Nobeta ku Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Beyoglûyê daye destpêkirin, dewam dike. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê Ozgul Sakî, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên kedê û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tevlî nobetê bûn.
Endama Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Zubeyde Înce diyar kir ku li welêt zextekî tirsnak serwer e û anî ziman ku hewl tê dayîn zexta navborî bi polîtîkayên sansûrê bê nixumandin. Înce destnîşan kir ku qeyûmên ku ji berê heta niha tayînî şaredariyên DEM Partiyê hatine kirin, hewl hatiye dayîn bi polîtîkayên sansurê cuda bê nîşankirin û wiha got: “Îro weke ku gendelî, xesp û tecrîd tune be, cara sêyemîn e qeyûm tayînî şaredariyên me dikin. Dibêjin ya sindoq, gel her carê wan di sindoqê de diqewitînin û dişînin Enqereyê. Lê ew bêyî şerm heman xespkirinê dubare dikin. Madem tiştekî rast dikin wê demê ev sansûr çi ye? Bi sansûr, zext û dorpêçê welat nayê rêvebirin.”
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî diyar kir ku desthilatdarî bi desterserkirina vîna gelê Kurd parastina desthilatdariya xwe armanc dike û got: “Lê nikare bike. Di van xakan de polîtîkayên faşîst û mêtînkarî ne nû ne, lê têkoşîna gelên bindest, tevgera jinê û tevgera azadiya Kurd ji wan resentir e.”
Ozgul Sakî anî ziman ku polîtîkayên zextê yên desthilatdariyê bi desteserkirina vînê re ne sînordar e û bal kişand ser 8 xebatkarên çapemeniya azad ên ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn û got: “Hewl tê dayîn dengê kedkarên çapemeniyê yên dengê heqîqet, azadî û kedê digihînin hemû gelên cîhanê û erdnigariya xwe, bê qutkirin. Hevalên me tên binçavkirin, sansûr têne pêkanîn, lê erka me hemûyan e li her derê ku em lê ne vî dengî bi awayekî herî berfireh birêxistin bikin. Bi vê bawerî û berxwedanê re dibêjin; bijî têkoşîna gelên bindest, çîna karker û azadiya jinan.”