Dayik/Mirovên Şemiyê çalakiya xwe ya 1006’emîn a her hefteyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bipirsin û ji bo faîlan wan werin cezakirin, li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Dayik bi wêneyên windakiriyên xwe û karanfîlan hatin li cihê çalakiyê. Endamê Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûsa Pîroglû û gelek parastvanên mafên mirovan tevlî çalakiya vê hefteyê bûn.
Di çalakiyê de aqûbetên Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ên di sala 1995’wan de li Amedê hatine binçavkirin û agahî ji wan nehatiye girtin hate pirsîn.
Ji Dayikên Şemiyê Sebla Arcan anî ziman ku polîtîkayên bêcezahiştinê bûye rewşekî domdor. Arcan da zanîn ku ew ê ji bo edaletê têbikoşin û diyar kir ku divê di binçavkirinê de windakirin wek “sûcê derveyî mirovahiyê” were hesibandin.
Arcan anî ziman ku Edîp û Orhan di 7’ê Hezîrana 1995’an de li Amedê li Baxçeyê Çayê yê Yeşîlçinar rûniştibûn, 3 kesên bi cil û bergên sîvîl ên bi çek ku bi wesayiteke Torosa Spî hatin cem wan û bang li wan kirin û ji wan re gotin “îfadeya we heye, em ê biçin qereqolê.” Sebla got, “Gelek şahidên ku dîtine li Torosa Spî hatine siwarkirin hene. Li gel vê jî hemû serlêdan hatin redkirin. Hemû serlêdanên malbatan û Komeleya Mafên Mirovan a li saziyên pêwendîdar heta îro bê encam man. Dîsa ji Edip Aksoy û Orhan Cingoz xeber nehat. 10 sal piştî bûyerê, di sala 2005’an de îtîrafên endamê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan di çapemeniyê de cih girtin. Abdulkadîr Aygan di yek ji îtîrafên xwe de got ku JÎTEM’ê Edîp Aksoy û Orhan Çîngoz piştî lêpirsînê înfaz kirine û cenazeyên wan li ser rêya Silopiyayê li ber ava çem defin kirine.”
Arcan diyar kir ku ÎHD’ê piştre li cihê sûc lêkolîn kir û di sala 2005’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê da û got, “Dozgeriyê diyar kir ku cenazeyên 2 kesên di 28’ê Hezîrana 1995’an de hatibûn definkirin, li cihê ku Abdulkadîr Aygan behs kirî, hatiye dîtin. Bi rêya şaredariyê sewqî Goristana Weqfan hatin kirin. Hat diyarkirin ku hatine definkirin. Malbatan her wiha diyar kirin ku wêneyên cenazeyan ên di dosyaya lêpirsînê de hene dibe ku aîdê Edip Aksoy û Orhan Çîngoz bin. Di gora ku bi biryara dozgeriyê hat vekirin de hestiyên 4 kesan hatin dîtin. Mînakên hestiyên hatin girtin ji bo tespîtkirina nasnameyan şandin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Lê Saziya Tipa Edlî ragihand ku di encama testa DNA’yê de derketiye holê hestî ne aîdê malbatên Aksoy û Cingoz bin.Di 29’emîn salvegera windakirina wan a di bin çavn de em bang li rayedaran dikin ku di dosyaya Edîp Aksoy û Orhan Çîngoz de ji nû ve lêpirsîn bê kirin û doz ji nû ve bê destpêkirin. Bila rayedar erka xwe bi cih bînin.”
Piştre nameya keça Edîp Aksoy Bêrîtan Aksoyê hat xwendin. Mirova Şemiyê Zeynep Yıldız name xwend. Name wiha ye: “Ez Bêrîtan Aksoy im. Ez êş, hêvî û îradeya her yek ji we di vê rêya dûr û dirêj de ku me bi hev re dest pê kir, ji kûr ve hîs dikim. Di têkoşîna min a ku di 7’ê Hezîrana 1995’an de bi wefata bavê min Edîp Aksoy dest pê kir, li kêleka we bûyîna min hêz dide min. Lêgerîna min a hînbûna aqûbeta bavê min û edaletê bi salan e didome. Ev lêgerîn ne tenê lêgerîna windakirina kesa ye, di heman demê de têkoşînek ji bo avakirina maf û edaletê ye. Dizanim ku ez di vê têkoşînê de ne bi tenê me û di nava hevgirtinê de her tim hêz daye min. Çîrok, êş û têkoşîna her yekî ji we bû çîrok, êş û têkoşîna min. Weke Dayikên Şemiyê em bi salan li Qada Galatasarayê li ber Bîrdariya Jiyanê ya Koşuyolu li hev kom bûn û qîriyan û daxwaza edaletê kirin. Li dijî yeên ku dengê me nebihîstin em hemû bi hev re rawestiyan.
Roja ku bavê min wenda bû, wê rojê min ne tenê bavê xwe, di heman demê de zarokatiya xwe, hesta xwe ya ewlehiyê jî winda kir. Dema ku min hewl da ku ez bi zor û zehmetî û êşên bêbavbûnê re mezin bûm, ez j hîn bûm ku divê bi hêz û bi biryar bim. Bîranîna bavê min ji bo min her tim bûye çavkaniya îlhamê. Mirovên Şemiyê yên hêja, ez pir baş êşa we hîs dikim. Her çiqas ji aliyê fizîkî ve nekaribim bi we re bim jî ji bo bîranîna windahiyên me zindî bihêlim û lêgerîna xwe ya edaletê bidomînim, ez ê her dem bi nameyan li vê qadê bim û li ku derê bim jî ez ê li ber bîranînên bav, dayikên xwe rêzdar bim. Bila em ti carî baweriya xwe winda nekin ku rojekê em ê aqûbeta windayên xwe hîn bibin û edalet dê pêk were.”