Li gorî ajansa nûçeyan KCNA’yê Kim Jong Un seredana Enstitûya Çekên Nukleerî û navendeke hilberîna alavên nukleerî kiriye, lê belê nehate diyarkirin ku ev tesîs li ku ne û seredan kengê pêk hatine.
Ajansê dîmenên Kin Jong yên di kêliyên seredanê de weşandin û ragihand ku serokê Koreya Bakur aniye ziman ku ji bo zêdekirina çekên nukleerî yên xweparastinê divê hejmara sandrîfujan zêdetir werin zêdekirin.
Li gorî ajansê Kim Jong di kêliyên seredanê de derbarê hilberandina serikên çekên nukleerî û alavên nukleerî de agahî standine. Serokê Koreya Bakur bang kir ku ji bo bihêzkirina bingeha hilberandina alavên leşkerî divê teşwîqa danasina cureyeke sandrîfujeke nû were kirin.
Her wiha KCNA’yê ragihand ku Kim Jong Un bang kiriye ku ji bo hilberandina alavên nukleerî yên hewce, hedefeke bilindtir û demdirêjtir were diyarkirin.
Pyongyangê beriya niha bi tu awayî tesîsa berbehs bi raya giştî re parve nekiribû ku yekem ceribandina nukleerî di sala 2006’an de pêk anîbû û ji ber bernameyên çekên qedexe, Neteweyên Yekbûyî gelek cezayên cuda lê birîbûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di van tesîsan de sandrîfujên zêde bilez tên bikaranîn û ji bo çêkirina serikên çekên nukleerî, ûranyûma zêdedewlemendkirî tê hilberandin.
Li gorî pisporan weşandina dîmenên tesîsan dibe ku bi armanca bandorlêkirina hilbajartinên serokatiyê yên DYE’yê yên ku di meha Mijdarê de werin kirin, be.