Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) îro danê êvarê li Otêla Rotana ya bajarê Silêmaniyê têkildarî daneyên êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê semînerek lidar xist û bi civîneke çapemeniyê daneyên êrîşên dewleta Tirk a dagirker û Îranê eşkere kir.
Di daxuyaniya çapemeniyê de CPT’yê ragihand ku di êrîşên Tirkiye-Îranê de herî kêm 845 kes birîndar bûn an jî jiyana xwe ji dest dan, ji wan 702 kes ji aliyê dewleta Tirk ve û 143 jî ji alyê Îranê ve bûne qurbanî.
CPT’yê got: “Ji 702 kesên di encama êrîşên Tirkiyê de bûne qurbanî 344 welatiyên sivîl hatin kuştin û 358 jî birîndar bûn. Di êrîşên Îranê de herî kêm 81 kesan jiyana xwe ji dest dan û 62 kes jî birîndar bûn.
Di dewamê de CPT’yê eşkere kir ku 194 zarok û 204 jin hatine qetilkirin ku 18 kes bi êrîşên kîmyewî hatine qetilkirin û got: “Ji ber êrişên Tirkiye û Îranê zêdetirî 170 gundên Herêma Kurdistanê hatine valakirin.”
Di dawiyê de CPT’yê wiha got: “Di sala 2015’an de artêşa Tirk gundê Zergelê yê Binarê Qendîlê bombebaran kir û di encamê de 18 sivîl bûn qurbanî. Ev yekemîn êrîşa balafirên bêmirov yên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê bû. Her wiha piştî bidawîhatina pêvajoya aştiyê ya di navbera dewleta Tirk û PKK’ê de ev bombebarana destpêkê bû. Bi giştî ji sedî 69’ê qetilkirinên sivîlan li Herêma Kurdistanê ji ber bombebaran û êrîşên hewayî yên Tirkiyê bûn.”