Dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker li ser axa başûrê Kurdistanê bi alîkariya PDK’ê berdewam e, ev yek jî bûye sedema nerazîbûna gel. Der barê berfirehbûna dagirkeriya dewleta Tirk de, mamosteyê dînî Teha Germiyanî û parêzer Kawa Letîf ji ANF’ê re axivîn.
Mamoste Teha Germiyanî amaje bi wê yekê kir ku dagirkeriyê kî bike, ne rewa ye û wiha domand: “Wê dagirkeriya ku îro berê xwe daye Herêma Kurdistanê, tirsnak e û gel dikuje û dar û daristanên me dibire. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember van destdirêjî û dagirkeriyên ku li ser axa me tên kirin, xwedî helwest be û bersiveke cidî bide.
Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî Iraqê helwesta xwe nîşan bidin, ji ber ku di vê demê de ji aliyê dagirkeran ve jîngeha Herêma Kurdistanê tê xerabkirin û welatî tên kuştin.”
‘LI HEMBER VAN DAGIRKERIYAN DIVÊ DENGÊ ME BIGIHÊJE NETEWEYÊN YEKBÛYÎ Û CÎHANÊ’
Di berdewamiya axaftina xwe de Mamoste Teha Germiyanî amaje bi rola mamosteyên dînî kir ku divê ew bêdeng nemînin û helwesta wan hebe li hember dagirkeran û wiha berdewam kir: “Eger mamosteyên dînî û rewşenbîr û welatparêz bêdeng bimînin, wê demê dagirkerî zêdetir çêdibe û welatê me wêran dibe. Ji ber vê yekê divê em bêdeng nemînin û dengê xwe bigihînin Neteweyên Yekbûyî û wan cihên ku mafên mirovan diparêzin da ku alîkariya me bikin.”
‘EV DAGIRKERIYA TIRKIYEYÊ SÛC E LI DIJÎ MIROVAHIYÊ’
Piştre parêzer Kawa Letîf da zanîn ku tu hincetên dewleta Tirk a dagirker tune ne û tekane armanca wê dagirkirin û jinavbirina Kurdan e û wiha domand: “Ev êriş û dagirkeriya dewleta Tirk sûc e li dijî mirovahiyê û tu hinceta wê tune ye, armanca wê tenê dagirkirina Herêma Kurdistanê û jinavbirina Kurdan e. Ev dagirkerî heta niha berdewam e û divê em hemû helwesteke cidî nîşan bidin û li dijî wê bisekinin.”
‘DIVÊ WELATÎ ZEXTÊ LI HERÊMA KURDISTANÊ Û IRAQÊ BIKIN’
Kawe Letîf her wiha ev tişt anîn ziman: “Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê helwesteke cidî nîşan bidin da ku welat bertekê nîşan bidin. Welatî dikarin fikrên xwe bi nivîs yan jî xwepêşandanan bînin ziman. Bi vî awayî Neteweyên Yekbûyî û dewletên mezin dikarin li hember vê dagirkeriyê bertekê nîşan bidin û rê lê bigirin. Erka welatiyan ew e ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk zextê li hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê bikin.”