Dewleta Tirk her ku diçe ber bi krîzeke hem aborî hem jî siyasî ve tê xirikandin. Ev yek bandoreke kûr li ser gel jî dike. Bi kûrbûna krîzê re bi taybetî di nava ciwanan de tirsa siberojê zêde dibe. Bi bilindbûna asta xizanî û zêdebûna tirsa siberojê re, gel bêmoral e. Zextên ku desthilatdarî di bin navê “ewlehiyê” de li ser gel pêk tîne, bi krîzê re di heman rêjeyê de zêde bû. Ev zext herî zêde li taxên xizan tê hîskirin. Dewlet li taxên xizan polîtîkayên şerê taybet dimeşîne û van taxan weke herêma pîlot bi kar tîne. Ciwanên di nava naçareserî û bêhêvîtiyê de, ber bi çiraveke hîn mezintir ve tên xirikandin.
CIWANÊN KURD DI BIN DORPÊÇÊ DE NE
Bi taybetî polîtîkayên şerê taybet li dijî taxên ku Kurd lê ne, tên pêkanîn. Ev polîtîka di demên dawî de bi zêdebûna fealiyetên çeteyên re, xwe nîşan dide. Dewlet li dijî ciwanên Kurd ên ku li metropolên Tirkiyeyê têkoşîna jiyanê dimeşînin, rêbazeke taybet bi kar tîne. Dewlet krîza aborî jî bi kar tîne û ji bo ku têkîliya ciwanan bi şoreşgeran re qut bike, polîtîkayên taybet pêş dixe.
Di salên dawî de li Stenbolê li herêmên mîna Okmeydani, Taxa Gazî, Tarlabaşi, Taxa Kanarya, Taxa 1 Mayis û Esenyurt çetetî zêde bûye. Ev yek nîşan dide ku ciwanên Kurd bi bin dorpêçeke çawa de ne. Li taxên xizan û dezavantaj ên Stenbolê, ev demeke dirêje çete hene. Bi taybetî piştî 15’ê Tîrmehê şerê navxweyî yê desthilatdariyê, zextên li ser taxên ku piranî şoreşger û Kurd lê dijîn zêde bûne. Berê jî navê van çeteyan di gelek bûyeran re derbas bûye. Lê ji ber ku ciwanên Kurd û şoreşger li dijî van disekinin, hebûneke cidî nîşan nadin. Tenê giranî didan taxên nerêxistinkirî.
ÇETE BI GOTINA ‘EM PARÊZVANÊN TAXÊ NE’ DERKETIN HOLÊ
Piştî sala 2015’an bi operasyonên polîsan û girtina şoreşgeran re fealiyetên çeteyan, car din aktîf bûn. Van çeteyan xwe weke “parêzvanên taxê” bi nav kirin û bi vî rengî çete li taxan xurt bûn. Li dijî şoreşgeran propagandaya reş û polîtîkaya girtinê xistin meriyetê. Desthilatdariyê berê mirovan da kesên ku weke “birayê mezin ê taxê” tê pênasekirin, piştî vê yekê bi taybetî li taxên ku piranî Kurd û Elewî lê zêde ne, çeteyan hêz bi dest xist.
Çeteyan xwest eleqeya ciwanan bikişin aliyê xwe û demek dirêj xwe weke “parêzvanên taxê” dan nasandin. Di vê pêvajoyê de çeteyan îdîa kirin ku ew ê nehêlin li taxê madeyên hişbir bên firotin, ciwan bêkar bimînin û destûrê nadin fûhûşê. Lê belê, çeteyan ji zexta desthilatdariyê ya li ser şoreşgeran sûd wergirt û li taxan hêz bi dest xist. Çeteyan xebatên xwe yên çetetiyê ji dervey taxên ku lê dimînin, dimeşandin. Di vê demê de dema ku fêm kirin li taxan xurt bûne û ti hêz li hemberî wan nemane, vê carê zextên xwe yên li ser niştecihên taxê zêde kirin.
Çeteyan dizanîn ku şoreşgerên ku li hemberî wan bisekinin nînin û desthilatdarî zexta li ser şoreşgeran didomîne. Lewma êdî maskeyê xwe yê “birayê mezin ê parêzvanê taxê” avêtin û rûyê xwe yê rast nîşan dan. Ev çete li taxên Elewiyan xwe weke Elewî nîşan didin. Li taxên ku Kurd lê ne jî, sembolên Kurdî bi kar tînin. Yanî li gorî qadên ku lê ne, pozîsyonê digirin.
