Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re ya ji aliyê DEM Partî û DBP’ê ve li Wanê hat destpêkirin didome. Bi hezaran kes îro li navçeya Elbakê meşa xwe domandin. Meşvan piştî Elbakê ber bi Colemêrgê ve bi rê ketin.
Yek ji meşvanan Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî têkildarş meşê ji ANF’ê re axivî. Dîlekçî ev tişt anî ziman: “Meş di 30’ê Hezîranê de bi tevlîbûna rêxistinên sivîl, demokratîk û partiyên siyasî yên Tirkiyeyê li Marmarayê dest pê kir û hatin Wanê. Meş hefteyek li pey xwe hişt. Em îro ji Ebakê ber bi Colemêrgê ve bi rê dikevin. Eleqe û dilgermiyeke mezin heye. Di meşê de parlamenter û hevşaredarên me hest û ramanên xwe anîn ziman û helwesta xwe nîşan dan. Bi tevlîbûna jin û mêran meşa me didome. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî beşdarî meşê bû.”
‘MORAL Û MOTÎVASYON PIR BILIND E’
Dîlekçî wiha berdewam kir: “Em meşa xwe li ser rêya ku trafîk lê zêdeye didomînin. Moral û motîvasyon pir bilind e û em bi beşdariya gelê xwe meşa xwe didomîninn. Em ê danê êvarê jî pira Yenîkopru ya di navbera Colemêrg û Geverê de ye derbas bikin û li wir rawestin. Roja Duşemê di saetên serê sibê de em ê bigihêjin Colemêrgê. Bi beşdariya Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê DBP’ê li Colemêrgê em ê daxuyaniyeke girseyî bidin û dawî li meşa xwe bînin.”