Qeza doh êvarê li ser rêya Telafer-Şengalê qewimî.
Li gorî agahiyan wesayitek û barhilgirek li hev qelibîn.
Di encama qezaya giran de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hate ragihandin ku kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan xelkê navçeya Til Izêr û komelgeha Xanesorê ya Şengalê bûn.
Di encama qezayê de 3 kes jî birîndar bûn, ku rewşa tenduristiyê ya 2 ji wan giran e.
Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan birin Saziya Tipa Edlî ya Mûsilê.
Ajokarê barhilgiriyê jî hate binçavkirin.