NIRXÊN ELEWÎ Û KURDAN BI KAR TÎNIN
Bi taybetî li deverên mîna Okmeydani, Gazî û Gaxa 1 Mayis li cihên weke pavyon lê di bin navê “Turku Bar” de tên xebitandin, muzîkên li gorî nifûsa taxê tên lêxistin. Li hin cihan gotinên Elewî, li hin cihên din stranên Kurdî, hetta stranên derbarê Tevgera Azadiya Kurd de jî dibêjin. Tişta ku bal dikişîne çiye, li ser dîwarê deverên bi vî rengî wêneyên kesayetên dîrokî yên mîna Ahmet Kaya, Yilmaz Guney, Seyîd Riza û Alîşêr hene. Her wiha polîs li kolanê mudaxileyî stranên Kurdî dike, li cihên bi vî rengî jî mudaxileyî stranên Kurdî nake. Ev yek nîşan dide ku polîtîkaya şerê taybet a desthilatdariyê çawa tê meşandin.
Çete ji bo ku ciwanên Elewî û Kurd bikişin nava xwe, van deveran bi kar tînin; xwe weke kesên paqij, dirûst û parêzvanên taxê nîşan didin. Îdîa dikin ku her tiştê dikin, her sûcê ku dikin ji bo parastina taxê dikin. Ciwanên Kurd ên ku di demên dawî de di nava çeteyên madeyên hişbir û xeracê de cih girtine, ji ANF’ê re axivîn ku ka çawa bi çeteyan re ketin nav têkîliyê, ketin nav karên çawa û çima nexwestine derbikevin. Bi taybetî hin ciwanên Kurd ên di nava fealiyetên çeteyan ên li Taxa Gazî zêde bûne de cih girtine, rêbazên polîtîkaya şerê taybet a dewletê deşîfre dikin. Ciwanên ku têkîliya xwe bi çeteyan re qut kirine, ji ber ku hîna li heman taxê dijîn nexwestin em navê wan binivîsin û wêne bigirin. Tiştên ku ciwanan têkildarî astên fealiyetên çeteyan û sedemên wê vegotine, daneyên girîng nîşan dide.
Peywendiya destpêkê ya bi çeteyan re, piranî ji ber sedemên aborî çêdibe. E.M ê ku demekê li Taxa Gazî peywendî bi çeteyan re danî, wiha qala tiştên jiyan kirine, kir: “Ciwantî, bêkar mayîn û di nava krîza aborî de jiyan kirin hêsan nîne. Bi ti rengî rewşa malbata me nîne, ez dixwazim bixwînim, dixwazim xwişk-birayên min bixwînin. Lê belê her tişt pere ye, em çi dikin bikin pere bi dest naxin. Bi rengekî em nikarin têkîlî bi şoreşgeran re jî deynin. Ew jî di nava xwe de çi dikin, em nizanin.
‘DEMA KU EZ KETIM NAV ÇETEYÊ, POLÎSAN EZ NESEKINANDIM’
Li Taxê timî hin kes hebûn ku pêşiya me digirtin, pirsa ‘hûn cixarê dikişînin, gelo hûn ê çi bikin’ ji me dikirin. Bi gotinên ‘rewşa aborî ya me hemûyan wekhev e, em alîkariyê didin hevdû, em muhtacê ti kesê nabin’ em xistin nava çeteyê. Piştî em ketin nav çeteyê, ne dibistana me ma, ne jî karê me ma. Tu neçarî timî bi wan re bî. Yan demildest gefê li te dixwin. Piştî ez ketim nav çeteyê, bi rengekî min fêm kir ku ez nikarim zêdetir bimînim û min xwest jê derkevim. Karê destpêkê li cem polîsan gilî li min kirin. Yekane sedemê ku min têkîlî bi çeteyê re danî pere bû, min ev jî got. Dema ku ez ketim nav çeteyê, polîsan ez nesekinandim. Rojekê li qereqolê ji min re gotin, ‘eger tu vê çeteyê bi temamî belav bikî em ê te berdin, ji me re bixebite’, piştre min peywendiya xwe ya bi çeteyê re bi temamî qut kir.
