Yekşem, 1 Hezîran 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Saît Zengîn pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Paketa dadgeriyê ya 10’emîn pêşkêşî Meclîsê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hamît Geylanî li Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ESP Amed: Bila girtîgehên bi tîpa bîrê bêne girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Erdogan destûra bingehîn a nû wê bi rengê ‘hevpeymana civakî’ be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gelê Mexmûrê li dijî dorpêç û binçavkirinan meşeke girseyî li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan bi merasîmeke girseyî hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Tirk êrîş dike, gerîla xwe diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Pêvajo bi gavên beramberî hev dikare bimeşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Hamût Geylanî peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê du kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Parlamenterên Jin ên Kurd biryarên ‘yekîtiya jinan’ û ‘avakirina torên rêxistinê’ girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Werîşe Mûradî nebaş e: Tedawiya wê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi komxebatan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirov bi vîna xwe dikare ji her astengiyê bibihure

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna aştiyê de pêşengiya jinê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îdirê du xwişk hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mîhrîcana Fîman a Jinan a Nûjiyan di roja xwe ya 3’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stranên li ber windabûnê berhev kir: Em hişê çandî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê Rojên Çandên Kurdî ya 2025’an destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wênesaz Hezer: Divê hunermend di pêvajoya nû de cih bigirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Almanyayê pêşbirka çîrokan a ji bo bîranîna Fevzî Ozmen

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herfordê pêşangeha Hêviya Tawisê Melek hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê nasnameya şehîdekê eşkere kir
Kurdistan

HPG’ê nasnameya şehîdekê eşkere kir

HPG'ê nasnameya gerîlayeke ku li Metînayê şehîd bû eşkere kir û got, "Hevrêya me Çîçek bi sekna jinê ya azad û wêrekiya xwe ya di şer de weke milîtaneke YJA Starê ya mînak derbasî nava dîroka me ya têkoşînê bû."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Tebax 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayeke şehîd bû daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Dewleta Tirk a dagirker ku li hemberî berxwedana destanî ya gerîlayên Apoyî ji xwe re maf dibîne ku her cûre sûcê li dijî mirovahiyê bike, li pêşberî îradeya ji pola ya milîtanên fedaî yên Apoyî nekarî bigihêje armanca xwe. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi saya taktîkên xwe yên demê ku bi fedakariyeke mezin û afirîneriyê bi cih tînin, derbên giran li dagirkeran xistin û kirin ku dagirker gelek kuştiyan bidin. Bêguman ev derbên giran ên li dagirkeran hate xistin û ev berxwedana dîrokî bi saya wêrekiya mezin, hewldan û keda bêhempa ya şehîdên me yên leheng pêk hat.

Hevrêya me Çîçek ku bi beşdariya li nava refên azadiyê ji bo jiyana azad a gelê me têkşoiya, bi tevlîbûna xwe ya fedakar û bêteredût, di afirandina serketineke bi vî rengî ya dîrokî de bû xwedî ked. Hevrêya me Çîçek bi sekna jin a azad a di nava jiyanê de û bi wêrekiya xwe ya di şer de weke milîtaneke YJA Starê ya mînak derbasî nava dîroka me ya têkoşînê bû. Hevrêya me Çîçek ku bi tevlîbûna xwe ya bêfikar û têkoşîna xwe ya di asta herî bilind de ji hevrêyên xwe re bû mînak, li herêma Metînayê tevlî gelek karî bû. Bi sekna xwe ya bi israr a li ser xeta PKK û PAJK’ê, li hemberî êrişên dijmin tawîz neda, bi baweriyeke mezin û moraleke bilind wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih anî. Di her kêliyê de bi dilsoziya xwe ya bi şehîdan re têkoşîn mezin kir.

Di serî de malbata hêja ya ku milîtaneke hêja ya mîna hevrê Çîçek tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me kir, bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşînê ya şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ya şehîd Çîçek Şiya Amed bi vî rengî ne:

Nasnav: Çîçek Şiya Amed
Nav paşnav: Jiyan Opçîn
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Hayriye-Mûrat
Dem û cihê şehadetê: 28’ê Hezîrana 2024 / Metîna

