Yekşem, 10 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Dayikên Aştiyê banga hevpar: Diyariya herî mezin ji bo dayikan, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava xwendekar û mamoste ji bo Kurdî meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Împaratoriya narkotîkê ya çeteyên dewletê -IV

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ya ku bi malbata Dîrîl hate kirin ne tenê karê Apro Dîrîl e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Dînç: Divê pêvajo bi lez bê meşandin û azadiya Birêz Ocalan pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Cizîrê Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûhafizên Şoreşê êrîşa li ser baregeha Komala li ser xwe girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Hewlêrê bombe li biryargehên Komala barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla Doga Pîrdogan li Şengalê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dil û mejiyê xwe dabû têkoşînê: Dilmaf Efrîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şahida Komkujiya Dersimê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Divê zemîna çareseriya demokratîk bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Osê: Hebûna YPJ’ê ya di nav artêşê de mîsogeriya bidestxistina maf û destkeftiyên jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    JYAD: Dayik aştiyek bi rûmet dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Darvekirin me naşkîne; rehên me bera binê axê dide’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ger em li Tirkiyeyê aştiyê ava bikin, Tirkiye dê demokratîk bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Zext û zordariya li rojnamevanên jin: 7 girtî
Jin

Zext û zordariya li rojnamevanên jin: 7 girtî

Li gorî rapora Hezîranê ya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê zext û êşkenceya li rojnamevanan meha Hezîranê jî dewam kir. Li welêt 7 rojnamevanên jin girtî ne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha hezîranê eşkere kir. Li gor raporê niha 7 jinên rojnameger girtî ne. Komeleyê got ku darizandin û cezakirina rojnamegeran a di meha hezîranê de jî dewam kir. Di vê mehê de jî rojnameger li qadan hatin astengkirin û binçavkirin.

Di berdewamiya raporê de wiha hate gotin:

“Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê demeke dirêj e di bin zextên curbecur de ye. Îktîdar, ji bo rojnamegerên muxalîf bêdeng bike serî li rêbazên cuda dide. Di meha hezîranê de êrişên fîzîkî yên li dijî rojnamegeran û binçavkirinan bal kişandin. Di meha hezîranê de jî şopandina nûçeyan a rojnamegeran hat astengkirin, bi êrişê rû bi rû man. Bi taybet di çalakiyên şermezarkirinê de bi mudaxaleya polîsan ev binpêkirin bêtir derketin pêş.

Jinên rojnameger di heman demê de ji ber zayenda xwe hîn zêde bi zext û cihêkariyê rû bi rû dimînin. Em dikarin mînaka rojnameger Esra Solîn Dal bidin. Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê lêgerîna tazî li ser nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal hat ferzkirin. Esrayê der barê ferzkirina lêgerîna tazî de gilî kir lê belê ji bo vê serlêdanê biryara neşopandinê hat dayin. Ev mînaka herî berbiçav a polîtîkayên bêcezahiştinê ye. Di meha hezîranê de 7 jinên rojnameger di girtîgehê de hatin ragirtin. Tim gef li jinên rojnameger tê xwarin, ev yek dibe sedema gefxwarina li ewlehiya wan a derûnî û fîzîkî.

Li dijî biryarên tayînkirina qeyûman li Amed û Colemêrgê di dema çalakiyan de polîsan mudaxaleyî rojnamegeran kirin. Tundî li wan hat kirin û hatin astengkirin. Ev yek nîşan dide ku îktîdar di nava hewldana bêdengkirina nûçeyên rexneyî û çalakiyên şermezarkirinê de ye. Li dijî tayînkirina qeyûmê li Colemêrgê a di 3’yê hezîranê de li Amedê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de rojnamegerên ku çalakî dişopandin bi tundiya polîsan rû bi rû man. Di meha hezîranê de jî rojnameger hatin cezakirin û darizandina gelek rojnamegeran jî didome.

Herî dawî, ji ber doza ku jê dihatin darizandin nûçegîhanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznur, Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, Zemo Aggoz, Denîz Nazlim, Hakan Yalçin û Mehmet Gunhan derketin dadgehê. Rûniştina biryarê ya dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Şandeya dadgehê derbarê Habibe, Ceylan û Mehmet de bi hinceta “ji sûcên hatin kirin delîl nehatin bidestxistin” biryara beraetê da. Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Bêrîvan, Selman, Dîren, Emrûllah, Hakan, Oznur, Denîz û Zemo birî. Ev biryar asta biryarên darazê yên gefê li azadiya çapemeniyê dixe, nîşan dide.

Rapora MKG’ê nîşan dide ku li Tirkiyeyê zextên li hember jinên rojnameger û li hember azadiya çapemeniyê gihaştiye asteke cidî. Hewldanên îktidarê yên ji bo bêdengkirina çapemeniya rexneyî û azad di aliyê mafên mirovan û nirxên demokratîk de gefxwarineke mezin e. Polîtîkayên bêcezahiştinê û sepanên cihêkar ên li ser jinên rojnameger zirarê dide têkoşîna wekheviya zayendî.

Ji bo azadiya çapemeniyê bê parastin û ji bo her cure zextên li dijî rojnamegeran bi dawî bibin divê di aliyê qada neteweyî û navneteweyî de gavên xurt bên avêtin. Avakirina qadeke ji bo rojnameger bi awayekî azad karê xwe lê bikên girîng e. Ev yek ji kevirê bingehîn ê civakeke demokratîk e. Parastina van mafan berpirsiyariya hemû civakê ye. Têkoşîna li dijî tundî û cihêkariya li hember jinan ji bo wekheviya zayenda civakî û azadiya çapemeniyê girîng e. Li ser vê yekê ji bo serdestiya hiqûqê derkeve pêş û binpêkirina mafên rojnamegeran bêceza nemîne divê mekanîzmayên bi bandor bên avakirin. 

* Derya Ren – Nûçegihana JINNEWS’ê
 
* Elîf Ersoy – Berpirsa Karên Nivîsan a Kovara Yuruyuşê 
 
* Hatîce Duman – Midûra Karên Nivîsan û xwediya Rojnameya Atilimê
 
* Ozlem Seyhan – Rojnameger
 
* Tulay Canpolat – Nûçegihana rojnameya Sabahê ya Enqereyê
 
* Selamet Turan – Rojnameger 
 
* Ozden Kinik – Xebatkara TRT’ê ya berê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nivîskara Misrî: Fikrê Abdullah Ocalan ji bo hemû jinên cîhanê ye
Nûçeya Pişt re ‘Ji bo bilindkirina asta zimanê xwe em ê têbikoşin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di Nobetên Edaletê de banga xwedî li Kurdî derkevin hat kirin

Di çalakiyên Nobeta Edaletê yên li gelek bajaran berdewam dikin de bi boneya Roja Zimanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk bombeyan li 2 gundên Kobanê dibarîne

Dewleta Tirk a dagirker bi obusan bombeyan li gundên Cadê û Sêvê yên Kobanê dibarîne.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bolîvyayê hewldana darbeyê

Li Bolîvyayê yekîneyên artêşê navenda siyasî ya La Pazê kontrol kirin û êriş birin ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Şahida Komkujiya Dersimê jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Dayikên Aştiyê: Divê zemîna çareseriya demokratîk bê xurtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Emîne Osê: Hebûna YPJ’ê ya di nav artêşê de mîsogeriya bidestxistina maf û destkeftiyên jinan e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?