Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Tehna ya Mezin ê dikeve rojavayê kantona Minbicê topbaran kir.
Di encama topbaranê de zarokên bi nave Ebdo Cuma El Casim (5) û Casim Cuma El Casim (9) şehîd bûn. Di êrîşê de zarokên bi navên Casim Mehmûd El Casim (6), Ehmed Casim El Casim (8) û Muslim El Casim (10) jî bi giranî birîndar bûn.
Zarokên birîndar birin nexweşxaneyên Minbicê.