Çarşem, 31 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gokyildiz: Elewiyên li Sûriyeyê ketin nava pêvajoyeke berxwedanê ya bêçek lê rêxistinbûyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora OHD’ê: Îdiayên êşkenceyê yên li girtîgehan zêde dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dozger û parêzeran tehliyeya Ayşe Gokkan xwest, dadgehê red kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saziyên Zimanê Kurdî ji bo mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ banga tevlîbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KONGRA-GEL peyama sersalê: Em azadî û civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Meşek ji Merîwanê heta Dersimê: Aso Baran*

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma 175’an çalakiya nobetê ya li Mexmûrê dewr girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê peyama sersalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Roboskî: Em edaletê dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mafê hêviyê bêyî derengxistinê divê bi cih bê anîn, pêşî li aştiyê bê vekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê protestoyên li dijî bêdaletiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di bin siya ‘Sala malbatê’ de 2025: Tundî, xizanî û berxwedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2025’an de berxwedana jinan a di nava rastgirî, şer û krîzan de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Bêrîtan Fûad hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    400 aktîvîstan ji bo Zehra Şehbaz Teberî bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xalide Engîzek: Heval Berfîn bû sembola ked û fedakariyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Hilbijartinên serdema 6’emîn a Parlamentoya Başûrê Kurdistanê
Kurdistan

Hilbijartinên serdema 6’emîn a Parlamentoya Başûrê Kurdistanê

Dengdayîna ji bo hilbijartinên serdema 6’emîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi dawî bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin
21:06

Li 227 navendên li Hewlêrê encama dengdanê eşkere bû

Hejmartina dengên ji bo hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê berdewamin. Encamên dengdana ne fermî li 227 navendên dengdanê yên li sînorê bajarê Hewlêrê eşkere bûn.

Encamên destpêkê yên ne fermî wihane:

PDK: 35785

YNK: 12198

Nifşê Nû: 8400

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 1711

Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê: 1577

Tevgera Helwesta Nîştîmanî: 1481

Eniya Gel: 720

Tevgera Goran: 110

21:01

Bi giştî dengên li her çar navendên hilbijartina dema şeşem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatine xwendin: 854 hezar û 372

Partiya Demokratîk a Kurdistanê: 336 hezar û 723

Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê: 245 hezar û 966

Nifşê Nû: 133 hezar û 100

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 50 hezar û 580

Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê: 32 hezar û 452

Tevgera Helwest: 27 hezar û 815

Eniya Gel: 16 hezar û 601

Tevgera Goran: 5 hezar û 862

Tevgera Babilyon: 3 hezar û 841

20:32

Encamên destpêkê yên hinek sindoqên her çar navendên hilbijartinê eşkere bûn

Dengên heta niha hatine hejmartin: 352 hezar û 938

PDK: 137 hezar û 916

YNK: 129 hezar û 725

Nifşê Nû: 56 hezar û 878

Yekgirtiya Îslamiya Kurdistan: 15 hezar û 459

Komela Dadgeriya Kurdistan: 13 hezar û 279

Tevgera Helwest: 12 hezar û 295

Eniya Gel: 7 hezar û 738

Tevgera Babilyon: 3841

18:12

Li Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebceyê rêjeya dengan

Li çar bajarên Başûrê Kurdistanê rêjeya dengan eşkere bû. Li Hewlêrê 14 hezar deng, li Silêmaniyê 15 hezar deng, li Dihokê 16 hezar deng û li Helebceyê jî 10 hezar deng hatine bikaranîn.

Silêmanî %60

Hewlêr %65

Dihok %70

Helebce %61

17:06

Hilbijartina li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bû

Hilbijartinên serdema 6’emîn a Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê saet ji 07.00’ê ve dest pê kirin, di saet18.00’an de bi dawî bû.

Di saetên serê sibehê de li bajarên Dihok, Hewlêr û Silêmaniyeyê sindoq hatin danîn. Li seranserî herêmê dê 3 milyon hilbijêr hene.

13:16

Cîgirê Nûnerê Sekreterê Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Siyasî û Alîkariya Hilbijartinan Claudio Cordon gihîşte Silêmaniyê û biryar e bi armanca çavdêrîkirina pêvajoya dengdanê serdana çend bingehên dengdanê bike.

Ji saet 07:00’ê sibehê ve li her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê proseya dengdanê ya ji bo dema şeşem a parlementoya Herêma Kurdistanê destpê kiriye.

Ji saetên sibehê ve ji bilî serok û nûnerên partî û rêxistinên siyasî, gel jî bi awayek girseyî diçin ser sindoqan û dengên xwe bikartînin.

