Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de li ser mijarê ev agahî hatibû dayin: “10’ê Tîrmehe saet di 23:40’î de helîkoptereke Skorsky a artêşa Tirk a dagirker, dema dixwest hêzên xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê dîne bû hedefa sûîqesta hêzên me. Helîkoptera ku derba giran xwar, ket. Cihê ku helîkoptera Skorsky lê ket, bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.”