endamê Fermandariya YRK’ê Şoreş Alan, di şexsê şehîdên sêdarê Şirîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî,…

Ji aliyê Stêrk TV

Şêniyên Amedê: Navnîşana aştî û çareseriyê Rêber Apo ye

Şêniyên Amedê ji bo aştiyeke mayinde işaret bi Rêber Apo kirin û ji desthilatdariya AKP-MHP'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Modela jiyaneke nû: Entegrasyona Demokratîk

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 9’Ê MIJDARA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, îro bi gava me ya Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DYE: Ti planek ji bo nû ve nirxandina hebûna hêzên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîn in

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?