În, 7 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Fabian Molina: PKK’ê îradeyek mezin a siyasî raber kir, dor a dewleta Tirk e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendekarên São Paulo’yê paradîgmaya Rêber Apo nîqaş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bozan: Divê sedemên bingehîn ên meseleyê ji holê bêne rakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bersiva li polîtîkayên zext û qeyûman: Komunbûna li rêveberiyên xwecihî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nexşerêya aştîxwazan amade ye, lê dewlet xwe nade ber gavavêtinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG NRÇ: Wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yaser Dersîm: Fermandar Şivan di jiyanê de mamosteyek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Ehmed: Dixwazin biyaniyan li ser ewlehiya Sûriyeyê bikin gef

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê pêwîstî bi hezar û 516 navendên hilbijartinê heye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Şehîdan: Bi bêdengiyê pêvajo nameşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kedkarek bû ku rastiya gerîla bi belge dikir’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E: Qetilkirina Dîlan encama sîstema dewleta mêr e

    Ji aliyê Stêrk TV

    25 jin û zarokek hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendekar her roj ji bo Rojîn Kabaîş di çalakiyê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ û Meclisa Jinan a PYD’ê komxebatek hevpar lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star ji bo jinên El Faşêrê bang kir: Em bi we re ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Eleqeya ji bo Kurdî kêm dibe: Xwendin divê zêde bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji Mîhrîcana Çanda Kurd re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Serçavan-Rojên Film destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn Azad li Parîsê sala xwe ya 35’an a hunerê bi konsereke bi coş pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Parêzer Devedjian: Erdogan berdewama çanda dagirkerî û nefretê ye
Rojane

Parêzer Devedjian: Erdogan berdewama çanda dagirkerî û nefretê ye

Parêzer François Devedjian anî ziman ku Serokkomarê dewleta Tirk Erdogan berdewama çanda dagirkerî û nefretê ye û got: ‘’Dixwazin ku sûcên li dijî gelên Ermen û Kurd hatine kirin, rewa bikin.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Tebax 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Dewleta Tirk weke berdewama kevneşopiya dîrokî polîtîkayên xwe yên berfirehbûnê berdewam dike. Tirkiye weke dewleteke endamê NATO’yê di serî de xaka Kurdistanê û li herêmên ku dagir kirine her cure sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê pêk tîne. Hêzên ku berpirsiyarê parastina hiqûqa navneteweyî ne jî li hemberî hemû bêhiqûqiyên dewleta Tirk bêdeng in.  Wisa ku demekê beriya niha Serokkomarê dewleta Tirk Erdogan li bajarê Rîzeyê di civînekê de navê Îsraîlê bilêv kir û got ku ‘Çawa ku em ketine Karabag û Lîbyayê em dikarin heman yekê li wan deran jî bikin.’ Bi vê gotina xwe nîşan da ku li ser hemû xaka Sûriye û Iraqê di pozîsyona dagirker de ye.

Em têkildarî vê mijarê li gel Parêzerê ji Baroya Parîsê Françoîs Devedjiyan axivîn ku Devedjiyan polîtîkayên dewleta Tirk yên berfirehbûnê yên li ser herêma Artsakhê ji nêz ve dişopîne û ji bo gelê Ermen di qada navneteweyî de têkoşîna hiqûqî dimeşîne.    

‘ERDOGAN MÎRATEYA TALAT PAŞA DIDOMÎNE’

Parêzer Devedjiyan anî ziman ku polîtîkayên berfirehbûnê yên dewleta Tirk a di bin serokatiya Erdogan de  yên ji sînorên xwe wêdetir, berdewama kevneşopiyeke dîrokî ye û axaftina xwe wiha berdewam kir: ‘’Ev polîtîkayên Tirkiyeyê yên berfirehbûnê, berdewama wê polîtîkayê ye ku di destpêka sedsala 20’an de ji aliyê Talat Paşa ve hatiye destpêkirin, ji aliyê Ataturk ve hatiye domandin û îro jî ji aliyê Erdogan ve tê berdewamkirin.

