Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) da ragihand ku wan di şeva 30’ê Îlonê de li Ofîs a Amedê li hemberî kesekî bi navê M.K. ku hişbir difirot, çalakî pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ev kes li herêmê madeyên hişbir difiroşe û di nav şebekeya fûhûşê de cih digire. Jin û ciwanan ji nirxên wan ên civakê qut dike û dixe nav jiyanek dejenerebûyî. Jin û ciwanên ku bi rêya alkol û hişbirê dixînin, piştre dixin nav şebekeya fûhûşê û jiyaneke bêexleq li wan ferz dikin. Bi vê re dixin xizmeta şerê taybet.”
MAK ragihand ku M.K. yê ku herî dawî jinek kiribû hedef û kiribû amûra jiyaneke bêexlaq xistine kemînê, piştî binçavkirin û lêpirsînê jî ceza kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Banga me li hemû gelê me ew ku pêwîste gelê me li zarok û qadên jiyanê xwedî derkevin û li dijî şerê taybet bisekinin. Tenê milîsên azadiyê ne, pêwîste hemû gelê me topyekûn li hemberî van çeteyan li ber xwe bide, bi zanebûna welatparêzî û civakîbûnê têbikoşe.”
MAK’ê di heman demê ev bang jî kir, “Em dikevin 26’emîn salvegera komploya li hemberî Rêber Apo. Em bang li milîs û gelê xwe dikin ku bila xwedî li pêngava ‘ji Rêber Apo re Azadî’ derkevin û li hemberî rejîma şerê taybet jiyana me ya exlaqî û civakî biparêzin. Em sond dixwin ku em ê ji kesên ku nirxên exlaqî yên civaka me dikin hedef hesabê van êrîşan bipirsin.”