Lê mîna hemû hilbijartinên beriya niha, PDK’ê carek din serî li hîle û sixtekariyê dide. Li piraniya navendên dengdanê yên li Hewlêr û Dihokê, kartên ku propagandaya hilbijartinê li ser hene belav dike. Ev jî di demek de ye ku roja 15’ê Cotmehê komîsyona hilbijartinê dawî li dema propagandaya hilbijartinê aniye.

Li aliyê din jî PDK gelek kesên ku ji Bakurê Kurdistanê aniye, li îdareya serbixwe ya Soran a ser bi Hewlêrê deng bi wan dide avêtin.

Heta niha rêjeya tevlîbûna welatiyan a di hilbijartinê de nehatiye eşkerekirin.

​

15:05

Berpirsên malbata Barzanî li cihên taybet û VIP dengê xwe didin û xwe ji welatiyên asayî vediqetînin. Di dema propagandayê de daxwaza dengan ji gel dikin, lê amade nîn in ku wek hemwelatiyên asayî di navendên asayî yên dengdanê de beşdarî dengdanê bibin.

14:44

Binpêkirinên PDK’ê û sextekarî berdewam in. Li gelek cihan li Dihok û Hewlêrê hêzên ewlekariyê ketine nav navenda dengdanê û gefê li çavdêrên aliyên din dixwin. Her wiha belavkirina kartên berbijêrên PDK’ê jî berdewam e.

14:25

Her çend heta saet 12:00’an rêjeya beşdariyê %31 bû, lê ji nîvro û pê ve gelek  welatiyan berê xwe daye navendên dengdanê û niha li gorî berî nîvro li gelek navendan qerebalixî heye.

 

13.43

Komîsyona Hilbijartinê: Heta nîvro rêjeya tevlîbûnê ji sedî 31 bû

https://anfkurdi.com/rojane/komisyona-hilbijartine-heta-nivro-rejeya-tevlibune-ji-sedi-31-bu-189187

13:04

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê: Ew hemwelatiyên ku tiliya wan nehatiye xwendin û hatine tomarkirin, dikarin vegerin dengdanê û dengê xwe bidin.

13:04

Li gorî agahiyan, heta saet 12:00 rêjeya beşdariyê %30 ye û ev rêje li gorî herêman cuda ye. Bo nimûne, li Germiyanê rêje %39 û li Silêmaniyê jî nêzî %20 e.

11:38

Berdevkê YNK’ê Se’dî Ehmed Pîre piştî ku dengê xwe da diyar kir ku hilbijartin pêvajoyeke hestyar û girîng e. Ji ber vê yekê, daxwazê dike ku hemû hemwelatî biçin dengên xwe bidin û berbijêrên xwe hilbijêrin. Se’dî Ehmed Pîre her wiha got: “Ev welat milkê her kesî ye û divê her kes xizmetê jê re bike.”

11:15

Dengdana li Başûrê Kurdistanê ya ji bo Parlamenta Herêmê dewam dike.

 

 

11:01

Şanaz Îbrahîm Ehmed: Ji bo maf û paşerojê tevlî hilbijartinê bibin

Endama Mekteb Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed dengê xwe bi kar anî. Şanaz Îbrahîm Ehmed got, “Ji bo bidesxistina maf û paşeroja xwe, divê her kes tevlî hilbijartinê bibe.”

10:14

Berevajî talîmatên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, PDK li ber gelek navendên dengdanê li Hewlêr û Duhokê propagandaya hilbijartinê didomîne û kartên berbijêran li dengderan belav dike.

10:13

Sextekariya PDK’ê ya di dengdanê de: Mirov ji Bakur aniye herêmê

Hate ragihandin ku PDK’ê gelek kes ji Bakurê Kurdistanê aniye herêmê û dengan bi wan dide bikaranîn.
 

https://anfkurdi.com/kurdistan/sextekariya-pdk-e-ya-di-dengdane-de-mirov-ji-bakur-aniye-hereme-189182

 

10:05

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî hilbijartinê dişopîne

Nûnerê Taybet ê Iraqê yê Neteweyên Yekbûyî û Serokê UNAMI Dr. Mûhammed El Hasan îro li Hewlêrê serdana hin navendên hilbijartinê kir û bang li hilbijêran kir ku dengê xwe bi kar bînin.

Li gorî parvekirina li ser hesabê UNAMI yê X’ê hate kirin, El Hasan got, “Ji bo Herêma Kurdistanê rojeke girîng e, ji bo demokrasiyê rojeke baş e. Rêyek ber bi pêşketinê ve ye.”

