Duşem, 8 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Serokê Meclîsê: Ev projekeye dewletê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Çepgirên Tirk bi heman jiberkirinan dewam dike, xwe nû nake

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erbaş: Em nikarin helwesta xwe li gorî ya dewletê diyar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Unsal: Ji bo yekîtiya neteweyî gaveke girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lemkow: Gava destpêkê divê azadiya Abdullah Ocalan be!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Waliyê Silêmaniyeyê 4 hevşaredarên jin ên ji Bakurê Kurdistanê pêşwazî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê binçavkirinên keyfî zêde bûne

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê şehîdên sala 2024’an bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: HPJ bi saya keda hevrê Feraşîn gihîştiye vê astê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo tenduristiya civakî jî aştî şert e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlman a Amedê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    JINNEWS: Di meha Mijdarê de herî kêm 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Meclîsa Îştar: Civaka demokratîk wê bi pêşengiya jina azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî: Şerê li Îranê bi dawî nebûye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Meclîsa Îştar di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Dersimê li dijî fuhûş û torên hişbirê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê: Heta serketinê divê em pêngavê di asta herî bilind de bimeşînin
Kurdistan

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê: Heta serketinê divê em pêngavê di asta herî bilind de bimeşînin

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê bi wesîleya salvegera komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û got, "Em bang li gelê xwe yê hemû parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dikin ku li gel dostên xwe têkoşînê bigihînin asta herî bilind."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Di daxuyaniya Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê de ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, misogerkirina azadiyê, têkbirina planên şer ê topyekûn ê rejîma AKP-MHP’ê yên li dijî Kurdan û li ser vê bingehê têkbirina komployê di sala nû de, bang li her kesî hate kirin ku têkoşînê heta serketinê di asta herî bilind de bimeşînin.

Konseyê diyar kir ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li pêşiya serketina komployê astengiya herî bingehîn e û got, “Hêzên me yên gerîla bi rengekî xurt bi Rêber Apo ve girêdayî ne û weke navenda moralê ya bingehîn dibîne. Bi hêz û têghiştina ji Rêber Apo werdigirin di nava her şert û mercî de li ber xwe didin.”

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Komploya navneteweyî ya ku di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd û têkoşîna hebûnê hate kirin, 26 sal li pey xwe hişt. Em komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê careke din bi hêrseke mezin şermezar û lanet dikin. Em ê li hemberî ti nêzîkatiyeke komploger a li dijî gelê Kurd û têkoşîna azadiyê serî netewînin.

Şehîdên me yên leheng ên ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, astengkirina armancên qirêj ên komployê li dora Rêber Apo bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ xwe kirin xelekek ji agir; Halît Oral, Selamet Menteş û Aynûr Artan, di şexsê van hevrêyan de hemû şehîdan bi hurmet û minet bi bîr tînin.

Em Rêber Apo silav dikin ku di nava 26 salên komployê de li nava şert û mercên dîlgirtinê û sîstema tecrîdê ya mutleq a li Îmraliyê, bi hêzeke bilind a îradeyê û bi hilberîneke bêhempa ya fikrî li ber xwe da.

