Di daxuyaniya MAK’ê de (Milîsên Azadiya Kurdistanê) hate gotin, “Milîsên me şeva 31’ê Tebaxê li navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê li qemyonekê xistin ku karê lojîstîkî ji artêşa Tirk re dikir. TIR a bi plaqeya 55 PJ 512 bi madeya plastîk a tê de hate şewitandin.”
Li gorî daxuyaniyê TIR bi temamî şewitî. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev çalakî li hemberî êrîşên leşkerî û siyasî yên dewleta Tirk hatiye kirin.