09:28

Serokkomarê Iraqê dengê xwe li Bexdayê bi kar anî

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd li Bexdayê dengê xwe da û got: “Ez hêvî dikim pêvajo bi awayekî serketî bi rê ve biçe û pîrozbahiyê li serkeftiyan dikim.”

09:03

Cehfer Şêx Mistefa banga dengdanê kir

Serokê Encûmena Bilind a Berjewendiyên Siyasî ya YNK’ê Cehfer Şêx Mistefa piştî ku li Silêmaniyê dengê xwe da, ji çapemeniyê re axivî û got: “Wek YNK em li dijî hemû binpêkirinên ku di hilbijartinê de bên kirine. Pêwîste hilbijartinek demokratîk û azad pêk were.”

08:59

Hakim Umer: Em ê piştî hilbijartinê bi 24 saetan encaman eşkere bikin

Serokê Komsiyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Hakim Umer diyar kir ku heta niha di dengdanê de ji aliyê teknîkî ve ti pirsgirêk çênebûye û got, “Em ê piştî hilbijartinê bi 24 saetan encaman eşkere bikin.”

08:54

Qubad Talabanî: Em ê rêya hikumraniyê rast bikin

Rêveberê Sekreteriya Mam Celal, Qubad Talabanî piştî ku li dibistana Rewşen a li Silêmaniyê deng da, ji çapemeniyê re axivî û got: “Li Herêma Kurdistanê 129 pirsgirêk hene, bi dengdana welatiyan em ê rêya hikûmraniyê rast bikin. Piştî dengdanê dibe em cejnê pîroz bikin.”

08:33

Li çar herêmên hilbijartinê yên Başûrê Kurdistanê dengdana ji bo hilbijartina 100 endamên nû yên Parlamenta Herêmê dewam dike.

 

08:26

Komîsyona Hilbijartina diyar kir ku ew ê bi tu awayî dema dengdanê neyê dirêjkirin û di 6’ê êvarê de wê pêvajo bi dawî bibe.

08:22

Waliyê Silêmaniyeyê dengê xwe bi kar anî û banga dengdanê kir

Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebûbekir piştî bikaranîna dengê xwe bang li hilbijêran kir ku teqez dengê xwe bi kar bînin.

08:03

Di dengdana taybet de 478 binpêkirin 

Hevpeymaniya Tor û Rêkxistinên Çavdêriya Hilbijartinê ya Iraqê ku ji şeş tor û rêkxistinan pêk tê, rapora xwe ya dawî ya têkildarî proseya dengdana taybet a karmendên ewlekariyê weşand.

Li gor raporê, di proseya vekirin, dengdan û girtin û hejmartina dengdan de 478 binpêkirin hatine tomarkirin.

Hilbijartinên herêma Kurdistanê destpê kirin

Hilbijartinên dema 6’an a Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji saet 07.00’an û şûnde bi fermî destpê kirin. Nêzî 3 milyon hilbijêr wê li bajarên Duhok, Hewlêr, Silêmanî û Helebceyê deng bi kar bînin.

Lîderê YNK’ê Bafil Celal Talabanî li Dibistana Rewşan a li Silêmaniyê dengê xwe bi kar anî.

Piştî ku lîderê YNK’ê Bafil Celal Talabanî dengê xwe bi kar anî, daxuyanî da û got: “Em ê dawî li vê desthilatdariya yekperest bînin.”

Bafil Talabanî di daxuyaniya xwe de ji ber piştgiriyê spasiya Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Omer Ocalan: Çima hiqûq nayê pêkanîn?
Nûçeya Pişt re Jinên Ermen ji bo Sûriyeyeke demokratîk têdikoşin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevşaredara Colemêrgê banga têkoşîna hevpar kir

Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe, di civîna li Stenbolê de bi endamên çapemeniyê re hevdîtinek pêk…

Ji aliyê Stêrk TV

Damezrînera rêxistina Dayikên Plazo De Mayo jiyana xwe ji dest da

Endama damezrandina rêxistina Dayikên Plazo De Mayo, dosta Kurdan Nora Cortînas jiyana xwe ji dest…

Ji aliyê Stêrk TV

Hilbijartinên Iraqê û rewşa Şengalê

Hilbijartinên parlementoya Iraqê di 11’ê Mijdarê de wê werin lidar xistin. Hilbijartin wekî qonaxeke krîtîk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Meşek ji Merîwanê heta Dersimê: Aso Baran*

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gokyildiz: Elewiyên li Sûriyeyê ketin nava pêvajoyeke berxwedanê ya bêçek lê rêxistinbûyî

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Koma 175’an çalakiya nobetê ya li Mexmûrê dewr girt

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?