În, 14 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê: Hat piştrastkirin ku wê pêvajo bi biryardarî berdewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Heyeta DEM Partiyê ya bi Erdogan re bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Burdurê yên jehrkirî bûne nabin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê bi Erdogan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyet wê bi Erdogan re bicive: ‘Divê em di demek nêz de bi Birêz Ocalan re jî bicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Wê desteyên nû ava bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Xanesorê şehîdên Tilizêr û Siba Şêx Xidir hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê hişyarî da sîxuran: Nebin hevkarên dijmin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > TEV ÇAND’ê hunermenda şoreşger Mizgîn bi bîr anî
Çand û Hûner

TEV ÇAND’ê hunermenda şoreşger Mizgîn bi bîr anî

Komîteya Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) hunermenda şoreşger Mizgîn (Gûrbet Aydin) di salvegera 33'an a şehadeta wê de bi bîr anî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Gulan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komîteya TEV-ÇAND’ê daxuyaniyek weşand û got, “Em salvegera 33’emîn a şehadeta fermandara xwe ya efsanewî, hunermenda şoreşger a mezin Mizgîn (Gûrbet Aydin) bi serbilindiyeke mezin û bi rûmet pêşwazî dikin. Di têkoşîna şoreşgerî ya mezin a nîv sed salî ya Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê de ku bi pêşengiya PKK’ê hate meşandin, her rojeke xwe veguherand rojên lehengiyê û meha Gulanê kir meha şehîdan. Meha Gulanê ji Denîz Gezmîşan heta bi Hakî Kareran, ji Mehmet Karasûngûran heta bi Kasim Engînan şahidî ji şehadeta bi hezaran lehengan re kir. Di heman demê de 11’ê Gulana 1992’an hunermenda şoreşger a mezin û fermandara me ya jinan hevrê Mizgîn dema Fermandariya Eyaleta Garzanê dikir, li Tetwanê şehîd bû.”

daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Bi navê Tevgera Çand û Hunerê em hewl didin vê rojê weke Roja Şehîdên Çand û Hunerê bi bîr bînin û hêjayî bîranîna şehîdan bin. Yanî di nava meha şehîdan meha Gulanê de 11’ê Gulanê ji bo me xwedî wateyeke taybet e.

Em 11’ê Gulan Roja Şehîdên Çand û Hunerê ya îsal bi pêvajoyeke welê pêşwazî dikin ku Rêber Apo da destpêkirin, bi pêş ve dibe, têkoşîna me ya nîv sed salî gihandiye asteke civakî û gerdûnî û destketiyên heyî mayinde dike. Bêguman di afirandina vê serdemê de Rêber Apo, şehîdên me yên bilind û gelê me yê hêja xwedî parekê ne.

Hevrê Mizgîn di destpêka tevgera me de hem bi kesayetiya xwe ya şoreşger û têkoşer hem jî bi kesayetiya xwe ya hunermendî bêteredût li refên herî pêş cih girt û di dîroka me ya têkoşînê de mohra xwe danî binê gelek gavên destpêkê. Dema pêwîstî pê hebû bi hunera xwe, dema pêwîstî pê hebû bi kesayetî, sekn, propaganda û çeka xwe li refên herî pêş têkoşiya. Dema ku pêwîst kir li Ewropayê, dema pêwîst kir li Çiyayên Azad ên Kurdistanê û li nava gel bi kesayetiya xwe ya şoreşgerî kete nava pratîkê.

Di salên 1980’î de bi şehîdê me yê hêja Hozan Sefkan re li Ewropayê tevlî damezrandina Hunerkom û Koma Berxwedan bû û hîmên bingehîn ên karên Tev-Çandê danî. Bi berhemên xwe ku bi xwe jî got, di dilê gelê me de cih girt û bû kesayetiyeke mezin ku ji aliyê her kesî ve hate hezkirin. Piştî şehadeta wê gelê me hevrê Mizgîn hembêz kir û navê zarokên xwe kir Mizgîn.

Hevrêya me Mizgîn ji bo me jî berhemên ji welatparêziya kûr, hestên bi heybet û hişmendiya şoreşgerî hişt. Bi hezaran mirovên ku ji deng û hunera wê ya şoreşgerî bi bandor bûn, ref bi ref tevlî nava refên azadiyê bûn û têkoşîna me gihand vê astê.

Bi wesîleya 11’ê Gulanê ku em li ser vê bingehê pêşwazî dikin, ji şehîdê me yê destpêkê yê çand, huner û şoreşê Alî Dogan Yildirim heta bi Delîl Dogan, Alî Temel, Hozan Sefkan, Hozan Çiya, Hozan Serhed, Delîla Meyaser, Halîl Dag, Yekta Herekol, Hêvî Şanoger, Daxistan, Welat û bi hezaran şehîdên din, her wiha hunermendê hêja Bavê Teyar ku destpêka sala 2025’an li Bendava Tişrînê şehîd bû, her wiha şehîdê meha Gulanê Sirri Sureyya Onder, em hemû şehîdên xwe yên mezin bi minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku hêjayî bîranînên wan bin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Aysel Dogan hate bîranîn
Nûçeya Pişt re Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Esfehanê bi 5.3 pileyî erd hejiya

Li navçeya Zeware ya bajarê Esfehan ê Îranê bi 5.3 pileyî erd hejiya.

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîl: Ji bo parastina Durziyan me li komekê xist

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû û Wezîrê Parastinê ragihandin ku li Sûriyeyê ji bo parastina civaka…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Niha dema yekîtiyê ye

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Yên ku qaşo destê aştiyê dirêj kirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Xanesorê şehîdên Tilizêr û Siba Şêx Xidir hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê: Hat piştrastkirin ku wê pêvajo bi biryardarî berdewam bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevdîtina Heyeta DEM Partiyê ya bi Erdogan re bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên li Girtîgeha Burdurê yên jehrkirî bûne nabin nexweşxaneyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?