Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG), rapora binpêkirina mafên rojnamevanan a meha Nîsanê eşkere kir. Daneyên DFG’ê yên meha Nîsanê nîşan didin ku binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamevanan bi awayekî piralî û sîstematîk berdewam dikin. Her wiha zextên li ser mafê jiyanê, ewlehî, azadiya îfadeyê û xebatên pîşeyî yên rojnamevanan, di vê mehê de jî tabloyek giran derxistiye holê.
DFG’ê di raporê de ji aliyê binpêkirinên li dijî mafê jiyanê û ewlehiyê de diyar kir ku 2 organên weşanê bi êrîş an jî astengiyan re rû bi rû mane, bi ser mala 3 rojnamevanan de hate girtin, 3 rojnamevan hatin binçavkirin û rojnamevanek hate girtin.
Rapora DFG’ê parve kiriye bi vî rengî ye: “Di çarçoveya lêpirsîna ku bi hinceta der barê bûyereke li dibistaneke Sêwreg a Rihayê de ‘agahiyên xapînok’ li ser medyaya dîjîtal parvekirine, rojnamevan Mehmet Yetîm hate girtin. Girtina Mehmet Yetîm, nîşan dide ku ‘Qanûna Dezenformasyonê’ ji bo rojnamevanan xetereyeke çiqas mezin e. Her wiha, mûameleya xerab li rojnamevanekî hate kirin, gef li rojnamevanekî hate xwarin û şopandina nûçeyan a 2 rojnamevanan hate astengkirin. Di girtîgehan de herî kêm binpêkirina mafê rojnamevanekî hatiye tespîtkirin. Ev dane nîşan didin ku rojnamevan ne tenê di qadên cemaweriyê de, di qadên jiyana xwe ya taybet de jî di bin zextê de ne.
Binpêkirinên di warê azadiya raman û îfadeyê de di asteke balkêş de ne. Di meha Gulanê de, derbarê 9 rojnamevanan de lêpirsîn hate destpêkirin, derbarê 4 rojnamevanan de doz hate vekirin. Li 10 rojnamevanan bi giştî 17 sal 8 meh û 28 roj cezayê girtîgehê hate birîn. Her wiha di 35 dosyayan de darizandina 35 dosyayan berdewam dike. Heta 3yê Gulana 2026an hejmara rojnamevanên girtî yên li Tirkiyeyê 31 e. Ev tablo nîşan dide ku xebatên rojnamevaniyê di bin zexta darazê de tên domandin û pratîka cezakirinê çiqas zêde bûye. Di qada mafên aborî û civakî de di meha Gulanê de bûyereke ji kar derxistinê nehatiye qeydkirin. Lê belê ev rewş nayê wê wateyê ku pirsgirêkên binyadî û bêewlehiya di sektorê de ji holê rabûne.
Pêkanînên astengkirin û sansurê yên li ser sazî û organên medyayê dewam kirin. Ji aliyê RTUK’ê ve der barê 13 weşanan de ceza hatin birîn, bernameyek hate rawestandin û bi rêjeyên cuda cezayên pereyan li qenalan hatin birîn. Ev cezakirin nîşan didin ku di qada weşanê de jî zexta îdarî didome. Di qada înternet û medyaya dîjîtal de xwe gihandina 29 nûçeyan û 18 naverokên medyaya civakî hate astengkirin. Her çend malpereke înternetê bi temamî nehatibe girtin jî, tê fêmkirin ku sansura li ser bingeha naverokê bi awayekî berfireh dewam dike.
Bi giştî, daneyên Gulana 2026’an radixin ber çavan ku rojnamevan di warê ewlehiya fizîkî û xebatên pîşeyî de di bin rîskên mezin de ne. 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê, li dijî zext, darizandin, girtin û binpêkirinên mafê jiyanê yên li ser rojnamevanên ku têkoşîna heqîqetê dimeşînin, bangeke bîranîn û berxwedanê ye. Azadiya çapemeniyê ji bo rojnamevanan ne tenê mafekî pîşeyî ye, di heman demê de beşeke bingehîn a têkoşîna gel a ji bo gihiştina heqîqetê ye. Ji ber vê yekê 3yê Gulanê; wekî roja rojnamevanên ku bedel dane, hatine xwestin werin bêdengkirin lê dev ji nivîsandina heqîqetê bernedane, bi wate ye. Çapemeniya azad bingeha civaka demokratîk e. Dengê heqîqetê nikare were bêdengkirin.”

