Duşem, 17 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Entegrasyona demokratîk, demokrasiya muzakereyî û komunbûyîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi zarokên xwe serbilind in û azadiya Rêber Apo dixwazin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fetî Yildiz ê MHP’î: Serdana Îmraliyê her tim di rojevê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina serokê parlamentoyê û koordînatorên partiyên siyasî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê komîsyon biryara çûyîna Îmraliyê bide

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo şervana YPJ’ê teziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şengalê li ser sindoqan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Kurd û komek Tirkmen bi hev ketin: 2 polîs mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê milîtanên Apoyî yên fedaî bi hurmetî bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Goçer: Divê dewlet dest ji avaniya xwe ya mîlîtarîst berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziya Şehîd Şervan Şoreş hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglu: Em ê dadweriya karkerên jin ên hatine qetilkirin biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran ji bo girtiyên jin çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Mijdarê ya Rojnameya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 10 mehan de 383 jin hatin qetilkirin: Qanûnên ku nayên pêkanîn cesaret dide mêran!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê: ‘Civakeke ku jin tê de ne azad be, nikare demokratîk be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li kantonên Reqa, Tebqa û Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Hunerê derket: Şehîdên hunerê û komun

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nava xweliyên Sînema Amûdê ‘Festîvala Fîlman a Rojava’ destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wuppertalê ‘Şevbêrk’ a Kanîreşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Çareserî bi axaftina li gel Abdullah Ocalan û naskirina Kurdan re çêdibe
Rojane

Bakirhan: Çareserî bi axaftina li gel Abdullah Ocalan û naskirina Kurdan re çêdibe

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser geşedanên li Sûriye û Rojhilata Navîn û got: “Çareserî bi axaftina li gel Abdullah Ocalan û naskirina Kurdan re çêdibe.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de rojevên heyî nirxand. Bakirhan bal kişand ser serkeftina tifaqa çep a li Fransayê got ku dema li dijî pêla faşîzmê yekitî çêdibe, encam jê tê girtin û encamên li Fransayê ji bo wan jî bûne hêvî.

Bi domdarî Bakirhan çalakî û xwepêşandanên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê nirxand û ev tişt anî ziman: “Ev çalakî li her derê didomin. Em ê dengê xwe bilindtir bikin. Meşa rêzgirtina ji îradeyê re çalakiya me ya dawî nîne û dê çalakî bidomin. Ji bo qeyûm êdî li tu herêman neyên tayînkirin a ji destê me tê em ê bikin. Dê têkoşîna me bidome. Em feraseta qeyûman tayîn dike hişyar dikin; dev ji vê ferasetê berdin. Heke cisaret û hêza we hebe, vaye kedkar û xizanên Tirkiyeyê amade ne. Yên ku ji bo sindoqê cisareta wan tune ye, qeyûman tayîn dikin. Em kesên dixwazin hêza xwe bibînin, vedixwînin ser sindoqê. Em ji bo vê her tim amade ne.”

Bakirhan, qala xizmeta 3 mehan a şaredariyên qeyûm lê hatibûn tayînkirin kir û got: “Ev xizmete bedela xizmeta qeyûman a 5 salan e. Qeyûmê Curnê Reş 500 milyon deyn hiştibû. Şaredariya niha milyonek pere daniye. Rê nedan bertîlê, her qirûşek ji bo xizmeta gel xerc kirin û niha pereyî zêde dikin. Vaye feraseta me ya şaredarvaniyê ev e.”

Bakirhan, got ku şaredarî li dijî pişaftinê çalakiyên cur bi cur li dar dixin, qadên îstîhdamê vekirine, pirsgirêkên binesaziyê çareser dikin û xizmetên din ên şaredariyan bi mînakan vegot.

Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser krîza aborî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi milyonan kes terkî hejariyê hatine kirin. Lê belê bûdçeya Tirkiyeyê ji bo komeke biçûk a baronên şer, sermayedar û rantxwiran tê pêşkeşkirin. TUÎK jî li şûna vê rastiyê derxîne holê, enflasyonê kêm nîşan dide? Ji bo xelkê hejar nekare zemê bistîne, serî li hîleyê didin û pariyê nanê hejaran didizin. Li gorî daneyên TUÎK’ê, ferqa di navbera dewlemend û feqîran de 15 qet zêde bûye. Kesên kêmtirîn mûçeyî werdigirin di bin sînorê birçîtiyê de maeş digirin. Tişta ku em jê re dibêjin TUÎK, dijminê karker û kedkaran e. Derhiqûqtiyê dike.

