Yekşem, 18 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Birayê Denîz Poyraz Suleyman Poyraz piştî 14 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê daxwaza ‘mafên Kurdan bên naskirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Berpirsyariya me ya ji bo şehîdan mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çanakkaleyê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    HBDH: Altûn û Kaytan şehîdên tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê bîranîna Kaytan û Altûn destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Liv û tevgera artêşa Iraqê ya li dora Mexmûrê zêde bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xezeyê komkujî: Tevahiya şevê herî kêm 100 kes hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Ez ê timî hevalê Riza ji xwe re bikim esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kaytan, Altûn û Şehîdên meha Gulanê li Şengalê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Encamnameya Kongreya 1’emîn ya Hevgirtina NADA hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA bi panelan dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YPJ’ê konferansa xwe ya 4’emîn lidar xist
Jin

YPJ’ê konferansa xwe ya 4’emîn lidar xist

YPJ'ê konferansa xwe ya 4'emîn lidar xist û ragihand ku ew ji bo bicihanîna erkên dema nû bi biryardariyeke mezin amade ne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) di navbera 30 Hezîranê û 2’ê Tîrmehê de bi beşdariya 115 delegeyên ji pêkhateya Kurd, Ereb, Asûr, Tirkmen, Enternasyonalîst bi dirûşmeya ‘Bi hêza jina azad emê şoreşa jin û welat biparêzin, azadiya Rêber APO misoger bikin‘ 4’emîn Konferansa xwe li dar xist. YPJ’ê derbarê 4’emîn konferansa xwe de daxuyaniyekê parve kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Me 4. Konferansa xwe ya YPJ di navbera 30 Hezîranê û 2’ê Tîrmehê bi beşdariya nûnerên tevahî qadên me yên xebatê û nûnerên tevgera azadiya jinê lidar xist. Bi kombûna 115 delegeyên ji pêkhateya Kurd, Ereb, Asûr, Tirkmen, Enternasyonalîst û bi dirûşmeya; ‘Bi hêza jina azad em ê şoreşa jin û welat biparêzin, azadiya Rêber APO misoger bikin’ hate lidarxistin. Konferansa me asteke bilind a coş, moral û biryardariyê derxiste holê. Perspektîfên Rêbertî, peyamên Tevgerên jin, rewşa siyasî-leşkerî, rewşa rêxistinî-bîrdozî, ji nû ve avakirin, şerê gelê şoreşgerî û plansaziya dema nû bi awayekî berfireh hate nirxandin. Bi dahûrandin û nîqaşên dewlemend û bi biryardariya ku teqez em ê pêvajoyê di lehê azadiyê de qezenc bikin, konferansa me bi awayekî serketî bi encam bû.

Di salvegera şehadeta hevrêya fedayî Zîlan-Zeynep Kinaci de pêkanîna konferansa me, nîşaneya israra me ya di pêkanîna rêgezên azadiya jinê û meşa di xeta berxwedanî û fedaîtiya ku di şexsê hevrê Zîlan de şênber bûye. Bi vê boneyê em careke din diyar dikin ku wê mîrateya hevrê Zîlan bibe rênîşana meşa me ya azadî û serkeftinê.

‘YPJ WÊ DESTKETIYÊN JINAN Û GELÊN HERÊMÊ BIPARÊZE’

Konferansa me, siyaseta êşkence û tecrîda mutlaq a ku li Îmralî li dijî Rêber APO tê meşandin bi awayekî berfireh nirxand. Ji bo têkbirina vê polîtîkayê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO Konferansa me diyar kir ku wê YPJ hemû enerjî û hêza xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO seferber bike û wê pêşengiyê ji pêngava; “Ji Rêber APO re azadiya fîzîkî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bike. Li ser vê bingehê em 4. Konferansa xwe ya YPJ diyarî Rêber APO dikin, em berxwedaniya bi rûmet a gerîlayên azadiya jin silav dikin û konferansa xwe li tevahî jinên azadîxwaz pîroz dikin.

Di konferansê de rewşa siyasî û leşkerî bi hemû aliyên wê ve hate nirxandin. Hêzên hegemonîk hewl didin qirîzê bi qirîzê bidin çareser kirin û li şûna siyaseta diyalog û çareseriyê, rê û rêbazên leşkerî esas digrin. Ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên qirêj hemû nirxên mirovî û exlaqî binpê dikin. Ji bo wê konferansa me da diyarkirin ku kûrbûn û berfirehiya pirsgirêkan encax bi pêşengî û aqlê jinê ve were nirxandin û çareser bibe. Pêşengiya vê ya parastinê jî yekîneyên parastina jin YPJ digre ser milê xwe. Konferansa me diyar kir ku her awayî nêzbûn, an jî tifaqên hêzên herêmî û navnetewî heger xizmeta berjewendiyên gelên herêmê û destkeftiyên jinê neke, wê bi ti awayî neyê pejirandin û bedelê wê çi dibe bila bibe, wê YPJ destkeftiyên jin û gelên herêmê biparêze.

