Girtiyê nexweş Alî Şen ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Yozgatê dihat girtin, piştî 31 salan hat berdan. Şen ê ku di sala 1993’an de ji ber sedemên siyasî li Mêrsînê hat binçavkirin û piştî êşkenceya giran a bi rojan lê kirin derxistibûn Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM). Şen bi îdîaya “Xerakirina yekîtî û yekpariya dewletê” cezayê muebetê lê hatibû birîn. Şen di 12’ê Tîrmeha 2023’yan de cezayê xwe temam kir. Ji ber ku Alî Şen ferzkirina “poşmaniyê” qebûl nekir, 5 caran berdana wî hat taloqkirin.
Şen piştî dîlgirtina 31 salan hat berdan
Girtiyê nexweş Alî Şen piştî 31 salan ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Yozgatê hat berdan.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike