În, 6 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Şirnexê bi giştî 96 sal ceza li 13 siyasetmedaran hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DBP û DEM’ê qurbaniyên erdhejê li ser gora wan bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdhejên 6’ê Sibatê: TJA’yê nerazîbûn nîşanî ‘normalîzekirina’ binpêkirinan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê derman xilas bûn: Mafê tenduristiyê nabe ku bibe mijara bazariyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Semsûrê meş: Nayê jibîrkirin, nayê efûkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hatayê bîranîna erdhejê: Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK’ê qurbaniyên erdheja 6’ê Sibatê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Semsûrê erdheja 6’ê Sibatê hate bîranîn: Ji bo karesatên nû çênebin em ê nedin jibîrkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elmanya hejmara leşkerên xwe yên li Hewlêrê kêm dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Tenduristiyê ya Amedê ji bo Kobanê banga lezgîn a alîkariya mirovî û tibî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berê me li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Divê gavên şênber bêne avêtin, Birêz Ocalan azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nêrgiz Mihemedî dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Çileyê 5 rojnamegerên jin hatin binçvakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapor: Li Amedê tundiya li jinê bi giranî di nava malbatê de pêk tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê mehekê jinek hate kuştin, 4 jin jî bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Fransa çû serdana YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Em ê sînor nas nekin, dîwaran hilweşînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Meşa rêzgirtina ji îradeyê re temam bû: Çalakî wê dewam bikin
Rojane

Meşa rêzgirtina ji îradeyê re temam bû: Çalakî wê dewam bikin

Meşa rêzgirtina ji îradeyê re temam bû. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di meşê de axivî û anî ziman ku îradeya gelê Kurd tê hedefgirtin û çalakiyên wan ên li dijî vê dewam bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

“Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hatibû destpêkirin, li navenda Colemêrgê bi daxuyaniyekê hate bidawîkirin. Bi sedan kesên hatin pêşiya Walîtiya Colemêrgê û daxuyanî dan. Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armut spasiya kesên li dijî xespkirina îradeya gel tevlî meşê bûne kir û da zanîn ku dê têkoşîna wan a li dijî xespkirina îradeya gel bidome. 

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî wiha got: “Şandeya me ev bû 9 roj di rêyan de ye. Ji Stenbolê, Tekîrdagê, ji Îzmîrê, Enqereyê heta Kurdistanê ji çar aliyan ve ketin rê. Bajar bi bajar hatin vê derê. Ji Wanê heta vê derê bênavber meşiyan. Di vê meşa xwe ya 9 rojan de daxwazeke me hebû. Ew jî rêzgirtina ji îradeyê re bû. Îrade çi ye? Îrade, di demokrasiyan de tê wateya gel. Lê di dîktatoriyan de îrade tê wateya qesrê, yekzilamî. Îrade, demokrasî û edalet e. Lê di rejîmên faşîst de tê wateya hêzên ewlekariyê, qeyûm û tayînkirina qeyûman. Em dibêjin rêzgirtina ji îradeyê re. Bi mafê bijartin û hilbijartinê re encama sindoqan weke îrade tê qebûlkirin.” 

Hatîmogûllari, bertek nîşanî gotina Erdogan ku digot dê rêzê ji encamên sindoqê re bigire da û wiha pê de çû: “Lê ji encamên sindoqê yên Colemêrgê re rêz negirt. Hevalê me Mehmet Siddik Akiş bi awayekî derhiqûqî hate girtin û 19 sal cezayê hefsê lê birîn. Hêj biryar nehatibû dayîn ku ev şexsê di vê avahiya piştme li walîtiyê rûdinişt ji hêla wezareta karên hundir ve weke qeyûm hat tayînkirin. Bi awayekî eşkere qanûn binpê kirin. Li Kula ya Manîsayê şaredar hat girtin û li şûna wî endamên meclisê şaredar hilbijartin. Baş e lê li Colemêrgê çi kirin? Meclisa Şaredariyê civiya û hevşaredara me Viyan Tekçe weke serokwekîl hilbjart. Ya ku divê niha were kirin ew e ku hevala me Viyan Tekçe bi awayekî fermî bibe Şaredara Colemêrgê. Lê wisa nakin.”  