Hevrêya me Çîçek li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû ku di dilê Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e û bi hezaran ewladên xwe tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kiriye. Ji ber ku li nava malbat û derdoreke welatparêz mezin bû, bi dilsoziya bi cewherê xwe re mezin bû ku vê yekê karakterê wê diyar kir. Ji ber ku ji derdora wê ya nêz tevlîbûn li nava refên gerîla hebû, bala wê zû çû ser tevgera me û xwe nêz kir. Di dema xwendina dibistanê de ji ber nakokiyên pê re peyda bûn û zilma ku li gelê me dihate kirin, hêrsa wê ya li dijî dijmin mezin bû. Li hemberî nêzîkatiya ku sîstemê jin dikir meta û bêîrade dihişt, hevrêya me ev rewş hîn di temenekî biçûk de lêpirsîn kir. Her ku dît ku civaka heyî bi sîstema bi serweriya mêr tê birêvebirin, nakokiyên wê hîn giran bûn. Hevrêya me ku carna firsend dît gerîal bibîne, xwest ji gerîla tevgera me hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Bi gerîlayên lê rast dihat re sohbet dikir û hewl dida tevgera me nas bike. Bi taybetî hêzeke mezin ji gerîlayên jin werdigirt. Her tevgereke gerîla ji xwe re kir mînak û ji xwe re kir armanc ku rojekê bibe gerîla. Dema ku li dibistanên sîstemê dixwend, bi taybetî di dema lîseyê de ji bo bersivê ji lêgerînên xwe re peyda bike, kete nava pêvajoyeke xurt a lêpirsînê. Hevrêya me pê zanîbû ku tevgera me girîngieyke mezin dide ciwanan û beşdarî nava karên ciwanên şoreşger welatparêz bû. Hevrêya me pê hesiya ku ciwan potansiyela şoreşgerî ya civakan e û heta jê hat tevlî kar bû. Bi bandora hevrêyên ku ji vî karî tevlî nava refên azadiyê bûn, hewl da ku karê xwe hîn bi dîsîplîn û veşartî bi cih bîne. Lîstikên dijmin ên ji bo dejenerekirina ciwanên Kurdistanê fêhm kir û ji gelek ciwanan re bû alîkar ku tevgera me nas bike. Hevrêya me bi hêza ji berxwedana dîrokî ya sala 2014’an a li Kobanê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ku bi piştgiriya dewleta Tirk êriş birin ser Kobanê, hevrêya me daxwaz û biryardariya xwe ya têkoşînê hîn mezin kir. Di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de li hemberî zilma ku dewleta Tirk a faşîst li gelê me dikir, hevrêya me Çîçek kete nava hewldanan ku bersiveke mezin bide û biryar da tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêya me Çîçek di sala 2015’an de li Bakurê Kurdistanê beşdarî nava refên gerîla bû, bi vê tevlîbûna xwe re bersiva herî bi wate da dijmin û bi vî rengî gava destpêkê ber bi têkoşînê ve avêt. Demekê li Bakur ma û piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, beşdarî anva perwerdeya şervanên nû bû. Hevrêya me bi ahengiya li nava jiyana gerîal û çiyê bi xurtî tevlî perwerdeyê bû. Hevrêya me Çîçek bi dersên wergirtî kete nava lêpirsîneke xurt, bi taybetî di dersa dîroka jinê û jineolojiyê de weke jineke şoreşger berpirsyariya xwe ya mezin têgihişt. Bi jineolojiyê re di têgihiştinê, fêhmkirina dîroka jinê, xurtkirina kesayetiya xwe ya li gorî rastiya xwe, gelekî pêşketinên girîng afirand. Bi tevlîbûna xwe ya bi coş a li nava dersên leşekrî di demeke kurt de encamên gelekî baş bi dest xist. Li hemberî êrişên tasfiyekirinê yên li hemberî gelê me û tevgera me dihatin kirin, xwest ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe şareza bike û di perwedeyan de gelekî bi pêş ket. Ji ber vê jî perwerdeyên xwe bi serketî qedand û tevlî karên pratîkî bû. Di demeke kurt de di karên pratîkî de tecrûbe bi dest xist û bi tevlîbûna xwe ya bi moral û fedakariya xwe ya li nava jiyanê di nava hevrêyên xwe de bû cihê hezkirin û hurmetê. Perspektîfên Rêberê me yên li ser nasnameya jinê ya azad xwend, di nava jiyanê de nîqaş kir û ji xwe re kir armanca sereke ku bibe gerîlayeke YJA Starê ya serketî. Li hemberî ferasetên serweriya mêr her tim hesas bû, hem ji aliyê îdeolojîk, hem jî ji aliyê rêxistinî ve têkoşîneke xurt meşand û her roj hîn bêhtir şareza bû. Li hemberî operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û tasfiyekirina tevgera me, weke gerîlayeke pispor xwest tevlî berxwedanê bibe. Li ser vê bingehê pêşniyar kir ku beşdarî perwerdeya pisporbûyîna leşkerî bibe. Piştî pratîkeke berfireh hevrêya me tevlî nava perwerdeya pisporbûyînê bû, di perwerdeyê de ji bo derba mezin li dagirkeran bixe ku êrişî hebûna gelê me û tevgera me dike, kete nava hewldanên xurt. Hevrêya me Çîçek di pisporiya leşkerî de şareza bû, ji aliyê îdeolojîk ve jî gihîşt astekê. Bi ruhê demê xwe pêşniyar kir ku tevlî qadên şer bibe û weke gerîlayeke YJA Starê ya pispor bi berpirsyarî rabû. Hevrêya me Çîçek ji bo azadiya gelê me, welatê me û Rêberê me li hemberî her cûre bêderfetî û zehmetiyan têkoşiya û pratîkeke mînak nîşan da. Bi wêrekiya xwe ya bilind û hevrêtiya xwe ya ji dil, bû hevrêyeke rasteqîn ku rê nîşan da.

Hevrêya me Çîçek 28’ê Hezîrana 2024’an li herêma Metînayê di êrişa dijmin de şehîd bû. Bi rêbaza xwe ya çalakiyê, bi kesayetiya xwe ya dilnizm û milîtaniya xwe ya Apoyî mîrateyeke têkoşînê ji me re hişt ku nayê jibîrkirin. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna ku hevrêya me Çîçek ji me re hiştiye bi serketinê tacîdar bikin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘PDK’ê di reva xwe de jî Êzidî qetil kirin’
Nûçeya Pişt re Gelek welatan bang li welatiyên xwe kirin ku Lubnanê tavilê biterikînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Hindistanê baran û bahoz: 10 kes mirin

Li Hindistanê ji ber bahoza mûsonê li paytexta Bombayê bû sedema ku lehî rabe. Rayedaran,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hesekê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin

QSD'ê ragihand ku li başûrê Hesekê 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatine kuştin.

Ji aliyê Stêrk TV

WHO: Li Ewropayê her sal 175 hezar kes ji ber germahiya zêde dimirin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya Ewropayê, diyar kir ku her sal zêdeyî 175 hezar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Gelê Mexmûrê li dijî dorpêç û binçavkirinan meşeke girseyî li dar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Artêşa Tirk êrîş dike, gerîla xwe diparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kalkan: Pêvajo bi gavên beramberî hev dikare bimeşe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?