Sêşem, 27 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê dixwaze hevkariya bi DEM Partiyê re xurt bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peymana Mekkeyê di Komîsyona Karên Derve ya Meclisê de derbas bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêrtê şehîd hatin bîranîn: ‘Em ê têkoşîna wan tacîdar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê tecrûbeya hikûmetê – II

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kenan Altûn ê piştî 30 salan hate berdan li warê xwe Erzîromê hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê ‘Desteya Aştî û Siyasîbûnê’ bi lez ava bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê statuya Rêber Apo fermî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê PJAK’ê Awdanan: Herêm xwe ji şerekî nû re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara HPJ’ê Rojîn Fesîh: Heval Bêrîtan bû sembola artêşbûna jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzil Ozgur: Têkoşîna Bêrîtan romana jinên azad e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsilyayê panela Jineolojî û xweparastinê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Li Moskowayê ‘Roja Çanda Kurdî’ hat lidarxistin
Çand û Hûner

Li Moskowayê ‘Roja Çanda Kurdî’ hat lidarxistin

Li Mala Netewan a Moskowayê çalakiyeke çandî ya bi navê “Roja Çanda Kurdî” hat lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin
 

Li paytexta Rûsya Moskowayê rêxistina jinên Kurd a bi navê Viyan di çarçoveya festîvala “Mala min Moskowa” de li Mala Netewan a Moskowayê şahiyeke bi navê “Roja Çanda Kurdî” hat lidarxistin. Ji mêvanan re dîlan, stran û kevneşopiyên gelê Kurd hatin pêşkêşkirin.

Ji bo mêvanan aheng, sitran, dîlan, cil û bergên neteweyî û amûrên muzîkê hatin nîşankirin. Di pîrozbahiyê de Seroka Tevgera Jinên Kurd a Navnetewî Juliet Raşoyan jî di nav axaftvanan de bû.

Di axaftinên hatin kirin de, îşaret bi rola Rûsyayê ya ji bo parastina nasnameya etnîkî ya gelê Kurd hate kirin û hate diyarkirin ku Rûsya her tim bûye parêzvanê çandî û siyasî yê gelên bindest. Her wiha hate ragihandin ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn gelek caran piştgiriya gelê Kurd kiriye.

Hevseroka Otonomiya Federal a Netewî-Çandî ya Kurdên Rûsyayê, Liana Islamovna Smoyan jî di axaftina xwe de spasiya Rûsyayê kir ku derfet daye Kurdan ku çand û zimanê xwe biparêzin. Liana da zanîn ku Kurdên li Rûsyayê bi hemû mafan tên parastin, weke beşek ji civaka Rûsyayê ya pirneteweyî.

Di bernameya festîvalê de her wiha koma Govendên Kurdî “Rûken” û mamosteya Komê Tatyana Odîntsova jî amade bûn û dîlanên folklorî ji bo mêvanan pêşkêş kirin. Temaşevanan karîbûn cil û bergên netewî, xalîçe û amûrên mûzîkê bibînin û her wiha guhê xwe bidin stran û dîlanên Kurdî yên zindî û bi coş.

Şanogerê Kurd Şalîko Bêkes jî ji bo mêvanan behsa pêşketina şanoya Kurdî û rola wê ya di parastina mîrata çandî de kir û bal kişand ser girîngiya şanoyê ya di parastina çand û hunera Kurdî de.

Gohar Saroeva jî di bernameya konserê de axivî û spasiya Serokatiya Mala Netewan a Moskowayê û Beşa Siyaseta Neteweyî û Têkiliyên Navdewletî ya Moskowê kir ku ji bo lidar xistina festîvalê derfet dayîne.

Ji mêvanan re sînevîzyonek li ser dîroka Kurdistanê hat pêşkêşkirin û piştre beşa muzîk û dîlanê destpê kir. Hunermend bi sitran û dengên xwe derketin ser dikê, stranbêj Sara Xacîêva, stranbêjê ciwan Îbrahîm Xacîev, Saroeva Gohar, koma govendê ya Kurdî “Rûken” bi Govenda Herêma Efrînê, solîsta koma jinan “Viyan” Marîna Xelîl, Stranbêja Ermenî Gohar Gabrielyan û stranbêjê Kurd Îlîç Alajyan stran pêşkêş kirin.

Çalakî bi dîlanên Kurdî bi dawî bû û hem hunermend û hem jî mêvanên êvarê bi kêfxweşî beşdar bûn. Ev roj bû tesdîqeke din ku çand û kevneşopiyên gelê Kurd li Moskowaya pirneteweyî têne parastin û ji nifşên nû re derbas dibin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MOSKOWA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Başûrê Kurdistanê kîjan partiyan çend wekîl bi dest xistin?
Nûçeya Pişt re Li Xezeyê 73 kesên din hatin kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji milîsên HBDH’ê li Bûrsayê çalakî

Milîsên Halît Oral ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li dijî Komploya Navneteweyî…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Agirê Newrozê bi fikrên Rêber Apo geştir bû’

Şêniyên Kobanê û Efrînê diyar kirin ku Cejna Newrozê ji bo wan cejneke girîng e…

Ji aliyê Stêrk TV

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tank îmha kirin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tanka dagikeran îmha kir. Li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?