Hêzên hegemonîk ên kapîtalîst ê navneteweyî ku DYE serkêşiyê ji wan re dike, ku xwe amade dikirin bi Projeya Rojhilata Navîn a Mezin dest bi sedsala 21’ê bikin, Rêber Apo û têkoşîna azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya PKK’ê li pêşiya berjewendiyên xwe yên emperyalîst, modernîst ên kapîtalîst weke astengiya herî mezin pênase kirin. Ji ber ku hîn wê demê dîtin û tespît kirin ku Kurdîtiya Azad a ku Rêber Apo afirandiye xwedî wê potansiyelê ye ku Rojhilata Navîn bixe bin bandora xwe. Kurdistan li nava çar welatên bingehîn ên Rojhilata Navîn hatibû parvekirin û têkoşîna azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya PKK’ê jî Kurdên li her çar parçeyan kişandibû nava sekneke têkoşînê ya girîng. Kurdên ku li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi têgihiştina azadiyê xwe bi hêz kirin, nedixwestin sedsaleke din bêyî Rêbertî û bêyî statu derbas bikin û li ser vê bingehê bêteredût xwe bi Rêber Apo û têkoşîna azadiyê xemilandin. Bi her awayî piştgirî didan têkoşînê û tevlî dibin. Gav bi gav ji aliyê nirxên azadî û demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn ve vediguherîn dînamîka guherîn û veguherîna herî mezin. Hêzên hegemonîk ên kapîtalîst ku DYE serkêşiyê ji wan re dike, bi komploya navneteweyî re ku 9’ê Cotmehê hate destpêkirin, xwestin vê îradeya Kurdê Azad ê nû ji holê rakin ku li Rojhilata Navîn bi roleke navendî radibû. Ji bo vê armanca xwe bi ser bixînin jî her cûre tawîz dan hev. Ji ber ku hesabê wê yekê kirin; li Rojhilata Navîn a ku têkoşîna azadiyê ya Kurd lê hate qedandin û tasfiyekirin, wê hîn bi hêsanî bê bidestxistin û jinûve dîzaynkirin.

Armancên herêmî yên komployoa navneteweyî ya 9’ê Cotmehê bi vî rengî bûn, ji aliyê Kurdan ve jî armanca herî bigehîn ew bû ku mîna sedsala 20’an di sedsala nû de jî Kurdan bê nasname, bê Rêbertî û bê statu bihêle. Ji ber ku gelê Kurd li ber sîstema cîhanê ya hegemonîk kapîtalîst serî netewand, li hemberî siyaseta înkar û îmhayê ya dewleta Tirk a qirker mêtinger dest ji îradeya xwe ya têkoşînê berneda û teslîm nebû, dihate xwestin ku bi sedsaleke din jî bi gelê Kurd bidin windakirin.

Lê belê bi saya feraseta berxwedanê ya bêhempa û nû, afirîneriya fikrî û hilberîneriya Rêber Apo, asta xwedîderketinê ya bilind a gelê me yê welatparêz û îradeya xurt a têkoşînê ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ev armancên qirêj ên komploya navneteweyî têk bir û nehişt bigihêje armanca xwe. Di nava 26 salan de ku di ser komploya navneteweyî re derbas bûn, rastiya gelekî hîn têgihiştî û rêxistinî, rêbazeke gerîlatiya profesyonel, partîbûneke hîn têgihiştî û xurt, asteke pratîkî û zane ya siyasî hate afirandin. Gelê Kurd nirxên xwe yên civakî û neteweyî di nava pêvajoya 26 salan de hîn mezin kir û bû xwedî perspektîfeke rêxistinî ya demokratîk.

Lê belê armancên berfireh ên komploya pûçkirî ji aliyê hêzên komploger ve bi şêweyên cuda hatin nûkirin û bi rê û rêbazên cuda hewl tê dayin ku bi cih bêne anîn. Rewşa nûbûyî ya komploya navneteweyî hewl dide ku li gelek qadan xwe dewam bike. ‘Dîlgirtina’ Rêber Apo li êşkencexaneya Îmraliyê û ragirtina li nava êşkenceya tecrîdê ya mutleq aliyê nû yê komployê ye. Bi girtîhiştina deriyên Îmraliyê re ji aliyekî ve Kurdan ji Rêbertî bêpar dihêlin, li aliyê din jî pirsgirêka dîrokî ya Kurd ku pirsgirêka herî mezin û bingehîn a Tirkiyeyê ye di nava siyaseta neçareseriyê de dihêlin û pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê asteng dikin.

