Pêncşem, 4 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Faîk Çîrîk ê ku piştî 30 salan hate berdan: Kêfxweşiya me nîvço ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana şîna şehîd Serhat Korkmaz hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tedawiya rojnamevan Huseyîn Aykol berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî pêvajoyê: Em xwedî heman îradeya sala 2005’an e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Profesor Sumantra Bose ji bo nirxandina ‘kêliya hêviyê’ bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ev pêvajo pêvajoyeke avakirinê ya bi hevgirtineke berfireh a civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bertek nîşanî biryara domandina girtina Akiş dan: Darbeya li îradeya gel didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK’ê hêzek mezin bi çekên giran şandin Lacan û Xebatê 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Dayika Aştiyê Aliye Tîmur li Colemêrgê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê jineke Kurd binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Çavdêriya Darayî li Herêma Kurdistanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ’ê şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê meşa li dijî tundiya li ser jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên Îranê yên li ser jinên girtî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Nîşaneya berxwedan û azadiyê bû
Rojava

Nîşaneya berxwedan û azadiyê bû

Gaziyê herî temendirêj ê Şoreşa Rojava Apê Nemir, xaka xwe neterikand, bi biryardarî li çeperan şer kir û bi vî rengî rastiya gelê şerker raxist pêş çavan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Berxwedana Kobanê destaneke ku bi lehengên wêrek û fedakar hatiye nivîsandin; yek ji sembolên vê destanê jî Apê Nemir e. Li gel temenê xwe yê dirêj jî xaka xwe neterikand û bû sembolek ku ruhê Kobanê temsîl kir.

Warê ku lê dima parçeyek ji jiyana wî bû, ku bîranînên wî mîna çemekî lê diherikî. Ji bo li ber hêza tarî ya DAÎŞ’ê rabe, ji bo paşerojekê ji ewlad û neviyên xwe re bihêle, li gel temenê xwew yê dirêj û rewşa xwe ya tenduristiyê jî tevlî berxwedanê bû. Apê Nemir bi baweriyeke xurt tevlî çeperên şer bû, bi biryardariya di çavên xwe de û dilxwaziya di dilê xwe de ji her kesî re bû çavkaniya sûdwergirtinê. Bi zarokên xwe re ma û bû parçeyek ji berxweedana ruh, malbat û civakekê.

TÊKOŞÎNA WÎ DENG VEDA

Di kêliyên herî giran ên şer de hebûna Apê Nemir bû çavkaniyeke mezin a moralê. Ne tenê xwe temsîl dikir, her wiha têkiliyên civakî û nirxên kûr ên mirovahiyê temsîl dikir. Di rojên giran ên berxwedanê de got, ‘Ez ê li xaka xwe li ber xwe bidin’ û rastiyeke welê nîşan da ku serketin bi îrade û piştevaniyê dikare bê bidestxistin. Apê Nemir her ku li çeperên şer disekinî, bîranînên rabirdûyê dida jiyîn. Nifşên ku hîn bêhtir wêrek kir, dema ku didîtin çawa li ber xwe dide û ti carî dest ji berxwedanê bernade. Dilxwaziya wî ya ji bo têkoşînê li nava her kom û kesayetan deng vedida. Ji bo paşeroja Kobanê bû ronahiyeke hêviyê.

PIŞTÎ KU RÊBERÊ GELÊ KURD NAS KIR

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê di daxuyaniya xwe ya 14’ê Cotmehê ya li ser ragihandina şehadeta Apê Nemir de qala dilsoziya Apê Nemir a bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurd re kir. Apê Nemir Xelîl Osman Hemê) sala 1950’î li gundê Dihapê yê Kobanê ji dayik bû. Kurê yekane yê malbatê bû. Ji zarokatiya xwe ve li nava derdoreke ji hestên welatparêziyê mezin bû. Dema ku çandinî dikir ji ber bala xwe ya li ser siyasetê di temenê ciwantiyê de 3 caran ji aliyê rejîma Baasê ve hate girtin. Piştî sala 1980’î Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclaan nas kir û da pey Tevgera Azadiyê ya Kurd, weke welatparêzekî çalak xebitî. Li gel zextên rejîma Baasê jî paşve gav neavêt.

ŞOREŞ Û ŞERÊ ROJAVA

Her 6 zarokên xwe jî bi hestên welatparêziyê mezin kir. Hem ew hem jî malbata wî tevlî nava her qadên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Di demên herî zehmet de jî xwe neda aliyekî. Piştî ku Şoreşa Rojava û şer destpê kir tevlî qadên leşkerî û civakî bûn. Di salên destpêkê yên şoreşê de li gel şert û mercên zehmet û derfetên kêm, di serî de rêxistiniya gel li gelek qadan xebitî. Li Kobanê beriya berxwedana mezin yek ji wan kesan bû ku tevlî amadekariyan jî bûbû.

