Xizmên girtiyan ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û azadiya wî were mîsogerkirin vê hefteyê jî çalakiya “Deng bide azadiyê” li ber Girtîgeha Tîpa T a Êlihê li dar xistin. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (TUHAY-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê, Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Êlihê û xizmên girtiyan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pêşmalkên bi ser “Tecrîd sûca mirovahiyê ye” li xwe kirin û pankartên “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkênîn û ji bo aştiya civakê deng bide azadiyê” hatin vekirin.
Di çalakiyê de Hevseroka DEM Partî ya Êlihê Songul Korkmaz axivî. Korkmaz diyar kir ku heta zextên li girtîgehan bidome wê çalakiya wan jî bidome. Korkmaz anî ziman ku tecrîdek giran li ser girtiyan heye û banga bidawîbûna bêhiqûqiyê kir.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.