TACÎZÊN POLÎSAN
Kesê bi navê A. ku li Okmeydan a çete lê bi awayekî zêde hene dijî, dibêje ku beriya ku ew bikeve nava çeteyê ji aliyê polîsan ve tim dihate tacîzkirin lê belê piştî ku dikeve nava çeteyê bi tu awayî ji aliyê polîsan ve nehatiye tacîzkirin. Kesê bi navê A. dibêje ku polîs zextê li ciwanên taxê dikin ku beşdarî çeteyê bibin. Kesê bi navê A. beşdarî çeteyê bûye û piştî demekê xwestiyê xwe ji çeteyê xilas bike lê belê ji ber vê yekê gelek cran gef lê tên xwarin ku ji nav çeteyê dernekeve. Kesê bi navê A. bi van gotinan qala ku çawa tevlî çeteyê bûye, dike: ‘’Mezinên taxa ku ez lê dimam, tim bi şiklekî xwe digihandin min. Min dît ku polîs dest bi wan nadin. Lê belê em gelekî ji polîsan ditirsiyan. Mezinên me yên ku têkiliyên wan bi çeteyan re zêde ne hene. Min jî digot ku ez ê hem weke wan bi awayekî rehet bijîm û hem jî di warê debarê de alikariya malbata xwe bikim û malbata xwe ji xizaniyê rizgar bikim. Rast e ku piştî ez tevlî çeteyê bûm, li taxa me tu tişt nedihate serê me. Lê belê em neçar bûn ku tiştê ku çeteyê digot, bikin. Ne wisa bûya bi midaxeleya polîsan ji kar dihatin dûrxistin. Ez demekê bi wan mezinên taxê re mam lê belê piştre ez li gel wan nemam. A rastî min nekarî ez bi wan re bimînim.’’
ÇETEYEN BERÊ XWE DAN CIWANÊN KURD
Eleqeya çeteyan ya ji ciwanên Kurd re her ku diçe zêde dibe. Bi taybet jî çeteyên ku berê xwe dane ciwanên malbatên welatparêz ên Kurd ên di salên 90’î de piştî valakirin û şewitandina gundan neçar mane ku koçî bajarên weke Stenbol, Îzmîr û Bûrsayê bikin, di 5 salên dawî de pêngavên mezin avêtine. Tiştekî balkêş e ku di operasyonên polîsan de gelek kesên ku tên binçavkirin, ciwanên Kurd in. Sedema vê yekê jî polîtîkayên şerê taybet ên desthilatdariyê ye. her wiha çete jî ji bo ku berê ciwanan bidin xwe, serî li her cure rêbazên didin.
Çeteyên ku dixwazin berê ciwanên bidin xwe giraniya xwe dan li ser ciwanên ku têkiliya wan bi HDP’ê re heyî yan jî yên li taxên şoreşger diman. Çete piştî ku ciwanên têkiliya wan bi şoreşgeran re heyî ji aliyê polîsan ve tên binçavkirin, têkiliya xwe bi wan re deynin û ji bo ku wan ji destê polîsan xilas bikin, serî li her cure rêbazê didin û bi vî rengî jî baweriya ciwanan bi dest dixin. Çeteyên ku demeke dirêj xwe li taxên şoreşger weke mezinên taxê yên weke xwedî bawerî didin nîşandan, di vê pêvajoyê de her cure karên qirêj li ciwanên Kurd yên nêzî wan dibin, didin kirin.