ÊRÎŞA DAÎŞ’Ê YA LI SER KOBANÊ

Çeteyên DAÎŞ’ê êrîşên dagirkeriyê di sala 2014’an de zêde kir. Bi hewldan û teşwîqa dewleta Tirk DAÎŞ’ê li şûna Şamê berê xwe da Kobanê. DAÎŞ ku her devera êrîş dibir ser dagir dikir, li Kobanê li berxwedana gelê Kurd rast hat. Kobanê cihê destpêkirina Şoreşê bû û bû cihê destpêkirina dawiya DAÎŞ’ê. Li Kobanê yên mîna Apê Nemir hebûn ku ji welatparêziyê tawîz nedidan. Berxwedana ku şervanên YPG-YPJ’ê pêşengî jê re kirin, weke şerekî gel tevlî nava dîrokê bû.

JI ROJA DESTPÊKÊ VE ŞER KIR

Apê Nemir ji roja destpêkê ve tevlî nava berxwedanê bû. Li gel israra şervanan jî bajar neterikand. Teredût nedikir ku çi dibe bila bibe het adawiyê li xaka lê ji dayik bû têbikoşe. Li berxwedana li gundên Boraz, Çarqelî û Girê Sêvî yên li başûrê Kobanê sê caran birîndar bû. Herî dawî payîza 2014’an piştî ku DAÎŞ’ê êrîş bir ser Kobanê piştî 45 rojan ji mil û lingê xwe birîndar bû û piştî ku li nexweşxaneya li navçeya Pirsûs a Rihayê ya li Bakurê Kurdistanê tedawî bû vegeriya Kobanê û têkoşîna xwe li çeperên berxwedanê dewam kir. Li gel vê birîndariyê jî agirê şervaniyê yê di ruhê wî de ti carî kêm  nebû. Her birînek bû sedem ku daxwaza wî ya têkoşînê hîn xurt bibe; nîşan dida ku çiqasî bi bawerî û têkoşer e. Milê wî yê birîndar bû nîşaneyeke ji nasnameya wî ya şervaniyê, lê belê ti carî xwe kêm nedît. Bû parçeyek ji çîroka mezin a şer, veguherî nîşaneya berxwedan û azadiyê.

NÎŞANEYA RASTIYA KOBANÊ BÛ

Rojnamevanên ku piştre berê xwe dan çeperên berxwedanê, bala wan yekser çû ser Apê Nemir. Êdî cîhanê hemûyî şahidî ji rastiya Apê Nemir re dikir ku li Kobanê berxwedaneke çawa dimeşîne: “Em dixwazin vê qirêjiyê ji ser xaka xwe biavêjin. Ez û du zarokên min di nav de ne. Meheke min zarokên xwe nedîtiye. Li ser aqûbeta wan agahiya min nîne. Bila hemû ciwanên bi şere û bi rûmet ên Kobanê bên û bajarê xwe ji çeteyan rizgar bikin.”

KURÊ WÎ OSMAN ŞEHÎD BÛ

Heta kêliya dawî ya berxwedanê li gel zarokên xwe di nava têkoşînê de bû. Kurê wî Osman Hezîrana 2015’an di êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê de şehîd bû. Apê Nemir li gel birîna ji milê xwe jî nesekinî. Piştî berxwedana Kobanê tevlî nava karên şoreşgerî bû. Heta nefesa xwe ya dawî ji bo gelê xwe têkoşiya.

WELATPARÊZEKÎ MÎNAK BÛ

Sembola berxwedana Kobanê û welatparêzekî mînak bû. Bi hestên welatparêziyê yên pak jiya. Têkoşîna ji bo azadiya gelê Kurd weke hinceta hebûnê dît; nesekîn, astengî nas nekir. Her kêliya xwe li rûpelên çîroka azadiyê nivîsî; bû nîşaneya berxwedana çand û xaka lê dima. Fedakariya ku ji bo gel û xaka xwe kir, têkoşîna ku di vê oxirê de meşand çîrokeke berxwedanê ya bi rûmet a civakekê bi xwe re afirand. Apê Nemir wê bi fedakariya xwe weke mîrateyekê bê bîranîn, di dilê ruhê berxwedanê yê Kobanê de bê bîranîn, her dilek wê bi daxwaza Apê Nemir tijî bibe.

Apê Nemir 14’ê Cotmeha 2024’an ji ber krîza dil di 74 saliya xwe jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî 15’ê Cotmehê li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya Kobanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsayê 3 zarok qetil kirin
Nûçeya Pişt re Rêveberiya Xweser: Em bi penaberên Sûriyeyî re ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girtiyên 30 sal in girtî ne ji ber ferzkirina ‘poşmaniyê’ nayên berdan

Sureyya Bulut û Dîlek Oz ên ku 30 sal in girtîne û li Girtîgeha Jinan…

Ji aliyê Stêrk TV

Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinê ji bo jinan hemûyan firsendek e

Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinê ya 10'emîn wê di 17'ê Nîsanê de li Qamişloyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Înisiyatîfa Zarokên Agir du kargeh, sîteyek û wesayitek şewitandin

Înisiyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku li Mêrsîn, Enqere û Bûrsayê du kargeh, sîteyek a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Bi sê moşekan êrîşî Şamê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêziknameya xwe erê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Dewreya perwerdeyê ya 250 şervanên QSD’ê bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Şedadê cenazeyê şehîd Ziweyid bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?