Pêncşem, 23 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Pîr Deprem: Pêngava ji bo Elewiyan nîne, pêngava asîmîlasyonê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gok: Tevlîbûna li meşa 8’ê Mijdarê tevlîbûna li banga Rêbertî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 22’Ê COTMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê di dorpêça polîsan de çalakiya ‘aştiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sermîn Demîrdag 7 carin berdana wê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî ji bo ‘Mafê Hêviyê’ pêşnûmeqanûn pêşkêş kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YNK û PDK’ê li ser avakirina hikumetê li hev nekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxuyaniya HPG-NRÇ a li ser operasyonên artêşa Tirk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama dawî ya fedaiyan: Ji bilî serketinê rêyek din nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leşkerên DYE’yê li Panamayê tatbîqat kirin, gelo hedef Venezuela ye?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan: Em ji bo Rêber Apo li qadan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwişka girtiya 30 salan: Divê dawî li dîlgirtinê bê anîn!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Fransayê di 2024’an de 272 hezar tundiya navmalê ya li dijî jinan pêk hatiye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Bêrîtan bingeha berxwedana me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îlham Ehmed: Em ê bi piştevaniya jinan Sûriyeya demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakvanan bang li Nasim Gulamî kirin ku dawî li greva birçîbûnê bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kombûna Jinan a Zenûbiya: Jin nebe Sûriyeyeke demokratîk ava nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star piştgirî da jinên ji Ekvadorê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mîrate û berhemên 20 salan ên Şevbêrka Dengêbjan li ser Medya Dîjîtal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol li Qamîşloyê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Hewraz Mihemed: Ez xelata xwe diyarî gerîla û girtiyan dikim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunera Mizgîn wê 24’ê Cotmehê li Kolnê konserê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çalakiyên “Dawî li tecrîdê bînin”: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
Rojane

Çalakiyên “Dawî li tecrîdê bînin”: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin

Çalakiya xizmên girtiyan ên li dijî tecrîda Îmraliyê di hefteya 15’an de ye. Di çalakiyan de peyama, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hat dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tebax 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk, ev 15 hefte ne tên gel hev. Çalakiya “Tecrîdê bi dawî bikin” vê hefteyê li Edene, Mêrsîn û Wanê hate domandin. 

WAN 

Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TÛAY-DER) li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rêya Armûşê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên “Deng bidin girtîgehan” û “Tecrîdê bi dawî bikin” hatin hilgirtin. Çalakvanan di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Parlamenterên DEM Partiyê Zulkuf Uçar, Mahmûd Dîndar û Sînan Çîftyurek, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên navend û navçeyên navendî, Meclisa Dayikên Aştiyê, Meclisa Ciwanan û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Rêveberê DBP’ê yê navçeya Tûşbayê Emîn Bagatur di çalakiyê de metna daxuyaniyê xwend. Bagatur, anî ziman ku li girtîgehên Tirkiyeyê hiqûqa neteweyî û navneteweyî tê binpêkirin. Bagatur, destnîşan kir ku gelek girtiyên siyasî bêyî hincetên hiqûqî bi demên dirêj di girtîgehê de tên ragirtin, mafên jiyan, tenduristî, werzîş, agahîgirtin, parêzer û malbatê bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin. Bagatur, da zanîn ku divê girtiyên weke zarok, nexweş, astengdar û pîr demildest bên berdan û wiha berdewam kir: “Her sal zêdetirî 100 girtî û mehkûm di şert û mercên girtîgehê de jiyana xwe ji dest didin. Ji van mirinên li girtîgehên Tirkiyeyê hikûmeta AKP-MHP’ê berpirsyar e. Her yek ji van kuştineke siyasî ye.”

‘TIRKIYE SED SAL LI PAŞ DEWLETÊN DIN MAYE’

Bagatur, bal kişand ser girtin û binçavkirinên ji ber “govendên Kurdî” û diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi kodên salên 90’î nêzî pirsgirêka Kurd, zimanê Kurdî û rastiya Kurdistanê dibe. Bagatur, destnîşan kir ku di meha dawî de zêdetirî 30 kes di çarçoveya êrîşên li dijî gotin, govend û dirûşmên Kurdî de şandin girtîgehê û wiha pê de çû: “Ev nêzîkatiya ku ciwanên Kurd bi şert û mercên binçavkirinê yên derqanûnî, bi rêbazên êşkenceya nîjadperest krîmînalîze dike, zîhniyeta ku vî welatî winda kiriye ye. Ji ber ku sed sal in pirsgirêka Kurd nehatiye çareserkirin, îro Tirkiye sed sal li paş dewletên din maye.”