Doza Rêber Apo doza sedsalê ye û çareseriya wê jî wê çareseriya sedsalê be. Çareseriya dozeke bi vî rengî ya dîrokî ku mohra xwe li sedsalê xistiye, bêyî têkoşîna şoreşgerî pêk nayê. Lê belê bingeha hiqûqî û siyasî ya ku têkoşîna siyasî afirandiye divê bi xurtî bê nirxandin. Weke ku gelê me û raya giştî ya demokratîk dişopîne, li gorî hiqûqa navneteweyî ya heyî şert û mercên pêwîst ên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo êdî afirîne. Cezayê ku li Rêberê me hatiye birîn li gorî hiqûqa navneteweyî êdî hikmê xwe tijî kiriye. Di civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya dawî de neçar man ku li vê rastiyê mikur bên, lê belê ji bo Kurdan di pratîkê de mijûl bikin ‘polîtîkaya hiştina ji demê re’ xistin meriyetê. Ev polîtîkaya hiştina ji demê re ya Konseya Ewropayê nayê qebûlkirin.

Ji aliyekî ve li aliyê hiqûqa navneteweyî ve rewş bi vî rengî bû, li aliyê din jî rejîma AKP-MHP a faşîst ku dijminê Kurdan e li dijî Rêber Apo di nava komployeke mezin a hiqûqî de ye. Cezayên dîsîplînê yên bêbingeh li Rêberê me dibire û bi vî rengî hewl dide hiqûqa bêhiqûqiyê biafirîne. Vê yekê jî mîna ku pîrê tevna xwe dihûne, her roj hîn bi xurtî dihûne. Bi cezayên dîsîplînê yên bi rengekî otomatîk dibire, hewl dide rewşa ‘Dîlgirtinê’ ya li Rêberê me ferz dike heta bi hetayê dewam bike. Ji bo îtiraza li hemberî cezayên dîsîplînê asteng bike agahiyan jî nadin parêzerên Rêberê me. Rejîma faşîst a dewleta Tirk bi vî rengî hewl dide biryara ‘binpêkirinê’ ya DMME’yê têkildarî cezayê ‘girtîgehê yê heta bi hetayê’ dabû, pûç bike. Li gel tecrîda mutleq a li ser Rêberê me, ev rastiya komplogerî ya ji aliyê hiqûqî ve tê ferzkirin, divê ji aliyê me her kesî ve bê dîtin û ji bo astengkirina vê yekê bi her awayî têkoşîn bê meşandin.

Rêber Apo şert û mercên dîlgirtina êşkenceyê ya li Îmraliyê bi fikrê azad têk bir û paradîgmayeke nû ya civakî ya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk afirand, bi vî rengî hem ji gelê Kurd hem jî ji gelên Rojhilata Navîn û cîhanê yên bindest re pêşkêş kir. Ev fikrê nû ku Rêber Apo di şexsê xwe de jiya û afirand, di serî de Kurd û gelên Kurdistanê jib o gelên Rojhilata Navîn û cîhanê weke bernameyeke rizgariyê ye. Ev asta fikrî ya bêhempa ku di nava dîlgirtinê û êşkenceya tecrîdê ya mutleq de afirand, her ku ji gelên cîhanê û mirovahiya demokratîk re dibe mal, di asteke bilind de xwedîderketin jê re çêdibe. Hem bi gelên Rojhilata Navîn re hem jî bi gelên cuda yên li Ewropayê û gelek deverên cîhanê re têkiliyeke xwişk, biratî û dostaniyê ya gelekî bi wate û hêja tê afirandin. Ji ber ku têkiliya xwişk, biratî û aştî û demokrasiyê ya ku Rêber Apo dixwaze di nava gelan, baweriyan û çandan de biafirîne, têkiliya modernîteya demokratîk ji bo mirovahiyê, ji bo demokrasî û azadiyê nirxên nû hildiberîne. Sîstema dewletperest û desthilatdarî perest ku îdeolojiya sermayedar a kapîtalîst weke endustriyalîzm û netewe dewletê ava kiriye, bûye sedema krîzên jiyanî û civakî. Ev fikrê Rêber Abdullah Ocalan weke yekane rêya rizgariya ji van krîzan tê dîtin. Her ku ev rastî şênber dibe, asta xwedîderketina li Rêber Apo ya li qada navneteweyî û asta xwedîderketina li azadiya wî jî bilind dibe.

