Sêşem, 26 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ozel: CHP bi awayekî fiîlî hate girtin armanca wî ‘siltaniya teqez’ e

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê bang kir: Di Cejna Qurbanê de aştiyê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê polîsan êriş birin ser mîtînga Ozgur Ozel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Protokola diyalog û çareseriyê ya 30 sal berê

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Kontra Omîd Weşkelanî hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E’yê bi peyamekî Cejna Qurbanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mazlûm Ebdî li Hewlêrê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Serdeştê kasibkarekî Kurd kuşt, li Mahabadê 3 ciwan binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobedê ya li Kampa Şehîd Rûstem Cûdî bi koma 202’yan didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê gorên şehîdan hatin ziyaret kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çewligê nerazîbûna li hemberî birîna daran

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Amadekariya 20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Têkiliyên Derve ya TJK-E hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa têkiliyên derve ya TJK-E’yê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-F: Em ê hesabê Gulden Komurcu bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bazîdê ji bo Gulden Komurcu meş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi YPJ’ê li Kolombiyayê çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Ji objektîfa ciwanê vegeriyayî; li Efrînê bihar
Civak & Ekolojî

Ji objektîfa ciwanê vegeriyayî; li Efrînê bihar

Ciwanê bi navê A.B ku piştî salan bi karwanê duyemîn di 4’ê Nîsanê de vegeriya warê xwe, bihara Efrînê bi hemû rengên wê kişand û got, “Bajarê zeytûnan Efrîn li benda xwediyên xwe yên koçber e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ciwanê ji Efrînê A.B. ku di 4’ê Nîsanê de tevlî karwana duyemîn vegeriya warê xwe, wêne û dîmenên ku wî kişandibû ji ANF’ê re şand. Di axaftina telefonê de A.B. got, ‘Bajarê zeytûnê Efrîn li benda xwediyên xwe yên koçber e.”

 

Gelê Efrîn, di sala 2018’an de 58 rojan li dijî dewleta Tirk û komên girêdayî wê, berxwedanek mezin nîşan da. Di encama êrîşên hovane de bi hezaran kes koçber bûn û bi sedan sivîl ku jin û zarok jî nav de hebûn, jiyana xwe ji dest dan.

Piştî Efrîn di Adara 2018’an de hat dagirkirin, piraniya gel venegeriya malên xwe. Piştî salên dirêj ên koçberiyê, di peymana ku di navbera QSD’ê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de di 29’ê Çile de hatibû îmzekirin, vegera ewle ya koçberan weke xalek sereke hat destgirtin.

Di vê çarçoveyê de, di karwana yekem de zêdetirî 400 malbat û di ya duyem de jî nêzîkî 200 malbat vegeriyan Efrînê. A.B., ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike, di 3’yê Nîsanê de li Qamişloyê, dema ku bi malbata xwe re li ser rêya vegerê bû û xatir ji hevrêyên xwe dixwest gotibû, “Ma em ê bi rastî vegerin Efrîn?”.

A.B., beriya ku bi rê bikeve digot, “Ez ê biçim Efrînê, hemû gundan û bajarokên wê bigerim. Ez ê xwezaya ku bi salan e jê mehrûm mame bibînim û bihara Efrînê bikişînim.”

Karwana ku sibeha 4’ê Nîsanê bi rê ket, êvarê gihîşt Efrînê. A.B., kêfxweşiya xwe ya mezin a gihîştinê anî ziman û diyar kir ku ew ê li gundan bigere û dîmenên biharê bikişîne.

Efrîn, ku berê bi darên xwe yên zeytûnan dihat nasîn, piştî dagirkeriya sala 2018’an zirareke cidî giha jîngeha wê û ji 40 mîlyon zêdetir dar hatin birîn.

A.B., destnîşan kir ku navenda bajêr bi piranî guheriye, avahî û jiyanek bêserûber serwer e. A.B., her wiha diyar kir ku xizmet pir nebaş in û tiştên ku di medyayê de hatine ragihandin bi tevahî rastiyê nîşan nadin.

Tê gotin ku gundan bi piranî rewşa xwe ya berê parastine, lê çiya û daristanan zirareke mezin dîtine. Tevî vê yekê, A.B, tîne ziman ku bi saya barana zêde, ev bihar pir zindî bûye û xweza ji nû ve zindî bûye. A.B. got, “Kûlîlkên rengîn vekirine. Mîna ku vegera Kurdan silav dikin. Ev reng mîna sembola renga Kurdan in.”

A.B., destnîşan kir ku nasnameya Efrîn nayê guhertin û got ku kesên ku koçber bûne hêdî hêdî vedigerin û dê darên xwe hembêz bikin.

Karwana sêyemîn tê plankirin ku vê hefteyê ji Hesekê derkeve. Tê gotin ku vegera ku tê payîn bi qasî hezar malbatan di nav xwe de bigire, dê li gorî Peymana 29’ê Çileyê qonax bi qonax berdewam bike.

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN EFRÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî
Nûçeya Pişt re Tulay Hatîmogûllari: Civak li benda derxistina qanûnan e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tifaqa Ked û Azadiyê li Enqereyê civiya

DEM Partî bi partiyên ku di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de ne re civiya…

Ji aliyê Stêrk TV

RMC: La Niña lawaz xuya bike jî li gelek herêman germahî wê zêde be

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (RMC) a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve diyar kir ku bûyera…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Di êrîşa çeteyên dewleta Tirk de Hesen El Samir şehîd bû’

Partiya Meclîsa Ciwanan a Giştî ya Sûriyeya Pêşerojê bi daxuyaniyekê ragihand ku Hevberdevkê Meclîsa Ciwanên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Li Gimgimê nobeda JES’ê di roja 21’an de ye: Em xaka xwe naterikînin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

‘Guherîna avhewayê çemên li cîhanê bêdeng difetisîne’

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Kobanê amadekariyên patos û çandina bîstanan

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Ziman damarek ji jiyanê ye, nabe ku mirov jê bê par bimîne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?