Ev rewş bi awayekî eşkere tê wateya polîtîkaya înkarkirina kêmaniyên dîrokî û gelên diyar yên li hin herêman yên ne Tirk. Vê polîtîkaya înkarê di destpêka sedsala 20’an de bi qasî Ermeniyan tesîreke mezin li gelên Rûm, Asûrî-Keldanî, Kurd û gelek gelên din kiriye.’’

‘DIXWAZIN SÛCÊN KU EV ZÊDETIRÎ SED SALAN E BERDEWAM DIKIN, REWA BIKIN’

Devedjian diyar kir ku polîtîkaya înkarkirinê ya dîrokî roja îroyîn bi rewşa xwe ya herî eşkere li dijî gelên Ermen û Kurd tên domandin û axaftina xwe bi van gotinan berdewam kir: ‘’Gelê Kurd îro nûnertiya zêdetirî 35 milyon însanî dike. Nabe ku ji cîhanê re bibêjin ku mafê van 35 milyon însanî tune ye ku bibin xwedî dewlet. Piraniya vê nifûsê îro li ser sînorên Tirkiyeyê dijî û dewleta Tirk vê rastiyê weke redkirina Qirkirina Ermeniya û mafên Ermenên li ser xaka Tirkiyeyê, bi awayekî kategorîk red dike. Tirkiye bi hemû polîtîkayên xwe yên li hemberî gelê Kurd û di heman demê de yên li hemberî gelê Ermen û bi piştgiriya ji Azerbeycanê re armanc dike ku pozîsyona xwe saxlemtir bike û sûcên xwe yên di sedsala 20’an de pêk anîne û yên di sedsala 21’an de pêk tînin, rewa bikin.’’

‘AZAERBEYCAN BI TIRKIYEYÊ RE HEMAN RÊBAZÊ BI KAR TÎNE’

Françoîs bal kişand ku li Artsakhê hemû tiştên li ser navê Ermeniyan hetine tunekirin ku Artsakh xaka gelê Ermen e û bi pişrtgiriya eşkere ya Tirkiyeyê re ji aliyê dewleta Azerbeycanê ve hatiye dagirkirin û got ku ev yek mezintirîn mînaka çanda îmha û înkarê ye û rewşa Artsakhê bi van gotinan da zanîn: ‘’Rewşa Artsakhê bi temaî dramatîk e. Ji ber ku êdî li wir bi tu awayî Ermen nemane. Ermenên li Artsakhê ji xakên xwe hatin dûrxistin. Azerbeycanê hemû kontrola herêmê xistiye destên xwe û xanî,dêr û goristanên li wir tune û wêran dike. Azerbeycan jî weke Tirkiyeyê serî li heman rêbazê dide ku welatiyan ji warên wan dûr dixe û bermayiyên jingehên wan tune dike û îdîa dike ku ew xak ne yên Ermeniyan e. Tevî ku Artsakh xwedî paşerojeke zêdetirî hezar salî ye jî di demên pêş de wê ji gelê Ermen tu şop li herêmê nemînin. Ji ber vê yekê rewş gelekî dramatîk e. Li gorî biryareke Dîvana Edaletê ya Navneteweyî divê dewleta Azerbeycanê destûrê bide ku gelê Artsakhê vegere ser xakên xwe. Hewce ye rêzê li vê biryarê bigirin û bi cih bînin. Lê belê ev biryar jî tê binpêkirin. Hewce ye civaka navneteweyî li hemberî Azerbeycanê helwesta xwe nîşan bide. Lê belê wisa xuya ye ku Azerbeycan bi tu awayî vê biryarê bi cih naîne. Di rastiyê de rejîm û hevalbendên Azerbeycanê  li ser dijmintiya Ermeniyan û nefreta li dijî Ermeniyan hatiye avakirin. Qewirandina Ermeniyan a li ser xakên Artsakhê û dagirkirina xan xakan ji bo Serokkomarê Azerbeycanê Aliyev weke serkeftinê ye. Niyeta wan tune ye ku li hemberî Ermeniyan bi paş de gav biavêjin; berovajî wê yekê paşdegavavêtinekê û kêmkirina dagirkirina herêmê weke lawazbûnekê pênase dikin.’’  

