Hevserokê TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat diyar kir ku divê nerazîbûna li hemberî vê rêveçûna nebaş zêde bibe û got, “Eger em bi xurtî li ber rabin, hingî em ê karibin vê rêveçûnê bisekinînin. Heta ku dengê me nebe yek, em ê di nava vê rêveçûna nebaş de winda bibin.”
Hevserokê TUHAD-FED a Amedê Kerem Canpolat ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku li Îmraliyê tecrîdeke giran heye. Kerem Canpolat got, “Bi tecrîdê ve girêdayî li Kurdistanê û Tirkiyeyê rewş baş nîne. Xitimîneke xiyasî û hilweşîneke exlaqî heye. Krîza aboriyê kûr dibe. Ji bo pirsgirêk hemû ji holê bêne rakirin û rewşa xitimandî çareser bibe, yekane rê vekirina deriyên Îmraliyê ye. Em dixwazin dawî li tecrîdê bê û azadiya fîzîkî misoger bibe. Mîna sala 2013’an divê pêvajoya diyalogê destpê bike. Divê maseyeke hîn qewîn bê danîn.”
NÊRÎNÊN WÎ JI BO HEMÛ GELAN ÇARESERÎ YE
Canpolat işaret bi Şerê Cîhanê yê 3’yemîn kir û got, “Ev şer wê li Rojhilata Navîn belav bibe. Em dixwazin vî şerî ji xaka xwe, ji gelê xwe, ji tevahiya gelên Rojhilata Navîn dûr bixînin. Çareseriya vê jî li Îmraliyê ye. Nêrîn û pêşniyarên Birêz Ocalan di wê astê de ye ku ji bo gelê Kurd, gelên herêmê û hemû welatan rêya çareseriyê ye.”
AŞTÎXWAZ Û ALÎGIRÊN DEMOKRASIYÊ BILA TEVLÎ MÎTÎNGÊ BIBIN
Canpolat bi bîr xist ku bi rojeva tecrîdê di 13’ê Cotmehê de li Amedê mîtîngeke mezin tê lidarxistin, karên ji bo mîtîngê li hemû bajaran tê kirin û got, “Em dixwazin wê rojê bi sed hezaran kes li wê derê li hev kom bibin û bi hev re careke din li ber tecrîdê rabin. Li dijî tecrîdê divê em daxwaza azadiyê bikin. Her kesên ku daxwaza demokrasî, aştî û yekîtiyê dikin divê tevlî mîtîngê bibin. Rêveçûneke nebaş heye. Polîtîkayên şerê taybet li tevahiya Kurdistanê belav bûne. Yekane kesê ku vê yekê ji holê rake, pêşî li van polîtîkayan bigire Birêz Ocalan e.”
EM DIKARIN VÊ RÊVEÇÛNÊ BISEKINÎN
Canpolat destnîşan kir ku divê îtiraza li hemberî vê rêveçûna nebaş zêde bibe û got, “Em di wê baweriyê de ne ku eger bi xurtî li ber rabin em ê karibin vê rêveçûnê rawestînin. Heta ku em dengê xwe nekin yek, em ê di nava vê rêveçûna nebaş de winda bibin. Ji salên 1980’î û vir ve li zindanan êşkence û zext dewam dike. Girtiyên nexweş dîl têne girtin, serdegirtin li qawîşan têne kirin, alavên taybet têne desteserkirin, mafên bingehîn, mafê xwarinê û tenduristiyê yê girtiyan têne binpêkirin, hevdîtina bi malbatan re têne astengkirin, bi sedemên kêfî cezayên hucreyê têne birîn û di nava zindanê de zindanê ferz dikin. Nêzî 500 girtiyên nexweş hene. Di nav de hinek hene ku rewşa wan cidî ye û divê tavilê bêne berdan. Hikumet bi taloqkirina berdanê, bi dirêjkirina cezayan vê pêvajoyê weke rêbazeke êşkence, tolhildanê bi kar tîne. Li gel raporên Saziya Tipa Edlî jî nayên berdan. Bi rêk û pêk nayên dermankirin, ji xwe di nava şert û mercên girtîgehê de tedawî bi ser nakeve. Gotina wê zehmet jî be ji bo gelek hevalên me dem kurt e û em dixwazin van rojên xwe li derve, bi malbatên xwe, bi hezkiriyên xwe re derbas bikin. Mixabin ev nayê kirin. Divê her kes di vê mijarê de baldar be û ji bo girtiyên nexweş dengê xwe bilind bikin.”