Gelo yên vê bi serê hejaran tînin dema serê xwe datînin ser balgiyê xwe çawa dikarin razên? Bêwijdaniyeke mezin dikin. Îşala em ê rojekê bi darazeke demokratîk hesabê ji wan bipirsin.

Me jî weke partî ji bo vê rewşê kampanya da destpêkirin. Kampanyaya me Kampanyaya Ked û Edaletê ye. Jixwe bingeha vê pirsgirêkê ked û edalet e. Em ê starta wê di 19’ê tîrmehê de li Mêrdînê bidin. Dê kampanyaya me li her çar aliyên Tirkiyeyê xwe bigihîne hemû karker, kedkar, teqawid, jin û hemû welatiyan. Em ê tenê bi lidarxistina mitîngan bisînor nemînin. Ji ewil em ê biçin bi cotkaran re hevdîtinan bikin, li pirsgirêkên wan guhdarî bikin û pêşniyarên çareseriyê di mitîngan de rêz bikin. Ya herî girîng jî ew e ku em ê hewl bidin bi rêya rêveberiyên herêmî li ser bifikirin bê ka dikarin dahata xelkê xwe çawa zêde bikin. Banga min li her kesî ew e ku tevlî vê kampanyayê bibin.

Îktîdara AKP’ê li dijî gelê kurd ji ewil li Sûriyeyê bi DAÎŞ’ê re bû muxatab. We tevan temaşe kir, ev der bûbû otoban. Milîtanên DAÎŞ’ê li vir dihatin tedawîkirin. Veguherandibûn rêgeha derbasbûnê. Piştre DAÎŞ nebû. Rêhevalên me yên jin ên kurd ew barbar têk birin. Lewma dev ji wan berdan. Îcar jî OSO derxistin. Di navê wan de peyva azad heye lê ev rêxistin azadiyê tune dikin. Ew jî nebûn ji ber ku van rêxistinan sûcên li dijî mirovahiyê kirin û dikin. Ne OSO bû ne jî DAÎŞ. Îcar jî dîsa berê xwe dan Esad.

Em dibêjin ku yaw li şûna ji bo dijminatiya li dijî kurdan biçî Tehran, Şam û Bexdayê, heke zehmet nebe ji Esad pirsa ‘ya em dikarin çawa pirsgirêka kurd çareser bikin’ bikin. 30 milyon kurd li Tirkiyeyê dijîn. Lê ji bo tunekirina nasname û statûya 30 milyon insanan dîplomasiyê dikin û piştre jî tên dibêjin ‘xwişk-birayên min ên kurd.’ Û em jî dê bi van gotinan bixapin? Bi van hewldanan Tirkiye nikare li Rojhilata Navîn pêş bikeve, aştiyê pêk bîne. Tenê dikare tevliheviyê derxîne. Gelê kurd li wir dixwazin bi ereb, gel û baweriyên din ên li wir re statûyekê bi dest bixin. Ma çi zirara vê ji bo Tirkiyeyê heye. Ma ji terorîstên OSO û DAÎŞ’ê xeternaktir in? Îktîdara ku kurdan weke xetere û gefekê dibîne û siyaseta xwe ya derve li gorî vê teşe dide, mehkûmê têkçûnê ye.