‘DI BIN NAVÊ EWLEKARIYA SÎNORAN DE SÛCAN PÊK TÎNIN’

Devedjian bal kişand bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî polîtîkayên dagirkirinê yên dewleta Tirk û got: ‘’Ji bi dawîbûna Şerê Cîhanê yê Duyemîn heya niha, bi feraseta ger sînor neyên desteserkirin şer dernakeve,  parêzbendiya sînoran weke rêgezeke têkiliyên navneteweyî derdikeve pêş. Argûmana sereke ya li pişt polîtîkayên dagirkirinê yên îroyîn ev e. Her wiha ji ber ku ev argûman ji berjewndiyên hêzên mezin re xizmetê dike jî piştevanî lê tê kirin. Ev yasaya yên herî mezin e. Ji bo hêzdaran saxlemgirtina sînoran avantajek e. Her wiha ev yek ji bo yên biçûk û lawaz bi gotineke din ji bo bindestan kêmtir derbasdar e.  Îro Tirkiye ji bo ku sûcên xwe rewa bike xwe dispêre vê hêmanê. Di bin navê ewlekariya sînoran de sûcan pêk tîne. Li Tirkiye û Emerîkayê binêrin ku ev 70 sal in di nava têkiliyê de ne, ji bo pêşîlêgirina zêdetir deyndarbûna cîhanê di parastina neberbiçavtiya van sînoran de xwedî berjewendî ne. Daxwazên gelan yên azadî û çarenûsê tune tên hesibandin û nayên dîtin. Naxwazin van têgehan bilêv jî bikin. Çimkî dizanin ku ev têgeh amade ne ku bi xwe re dengekî mezin bînin. Lê belê daxwaza azadiyê, her çend di serî de rê li ber geremolan veke jî beriya ku aşitiya rastîn were bidestxistin ev yek hemû caran pêngaveke hewce ye.’’ 

‘DIVÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’

Parêzer Devedjian destnîşan kir ku ji bo şikandina bêdengiya li dijî êrîşa li ser gelê Kurd û Ermeniyan divê têkoşînê bidomînin. Parêzer Devedjian bi dewamî got, “Ez di wê baweriyê de me ku di her halî de em ê vegerin ser rêya aştiyê. Lê şert e ku em bawerî bi hiqûq, mafdarî û aqlê xwe bînin. Wê dem bigire, zehmet bikeve lê em gelên qedîm in, gelek tişt hatin serê me, lê em hîna li vir in. Pêşveçûna hiqûq û aqil di mirovahiyê de dirêj, têkel û zehmet e.

Naskirina qirkirina Ermeniyan êdî ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin. Êdî tu dîroknasekî cidî îtirazê vê qirkirinê nake ku demeke berê jî rewş ne wisa bû. Zanîn û aqil pêş dikevin û li gorî min ji bo pêştir here û em mafê xwe biparêzin divê têbikoşin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN PARÎS

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Ferhat Onkol ê hat sirgûnkirin xistin hucreyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Hîmalaya bi dehan kes di lehiyê de winda bûn

Li herêma Dharali ya li ber Hîmalaya ya li eyaleta Uttarakhand a li bakurê Hindistanê,…

Ji aliyê Stêrk TV

Festîvala Biharê ya Zanîngeha Rojava

2’yemîn Festîvala Biharê ya Zanîngeha Rojava destpê kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Xelatên Oscarê: ‘Anora’ xelata fîlmê herî baş wergirt

Anora ku fîlmekî trajîkomîk ê Sean Baker e di Xelatên Oscarê yên 97'emîn de xelata…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Fabian Molina: PKK’ê îradeyek mezin a siyasî raber kir, dor a dewleta Tirk e!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Xwendekarên São Paulo’yê paradîgmaya Rêber Apo nîqaş kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bozan: Divê sedemên bingehîn ên meseleyê ji holê bêne rakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bersiva li polîtîkayên zext û qeyûman: Komunbûna li rêveberiyên xwecihî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?