‘ÎRADEYA GELÊ KURD HATE BINPÊKIRIN’

 Bi domdarî Hatîmogûllari destnîşan kir ku ji roja qeyûm hatiye tayînkirin heta niha li qadan e û wiha got: “Nobeta me ya li Stenbolê didome. Di meşa 9 rojan de di lingên hevalên me de av kom bû. Hinek hevalên me nexweş bûn û hinek jî kal bûn. Lê dîsa jî dest ji meşê bernedan. Heke mirov li dijî van meşiya bin, divê ev kesê li qesrê rûniştî, waliyê wî yê tayînkirî û qeyûmê îradeya gel xesp kirî jî îradeya gel bibînin. Hûn nikarin kesên tayînkirî bînin şûna kesên hilbijartî. Peyv bi pevy di destûra bingehîn de hatiye vegotin bê ka dema yên hilbijartî ji peywirê hatin girtin divê piştre çawa bê hilbijartin.”

Bi domdarî Hatîmogûllari wiha derbirî: “Ya ku îktîdar dike binpêkirina îradeya gelê Kurd e. Binpêkirina îradeya gelê Colemêrgê di heman demê binpêkirina destûra bingehîn e. Lewma em li vir dîsa bang dikin;  li gorî destûra bingehîn tevbigerin. Divê Tirkiye peymanên mohr kirine cîbicî bike. Divê li gorî şertên xwesriya rêveberiyên herêmî tevbigtere. Divê li gorî protokola Venedîkê tevbigere. Tayînkirina qeyûman ne tenê li gorî qanûnên Tirkiyeyê sûc e, li gorî peymanên Ewropayê jî sûc e û qanûnî nînin. Em li vir careke din diqîrin; em bi lingên xwe yên av lê kom bûyî, bi rûçikê xwe yê şewitî re xwedî li îradeya xwe derdikevin. Tavilê qeyûmên xwe paşve bikişînin û bila Viyan Tekçe weke serokwekîla şaredariyê were tayînkirin. Weke duh îro jî em ê tevî hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê li dijî kesên bêhurmetiyê li dijî îradeya me dikin çalakî û têkoşîna xwe bidomînin.”

‘TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME’

Hatîmogûllari wiha bi dawî kir: “Li her devera Tirkiyeyê li dijî qeyûman bertek tên nîşandan. Ji ber ku ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka Kurdan e. Ne tenê pirsgirêka Colemêrg û DEM Partiyê ye. Tayînkirina qeyûm, binpêkirina mafê me yê bijartin û hilbijartinê ye. Bi vê yekê re xetere li ser Şaredariya Stenbolê jî çêdibe, li ser ya Îzmîrê jî çêdibe. Banga me ji bo her kesî ew e ku rêzê ji bo îradeya gel bigirin. Em îro meşa xwe bi dawî dikin. Dê nobeta me bidome. Li her çar aliyên Tirkiyeyê dê têkoşîna me bidome.” 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN COLEMÊRG

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çalakiyên “Deng bide azadiyê” dewam dike
Nûçeya Pişt re Asayîşa Êzidxanê der barê êrîşê de daxuyanî da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dijminên Kurdan li Depê hişyariyên trafîkê jê birin

Dijminên Kurdan li navçeya Depê hişyariyên trafîkê yên bi Kurdî jê birin.

Ji aliyê Stêrk TV

Nîşaneyên nîzameke nû ya navneteweyî

Bûyer û pêvajoyên sereke yên sala 2023’yan yên di siyaseta navneteweyî de nîşan didin ku…

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Siyasetmedarê Baskî Zûlaîka: Rêberê dîrokî yê gelê Kurd Ocalan divê azad bibe

Siyasetmedarê Baskî Igor Zûlaîka anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan fikarê dide mirov…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Şirnexê bi giştî 96 sal ceza li 13 siyasetmedaran hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevserokên DBP û DEM’ê qurbaniyên erdhejê li ser gora wan bi bîr anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Erdhejên 6’ê Sibatê: TJA’yê nerazîbûn nîşanî ‘normalîzekirina’ binpêkirinan da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Kobanê derman xilas bûn: Mafê tenduristiyê nabe ku bibe mijara bazariyê!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?