Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistan têkildarî hilbijartina waliyê Kerkûkê Rêbwar Taha peyamek pîrozkirinê weşand.
Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî ye:
“Em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi germî pîrozbahiyê li gelê Kerkûkê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û waliyê nû yê Kerkûkê birêz Rêbwar Taha dikin.
Em hêvîdar in ku ev qonaxa nû bibe qonaxeke pêkvejiyana aştiyane, hevpejirandin û vekirina rûpeleke nû ya xizmetkirin ji bo bajarek ku zêdetirî sed sal e ji aliyê desthilatan we hewl tê dayîn ku demografiya wî bê guhartin, bi komployên curbicur ên navxweyî û derekî ji bajêr bûn bê derxistin û bê hilweşandin.
Em bi hêvî ne ku birêz Rêbwar Taha wekî parêzgarê nû yê ku ji zimanê gelên bajarê têdigihê di heyama erka xwe de, ew birînên ku di van salên dawî de xelkê Kerkûkê di encama neheqî û parçekirin de kişandine derman bike. Em bang li hemû gelê Kerkûkê û gelê Kurdistanê dikin ku hevkar û piştevaniyê bikin.
Kongreya Netewî ya Kurdistanê girîng dibîne ku hemû partiyên Kurdistanî yên li bajêr û civakên din bi hev re hevkarî û yekrêziyê bikin da ku paşerojeke baştir ji bo bajarê xwe misoger bikin. Bi cîbicîkirina maddeya 140 a destûrê, zilma rejîma Baasê bi temamî ji holê rakin.
Kerkûk bajarê bihevrejiyan û hevduqebûlkirin a dîrokî ye. Ji ber cihê wê yê stratejîk, çavkaniyên binê erdê û şaristaniya kevnar, welatên herêmê her tim hewldane ku mudaxele bikin û nahêlin gelê wê di aramiyê de bijî. Ji ber vê yekê li dijî vê destwerdanê xebateke hevpar girîng e.
Careke din em pîrozbahiyê li hemû rûniştvanên Kerkûkê dikin û hêviya paşerojeke geş ji wan re dixwazin.”