Erê baş e me îktîdar fêm kir lê serokê giştî yê muxalefetê jî di vê mijarê de ketiye nava hewldanan. Birêz Ozel digot; ‘Ez dikarim di navbera Erdogan û Esad de navbeynkariyê bikim.’ Ez jî dixwazim vê jê re bibêjim; birêz Ozel, Erdogan dixwaze bi Esad re li ser bingeha dijminatiya li kurdan tifaqê bi Esad re çêbike. Gelo hûn hewl didin vê siyaseta dijkurd birêxistin bikin? Tu xêra vê nagihije gelên Tirkiyeyê. Tekane tişta divê hûn biki ew e ku polîtîkaya Rojava-Sûriyeyê ber çavan re derbas bikin û li gel polîtîkaya ku gel bi xwe qedera xwe diyar dikin bin. Dijbertiya kurdan, dijbertiya statûya kurdan ma ji we re ma ye. Ji kerema xwe weke muxalefetê hewl bidin ji bo polîtîkaya aştiyane rol bilîzin. Bila navbeynkariya we ji bo wê be ku Esad û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin.

Para îktîdarê ya di pirsgirêkên Sûriyeyê de zêde ye. Heke para îktîdarê 4 be ya muxalefeta navendî jî 1 e. Dema Efrîn hatibû dagirkirin, serokê giştî yê CHP’ê digot; ‘li wir tiştên baş çêdibin, xizmeteke baş heye.’Tişta ku jê re digot baş jî desteserkirina mal, milk û canê kurdan bû. Êdî kurdên li wir nikarin derkevin kolanan jî. Her roj jin û ciwan tên revandin û bajarê 5 hezar salî di destê çeteyan de dinale. Lê dibêje ‘tiştên baş dibin.’ Divê CHP ji bo polîtîkayên dijkurd nebe amûr. Kes nabêje bi Esad re hevdîtinan neke. Lê bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re jî hevdîtinan bikin. Divê ev hevdîtin hevdîtinên rast bin, divê ji bo çareseriyê bin. Divê hevdîtin ji bo aştî û çareseriya wir bin. Divê ne ji bo dijbertî û tunekirina statûya heyî bin. Gelê kurd van hevdîtin ji bîr nake û dema pêwîst kir dê bi bîr bixin.

Piştrast bin ku her hevdîtina li ser bingeha dijberiya kurdan bi Şam, Tehran û Bexdayê re tên kirin, her dîplomasî dê rojekê li we vegere. Zû yan jî dereng dê li wir her çareserî çêbibe. Ya ku dikeve ser milê we ew e ku bibin parçeyeke çareseriyê. Çareserî ne dîplomasiya şer a li Enqere, Şam û Tehranê ye; çareserî li Amedê, Kobanê, Hewlêr û Kirmaşanê ye. Kurd dixwazin siyasteke ku gihiştine mafên xwe yên demokratîk bimeşînin. Ev yek dê bi kêrî gelan bê.

Çareserî, naskirina îradeya gelê kurd e. Çareserî hevdîtina bi birêz Ocalan re ye ku rê li ber pêkvejiyana gelan vekir û ji bo çareseriyê hewl dide. Birêz Ocalan ne tenê di mijara pirsgirêka kurd de muxatab e. Di heman demê de bi fikrên xwe, bi tez û zanebûna xwe dikare sûdekî mezin bide aştiya Rojhilata Navîn. Tam di vê rewşê de divê ji bo çareseriyê bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin û daxilî pêvajoya aştî û çareseriyê were kirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rapor: Êrîşên li Kayseriyê bi plan û nîjadperestî hatine kirin
Nûçeya Pişt re Berdevkê Çapemeniyê yê HPG’ê: Serwerî di destê gerîlayan de ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hiqûqnas Demîr: CPT bûye parçeyek ji tecrîdê

Parêzer Cemal Demîr nerazîbûn nîşanî gotina 'tecrîd nîne' ya Wezareta Edaletê da û got, CPT…

Ji aliyê Stêrk TV

Civîna komisyona meclisê bi dawî bû

Civîna komîsyona meclisê ya 16'an ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Dadê Yilmaz…

Ji aliyê Stêrk TV

Hefteya derbasbûyî 1.400 carî rekora germahiyê şikest

Bi hatina biharê re gelek welatên li bakurê cîhanê ketin bin bandora giran a germê.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Hêzên Şamê bi dronê êrîşî Siwêdayê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Fîlîpînê bagera super bîlançoyeke giran li pey xwe hişt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Entegrasyona demokratîk, demokrasiya muzakereyî û komunbûyîn

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Fîlîpînê bagera super: Nêzî milyonek mirov hatin veguhestin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?