Bi domdarî Bagatur bal kişand ser derhiqûqiya li Girava Îmraliyê û da zanîn ku tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi milyonan kes weke “nifteya çareseriyê” dibînin, berdewam dike. Bagatur, anî ziman ku herî dawî di 25’ê adara 2021’an de agahî ji Ocalan hatiye girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji 25’ê adara 2021’an heta niha 397 jê parêzer û 177 jî malbat bi giştî 574 serlêdan li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê hatine kirin. Lê hemû serlêdan yan bêbersiv hatine hiştin an jî bi hinceta ‘cezayê disiplînê’ hatine redkirin. Her wiha binpêkirina mafan a der barê birêz Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê jî didomin. Ji aliyê din ve gelek caran ji raya giştî re hat eşkerekirin ku cezayên giran ên muebbetê yên li Tirkiyeyê pergala binpêkirina mafên bingehîn e û ev pêkanîn bi tecrîdê girantir dibin.”

‘ERKA XWE PÊK BÎNIN’

Bagatur, herî dawî jî ev bang li baro û saziyên demokratîk kir: “Berpirsiyarê vê pergala tecrîd û îşkenceyê ya ku berdewam dike, gelek sazî û rêxistinên neteweyî û navneteweyî bi taybetî Wezareta Dadê ye. Em bang li hemû baroyan, rêxistinên mafên mirovan û raya giştî ya demokratîk bi taybet CPT’yê dikin ku li hemberî van polîtîkayên bêhiqûqî, derqanûnî û tecrîdê yên li girtîgehên Tirkiyeyê tên meşandin, erka xwe pêk bînin.”

Çalakî, bi çepik û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

EDENE

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Dayikên Aştiyê, DBP, DEM Partî, Komeleya Piştevaniya b Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AYKAY-DER) jî li Edeneyê daxuyanî dan. Destûr nehat dayin ku beşdar biçin pêşiya avahiya AKP’ê ya bajar. Çalakvanan li ser cadeya li hemberî avahiya AKP’ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de beşdaran pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin, pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hilgirtin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Ji tecrîdê re na, aştî a niha” berz kirin. 

Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr têkildarî mijarê daxuyanî xwend. Aydemîr, got ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi awayekî derhiqûqî û keyfî tê domandin. Aydemîr, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li tevahiya civakê belav bûye û çavkaniya hemû pirsgirêkan e. Aydemî, xwest ku tecrîd tavilê were rakirin û ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane gav bên avêtin. 

Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi çepik û dirûşman bi dawî bû. 

MÊRSÎN

Li Mêrsînê destûr nehat dayin ku çalakvan biçin pêşiya avahiya AKP’ê ya bjar. Xizmên girtiyan û kesên pê re jî çalakiya rûniştinê li dar xistin û bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bertek nîşan dan. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Reşa Aşan li cihê hatibûn astengkirin daxuyanî da û da zanîn ku tecrîd welat ji hev parçe dike. Aşan, wiha dom kir: “Hewl didin kurdan ji hêla çandî û siyasî ve tesfiye bikin. Em dibêjin ku dê nekarin bi ser kevin. Rakirina tecrîdê dê li Tirkiyeyê rê li ber pêvajoyeke guftûgoyê ya nû veke. Divê muxalefet û îktîdar bi hev re ji bo rakirina tecrîdê bikeve nava hewldanan. Ji ber ku di dawiya dawî de dê her rûnin ser maseyê û ev pirsgirêk dê bi rêya muzakereyan çareser bibe. Di halê hazir de muxatab diyar in. Di sala 2013’an de çawa ku dewletê bi xwe li Îmraliyê mase ava kir û bi birêz Ocalan re muzakere kiribin, îro jî muxatab heman in. Polîtîkayên tecrîdê vî welatî ber bi nebaşiyê ve dibin. Divê dev jê were berdan. Bingeha guftûgo û çareseriyê li Tirkiye û Kurdistanê heye lê divê muxalefet û îktîdar îradeyekî raber bike. Divê ev îradeye tavilê bê nîşandan.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê YPJ: Rizgarkirina jinên Êzidî erka me ya sereke ye
Nûçeya Pişt re DEM Partî: Zarokên Êzidî yên hatine revandin gelek ji wan li Tirkiyeyê ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk a dagirker hêzên leşkerî dişîne Başûrê Kurdistanê

Dewleta Tirk a dagirker di ser Deriyê Sînor ê Deştanê re hêzên leşkerî dişîne Başûrê…

Ji aliyê Stêrk TV

DYE’yê bang li NATO’yê kir: Divê em hêza leşkerî ya Rûsyayê li paş bihêlin

Balyozê DYE’yê yê NATO’yê Matthew Whitaker diyar kir ku Rûsya amadekariya şerekî nû dike û…

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên HBDH’ê li Mûglayê du wesayît dan ber agir

Milîsên Şervan Botan (Şervan Erdemcî) yên HBDH’ê ragihand ku wan li dijî êrîşên dagirkeriyê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Pîr Deprem: Pêngava ji bo Elewiyan nîne, pêngava asîmîlasyonê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji ber parvekirina Rojîn Kabaîş lêpirsîn li rojnamevan Dîlan Babat hate vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gok: Tevlîbûna li meşa 8’ê Mijdarê tevlîbûna li banga Rêbertî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?