Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Xebat Cûdî (Reşît Çevik) û Serhat Jiyan Pano (Veysel Sevînç)) ên ku di êrîşên 21’ê Hezîranê û vir de şehîd bûbûn û cenazeyê wan di 18’ê Tebaxê de rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, piştî testa DNA’yê ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin.
Cenazeyê şehîd Xebat Cûdî bi tevlîbûna rêxistina bajêr a DEM Partî, DBP’ê û gelek welatiyan li navenda Şirnexê hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serhat Jiyan Panos jî ji aliyê malbatê ve hat girtin û ber bi Agiriyê ketin rê.
4 cenazeyên ku li nexweşxaneyê dihatin ragirtin li goristana bêkesan a li navenda Şirnexê hatin veşartin. 2 cenaze jî hîna li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên ragirtin.