ÎFADEYÊN RENGÎNÊ
Îfadeya Rengîn a ku demekê diçe HDP’ê û pişte tevlî çeteyan dibe û hê jî têkiliya wê bi çeteyan re heyî, rastiya nêzikatiya çeteyan a ji bo ciwanên Kurd eşkere dike. Rengîn a ji Colemêrgê dibêje: ‘’Li navçeya ez lê dimînim, hatinûçûna min a ji bo HDP’ê hebû. Min li wir kesekî bi navê Ahmet nas kir. Ew jî nû dihate partiyê. Piştî demekê di navbera me de têkiliyek ava bû lê belê ji ber ku min nedizanî partî çawa li nêzî wê rewşê dibe, min nedizanî wê çi bikim. Ahmet ji min re got ku ji ber partî li dijî têkiliyên bî vî rengî ne, divê tu ji partiyê re nebêjî. Min jî ji ber wê ji partiyê re negot. Piştî demekê Ahmet ez vexwendim mala xwe û wî li mala xwe tiryak bi kar dianî. Ji min xwest ku ez jî bi kar bînim û min jî bi kar anî. Piştî saetan dema ku ez hatim ser hişê xwe vîdeoyek nîşanî min da. Di vîdeoyê de hem wî hem jî du hevalên wî tacawizî min dikirin. Piştre got ku ger ez her tiştê ku ew dixwaze nekim, ew ê vîdeoyê biweşîne. Demekê şandîtî bi min dan kirin. Ji bo wê jî pere didan min. Têkiliya min a bi Ahmet re berdewam dikir. Çend rojan piştî bûyeran dema ku ez diçûm mala xwe ji aliyê polîsan ve hatim binçavkirin. Polîsan vîdeo nîşanî min dan ji min xwestin ku ez dubare biçim partiyê û ji wan re sîxurtiyê bikim. Dema min rewş ji Ahmet re got wî jî got ku polîs wan diparêzin û ew jî agahiyan didin polîsan.‘’
Di hevdîtinê de me ji Rengînê pirsî wê çi bike. Wê jî da zanîn ku ew dixweze ji Tirkiyeyê biçe. Çend rojan piştî hevdîtinê hate zanîn ku Rengîn bi rêyên qaçax ji Tirkiyeyê çûye.
‘DEMA DEV JI ÇETEYÊ BERDA POLÎSAN GEF LÊ XWARINE’
Yek ji ciwanên Kurd ên ku li Okmeydaniyê ketiye nava çeteyan Şoreş ê ji Mêrdînê ye. Şoreş diyar dike ku wî di nava ‘’çeteyên motorsîkletê’’ de cih girtiye û ji wî re çekek tê dayîn û ew jî diçe diavêje ser dikana esnafeke li Okmaydaniyê ya ku xeracê nade wan. Şoreş ê ku tevlî gelek bûyerên bi vî rengî dibe, di encama operasyonekê de tê binçavkirin û girtin. Şoreş ê ku piştî demekê tê berdan, diyar dike ku piştî tê berdan tu eleqeya wî bi çeteyan re nemaye lê belê vê carê jî ji aliyê gelek polîsên endamên çeteyê ve tê tacîzkirin.
Şoreş wiha qala bûyerên lê diqewime dike: ‘’Dema ez di nav çeteyê de, ez tevlî gelek sûcan bûm. Yên weke lêxistin, dizî û bi çekan birîndarkirina însanan. Piştî girtigehê min biryar da ku ez êdî bi wî rengî najîm û ji xwe re jiyaneke nû ava bikim. Ez hê jî li cihekî kar dikim lê belê vê carê polîs gelek caran min tacîz dikin. Di sala 2023’yan de ciwanên Kurd li Okmeydaniyê bi firoşkarên tiryakê kuştin. Piştî vê bûyerê hin kesên ku min dizanî polîs in û di TEM’ê de kar dikirin, dema ku ez diçûm mala xwe rêya min birîn û jimin pirsîn bê ka kê ev kes kuştine. Dema ku min ji wan re got ez nizanim, ji min re gotin ku divê tu peyda bikî nexwe em ê te dubare binçav bikin. Ez gelekî ji gefên polîsan aciz bûm. Ger ez rêyekê peyda bikim ez ê derbasî derveyî Tirkiyeyê bibim. Li vir mafê jiyanê nadin me.’’
TEKANE ÇARESERIYA CIWANÊN KURD TÊKOŞÎN E
Ji bo ku ciwanên Kurd ên li metropolan têkiliya xwe ya bi çeteyan re qut bikin, divê çareseriyên civakî werin pêşxistin. Ji bo eleqeya ciwanên Kurd bi çeteyan re were qutkirin divê alîkariyên aborî û civakî werin zêdekirin ku bi vî awayî dikare li pêşiya vê yekê were girtin. Tekane rêya xelasbûna van zext û fişaran a ciwanên Kurd, tevlîbûna têkoşîna şoreşgerî û zêdekirina hevgirtina civakî ye.