Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) diyar kir ku 22’ê Cotmehê saet di 22:00 de li navçeya Gever a Colemêrgê li hemberî navenda polîsan al i taxa Eskî Kişlayê bi bombeyên destan û çekên ferdî çalakî hate kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di encama çalakiyê de 2 dagirkerên li ber qereqolê birîndar bûn. Dagirkeran yekser li derdora xwe reşandin û demekê di navbera milîsên me û dagirkeran de şer qewimî. Piştî çalakiyê dagirkeran bi wesayitên zirxî li nava taxê lêgerîn kirin.”
MAK’ê diyar kir ku di vê çalakiyê de derb li 2 wesayitên bi tîpa Ford Ranger hate xistin û milîsên wan bi rengekî ewle vekişiyan cihên ewle.
MAK’ê ragihand ku êvara 19’ê Cotmehê jî li nêzî gundê Kaynar ê navçeya Sêwereg a Rihayê li hemberî qemyoneke “faşîstan” çalakiya sabotajê kirin û di encamê da qemyon hate îmhakirin.