Pêngava ‘Azadî ji Rêbertî re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ ku par bi pêşengiya dostan ve hate destpêkirin û gav bi gav rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, hunermend, hiqûqnas, femînîst, ekolojîst, antî-kapîtalîst, anarşîst û kedkar, herî dawî jî zanyarên xwediyê xelata Nobelê piştgirî dan, asteke girîng afirand. Em her kesên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tevlî vî karî bûne, piştgiriyê didin, kedê didin, hemû dostan û têkoşîna wan a hêja careke din silav dikin. Em hêvî û bendewariya xwe diyar dikin ku bi sala nû ya komployê re ev karên azadiyê yên di asta navneteweyî de têne kriin, wê derbasî qonaxeke nû bêne kirin.

Tezên Azadiya Jinê yên Rêber Apo di sedsala 21’ê de rêya jinên Kurd her roj bêhtir ronî dike. Têkoşîna ku jinên Kurd bi tezên wî yên azadiyê dimeşînin, li Kurdistanê û Rojhilata Navîn pêşketinên girîng diafirîne. Ev asta îradeyî ya bilind a ku jinên Kurd ji aliyê siyasî, leşkerî û civakî ve afirandine, hem li çar parçeyên Kurdistanê jib o jinên Kurd hem jî ji bo jinên gelên cîran dibe veguherîn û hişyarbûneke cidî. Ev yek weke pêşketinekê ye ku êdî pêşî lê nayê girtin. Hêza ti dewletê têrê nake ku vê îradeya azadiyê ya jinan bitepisîne ku zane bûye û lêpirsînê dike. Di asta heyî de li çar parçeyên Kurdistanê û qadên derveyî welat sekna azadiyê ya jinê, asta paradîgmaya îdeolojîk a Rêber Apo j ialiyê têkbirina komploya navneteweyî ve bi rola pêşengiyê radibe.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji aliyê îdeolojîk, felsefî û rêxistinî ve xwe ji Rêber Apo xwedî dikin; bi saya îradeya xurt û têkoşîna xwe ya bi biryar bû hêza herî bingehîn ku di nava 26 salên derbasbûyî yên komployê de nehêlin komploya navneteweyî bi ser bikeve. Hêzên me yên gerîla bi rengekî xurt bi Rêber Apo ve girêdayî ne û weke navenda moralê ya bingehîn dibîne. Bi hêz û têghiştina ji Rêber Apo werdigirin di nava her şert û mercî de li ber xwe didin.

Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, misogerkirina azadiyê, têkbirina planên şer ê topyekûn ê rejîma AKP-MHP’ê yên li dijî Kurdan û li ser vê bingehê têkbirina komployê di sala nû de, em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku têkoşînê heta serketinê di asta herî bilind de bimeşînin. Li ser vê bingehê em bang li jin û ciwanên Kurd dikin ku bi armanca misogerkirina şert û mercên ewlekariya tenduristiyê û azadiya Rêberê me rêxistiniya xwe xurt bikin, çalakiyên xwe mezin bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Besê Hozat: Komplogeran kirin nekirin nekarîn bigihêjin armanca xwe
Nûçeya Pişt re HPG: Li Zapê dagirkerek hate cezakirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şehîdê QSD’ê Ehmed Mihemed hate veşartin

Şervanê QSD'ê Ehmed Mihemed ê şehîd bû, li Tebqayê hate veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

4’ê Nîsanê li Şengalê hate pîrozkirin

4’ê Nîsanê Rojbûna 76’emîn a Rêber Apo li Geliyê Kersê yê Şengalê bi dirûşma ‘Rojbûna…

Ji aliyê Stêrk TV

Kesê AKP’yî gilî kir: 7 kes hatin binçavkirin, kesek jî hate girtin

Li Colemêrgê piştî rageşiya di navbera gundî û nûnerên şîrketa Îsmet Olmezê AKP’yî de ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Waliyê Silêmaniyeyê 4 hevşaredarên jin ên ji Bakurê Kurdistanê pêşwazî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê binçavkirinên keyfî zêde bûne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG-NRÇ’ê şehîdên sala 2024’an bi hurmet bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Peyman Viyan: HPJ bi saya keda hevrê Feraşîn gihîştiye vê astê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?