XWEDÎDERKETINA LI NIRXÊN ŞOREŞÊ

Îro bi taybet li Kurdistanê, di tevahiya erdnîgariya Rojhilata Navîn û cîhanê de tundî, destdirêjî, întîhar, kuştin û tepisandin bi awayekî dijwar li dijî jinê tê meşandin. Hişmendiya zilamê desthiladar jinê di malê de difetisîne, hêzên dagirker jî di hemû qadên jiyanê de wê hedef digre. Bi êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê, jin ji rewşên herî giran re derbas dibin. Ji bo ev operasyonên dagirkeriyê têk biçin û vala derkevin, di bingehê stratejiya şerê gelê şoreşgerî de divê tevahî jin pêngava parastina cewherî ya tevgera azadiya jinê ji bo xwe esas bigrin û li ser vê bingehê tevlê nava refên YPJ’ê bibin da ku xwe ji hişmendiya desthiladar, cinsiyetparêz û qirker xilas bikin. Bi vî rengî emê karibin xwedî li azadiya xwe û nirxên şoreşa azadiyê derkevin.

Li gel van hemû pêşketinan, konferansa me pêvajoya 2 salên borî di warê bîrdozî û rêxistinî de nirxand. Nebesî û lewaziyên di pratîkê de hatine jiyîn, bi berfirehî dahûrand û ji bo pêkanîna derketineke nû, rexnedayîneke xurt pêş ket. Her wiha ji bo ku asteke bilintir a têkoşînê di şer û jiyanê de pêk were, biryara ji nûve avakirina YPJ’ê hate girtin. Li ser vê bingehê jî hate diyarkirin ku divê navenda parastina jin a Bakur-Rojhilatê Sûrî sazîbûna xwe pêş bixe û asta rêxistinbûna xwe bilind bike.

‘YPJ AMADE YE ERKÊN DEMA NÛ PÊK BÎNE’

Çawa ku YPJ di pêvajoyên destpêka şoreşê de bi erka pêşengiyê rabû, di her warî de xwe fedayê şoreşê kir, can û bedel da, ji îro şunde jî parastina van destkeftiyên ku hatine avakirin, xwedî derketina li vê mîrateya dîrokî herî zêde erka jina ye. Weke YPJ emê jiyanê di xeta şerê gelê şoreşgerî de bi rêxistin bikin û nirxên şoreşê mayînde bikin. Li hemberî polîtîkayên zilamê desthiladar ên şerê taybet, hêza ku mirovahiyê û jiyanê biparêze, parastina cewherî ya jina ye. YPJ jî pênaseya rêxistinkirî ya parastina cewherî a hemû jina ye. Nirxên şoreşê ancax bi sekna jina xwedî îrade, zana, bi welatê xwe û xaka xwe ve girêdayî, namûsê ne di jinê de, di azadiya welat û gelê xwe de dibîne, pêkan bibe. YPJ nasnameya jina rêxistinkirî ye. YPJ xwebûne. YPJ girêdana bi Rêbertî û nirxên şoreşê re ye. YPJ hêza xweser û rêxistinkirî ya parastina hemû jina ye. YPJ xwe dispêre paradîgmaya netewa demokratîk û bi vî rengî dibe navê jinên Ereb-Kurd-Suryan-Ermen-Tirkmen û tevahî jinên cîhanê. Li ser vê bingehê konferansa me bi idîa û biryardariyeke mezin da diyarkirin ku YPJ ji bo pêkanîna erkên dema nû amade ye.

Weke yekîneyên parastina jin YPJ, çawa ku me DAIŞ têk bir, di serî de dewleta Tirk a faşîst û PDK, tevahî hevkarên şerê qirkirina gelan, li dijî her awayî êrişên li ser herêma me, emê bi çalakiyên xurt bersiv bidin û bi rola xwe ya pêşengiyê rabin. Ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk emê bi awayekî aktîf bi erkên xwe yên parastinê rabin. YPJ xwedî wê hêz, îrade û biryardariyê ye ku hêviya gel û jinan, xewn û xeyalên tevahî şehîdên şoreşa jinê, bi serkeftinê tacîdar bike. Li ser vê bingehê em soza xwe nû dikin û em dibêjin, bi ruhê fedaî yê şehîd Zîlan, Arîn û Rêvan, Sara û Ruken, Avesta û Barîn, Şervîn Şerdar, Sorxwîn Rojhilat, Azadî Dêrik, Zozan Hesekê, Hebûn Enteriyê, Îvana Hoffman û bi hezaran şehîdên azadiya jinê heta pêkanîna serkeftinê û mayîndekirina şoreşa jinê, emê têkoşîna xwe ya azadiyê bi awayekî xurt bidin meşandin û siberojeke azad diyarî mirovahiyê bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo Joe Biden xwe vekişîne zext giran dibe.
Nûçeya Pişt re Jinên Tolhildêr li Geverê li dijî polîs û çawîşên pispor çalakî lidar xist
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Daxuyaniya HDK’ê ya li ser şewatê: Em ê hesab ji berpirsyaran bixwazin

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di daxuyaniya xwe ya li ser şewata li Amed û…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Divê hêzên Kurd li hemberî dagirkeran xwedî siyaseteke zelal bin’

Şêrzad Semed: Têkiliyên Kurdan divê li ser esasa rêzgirtinê bin, ne li ser esasa alîkarîkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Colemêrgê ji 11 kesên ku hatinbûn binçavkirin 6 ji wan hatin girtin

Li Colemêrgê ji 11 kesên ku di 15’ê Gulanê de di operasyonên qirkirina siyasî de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Liv û tevgera artêşa Iraqê ya li dora Mexmûrê zêde bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Xezeyê komkujî: Tevahiya şevê herî kêm 100 kes hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê daxwaza ‘mafên Kurdan bên naskirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?