Walitiya Şirnexê ragihand ku li çiyayên Gabar û Cudî, li herêmên Besta û Kelamemê, Donmezler, Kovankay, Tehtareş, Husrevpaşa, Suhurpaşayayla, Încebeldaglari, Feraşîn, Altindaglari û Oymakaya yên ser bi Şirnexê ku talankirina xwezayê û operasyonên lê didomin weke “herêmên taybet a demkî” carek din hat qedexekirin. Ketin û derketina van deveran ji bo dema 15 rojan hat qedexekirin. Walîtiyê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku ev qedexe dê heta 28’ê îlonê bidome.
Li Şirnexê dema ‘qedexeyê’ ya dagirkeran hate dirêjkirin
Walîtiya li Şirnexê gelek qadên li bejahiya bajêr weke herêma 'ewlekariya taybet a demkî' ragihand. Herêm ji bo 15 rojên din hate 'qedexekirin'.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike